Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


18 mijar û 27 peyam
şano - tirşik
şano
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1.

kul û derdê biruya hayao miyazaki




pêşkêşiyên hunerî yên li pêşber bînêran li ser dikekî (sehneyekî) ji bo pêşandana lîstikvanan hatine amadekirin in. bi awayek cuda bi tevger û axaftinan vegotina hest û bûyeran e.

cara ewil bi şêweyên nûjen li yewnanîstanê beriya zayînê 534'an hatine pêşkêşkirin. yewnanan serê xwe gelekî bi vê hunerê re êşandiye, ji bo wê amfî û şanogehên mezin çêkirine.

di nav gelê me de lîstikên