Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


18 mijar û 20 peyam
şirnex - tirşik
şirnex
(2) (0) (3)
di mijarê de bigere

1. bi tirkî: şirnex



[mijar ji şırnak hat veguheztin li vir]



02.07.2013 09:11 | simurg56

2. şırnak bi kurdî şirnex e ne bi tirkî.. şırnak bi tirkî şırnak e û bi kurdî jî şirnex e..



02.07.2013 16:17 | endazer

3. tirkiya şirnex e *



02.07.2013 16:22 | simurg56

4. Cizîrê je re dibêjin (bnr: kaşkê kero) le Mirovên wa zehf camêrin



13.07.2013 22:33 | stajyer kurd

5. bajarê ku li cizîrê ji ber ku erdê wê li gorî erdê cizîrê zêde bi kaş û kendal e û biçekî ji ber zikreşiyê jê re dibêjin kaşê keran..



13.07.2013 22:40 | endazer

6. Şirnex bajarekî gelek nav şirîne.Tê gotin destpêke navê wê şehr-î nûh bûye.peyre şehrneh, şernex, şirnex hw. tirka jî jêre gotîye şirnak. Bajarekî welatparêze, merîvê wê mevanperwerin, di şerde jî serhildêre! Kengê tekoşîna rizgarîya gelê kurdîstan dest pê kir, navê wê li herderê hat nasîn.Heta wûsa navê şirnex tirs xist nava dijminên dagirker. gelek ciwanên şirnex di nav tekoşîna kurdistanê de wekî tekoşerê serê çîya, jîyana xwe ji dest dane, bi hezaran welatîyê bajêr îro jî li zindanê dijminandene. wekî serokê şeredarîya şirnex ramazan uysal û serokê şeredarîyên hemû navçeyên şirnex îro li bin navê kck de girtîyê zindananin. wekî wekîlê gel bdp ê şirnex faysal sariyildiz û selma irmak jî li zindanêdene. navê şirnex bi navê cizîra botan bi hevre şirînin. yek bê ya din nabe.



13.07.2013 23:27 | urartu3000

7. Şirnexî camêr in û mêr in jî xwedê wan xwedî bike rebbî lê em batmanî jî ne hindik in loo em jî baş in mêr in mêrxas in *



14.07.2013 00:15 | babrisok

8. tevde axayên bê gundin, lê her tim bi kurdî diaxifin, kurdiyîke xweşik û dewlemend.



16.09.2013 20:52 | tivirloismail

9. cizîr Û şirnex bitemamî ji hev û din cida ne ... şirnexî devletçî ne, qoricî ne lê belê van salan piço û piço ev rewş tê guhertin ... cizîr pir welatparêztir e ... ez jî şirnexî me lê belê rastî holê ye ...



tistek dî sirnexî ji cizîriyan hez dikin lê belê cizîrî ji şirnexiyan hez nakin ... cend salan ez li cizîrê mezin bûme tişta min dîtî ev e.



16.09.2013 23:52 | botan

10. bajarekê çiyayî ye.!



02.01.2014 23:27 | xendekî

11. ji duh ve camêrekÎ ji gundekê derdora şirnex, mêvanê min e.. di nav şitexaliyê re behsa zewaca xwe kir, go berê men hej keçikekî şirnexiya esîl dikir, min ji bavê xwe re go de here ji min re bixwaze, go min kir û nekir, min belkî sed insan kirin di navê re, lê dîsa jî qebûl nekir.. min go xêr e çima qebûl nekir? go navê keçikên şirnexiyên esîl yanî keçikên bajarî bi pîsîtayiyê re derketiye.. axirê go mesele jî ev e;

rojekî ji rojên berê, şirnexî xwe didin hev ku herin zozanan, axirê serokê karwên, hemûya dide hev û ji wan re dibêje, binêr ez hê niha dibêjim heçiyê hesabê kîrekî an quzekî bike û xwe bienirîne bila hêj niha ji nav me derkeve.. *



20.06.2014 01:03 | endazer

12. li gorî abdullah yaşın navê şirnex ji şernexweş te. an ku şerê wê nexweş e.



dibêjin berê gava hin eşîr dihatin şerê şirnexiya hêj negihayin bajêr ji ber tîrên şirnexiya gellek nexweşî didîtin. şirnex pişta xwe daye çîya û cihê mal le girren bilindin. lewma hêj kesên êrîşker ji dûrve xuya dikirin wa tîr didan ber kevana.



di devoka şirnexiyan gava mirov guhdar dike ew ji dibêjin şernex nabêjin şirnex.



20.06.2014 18:27 | ciwanpiroz


14. Bajarê ku 31.03.2019 hilbijartina herêmî ya tirkiyê de partîyêkî tirka yekemîn hilda ye.

Şirnex , li gor hinek çavkanîyan ji ber ku pirr memûr , leşker , polis hebûne ji bo wî wenda kirîye tê gotin.

Sedemek din , piştê ku dewletê wir xirab kiriyê , parlementên partîyên kurdan neçûne û gel guhdar nekirine û derd û kulên re têkîldar nebûne tê gotin.

Sedemek din , kesa ku hatîye hilbijartin bazirgan e û şirnexî ye ji bo wî gelê şirnexê reya xwe dayê.

Sedem çibe bila bibe şirnexî camêrin û ez bawerim dizî hatîye kirin.



03.04.2019 18:40 | brzn

15. welatê min e. min hinek tişt li vir dît di derbarê Şirnex de hatî gotin ez gelekê xemgîn bûm. Ew kesên dev avêtî Şirnex çend caran çûne şirnex, çend caran di demên komkujîyên li wir hatî kirin û kesê qal nekirî de li wir ma ne? Şirnek cihek kurdewar û welatparêz e. îro ji alîyê çandê, kevneşopîyê û zimanî ve biqasî şirnex cihek zindî tune ye.
(navenda şirnexê ji navçeyên xwe kurdewartir in)



13.04.2020 22:07 ~22:57 | soryazyus

16. Bajêra ku her tim ji bo tirkîyê bûye bajêrek kambax (bo ku her tim şaredarî dest kurdan de bû) û bo kurdan jî bajêrek serkêşîyê de mînak bû.Mixabin piştê hilbijartinên herêmî yên dawî de ketiye destê dagirkeran.
Dibêjin ku zêdebûna memûr ,polês û gelek kesên bereday bûne sedema destguhertinê.



13.04.2020 22:14 | brzn

17. Bajarêk bi encama hilbijartina xwe a dawî de min qehirîye. Tiştên wiha mixabin hêvîyên me dikujin.

Hêj neçûme vê bajarê teqez dixwazim rojekî biçim bibînim. Bi rastî gava ku dibêjin şirnex cizîra qedîm tê bîra min.



13.04.2020 22:43 | kajav

18. Bajarê ku ez ne ew lê navçeya wî cizîra botan pir dixwazim bibînim. Ji ber ku warê evîna mem û zînê ye, qedîm e û çi zanim ez herkesî li Cizîrê kurdîaxêv difikirim.



13.04.2020 22:53 | xabûrî

19. bajarê mirov ji dîmena pêşbera wê têrnabe. bi taybetî ji zivistanê heta heyva gulanê çiyayê cudî xemlûrewşek dehşetengîz li xwe dike. xinya wî kesî heçî bizane keyf û heza vê dîmena efsûnî bike.

ji bo zêdetir dîmen:
êrîşa kullîyan/118187



13.04.2020 23:29 | hespêsor

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
ên ku dixwazin zarokên xwe bi kurdî mezin bikin [3]
Ne ez im ji ber ku zarokên min tunne ne. ger tûnne bin, ezê çawa wan b...
kompleksa îkarus [3]
(bnr: icarus complex) Îkarûs karakterek ji mîtolojîya yewnan e. Li ...
inglourious basterds [5]
Di derbarê Şerê Cîhanê yê Duyemîn de gelek fîlm hatine kişandin (Rizga...
tiştanok [1]
"Xalê min tê ji deştê qete(parçe) himbanek li piştê"( berisv...
Grass: A Nation's Battle for Life [1]
yekemîn berhemeke sînemayê ye ku qala kurdan dike. berhemeke hêja ye j...
belki ev jî bala te bikişînin
» şirnex

Kategoriyên mijarê:: cihuwar
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî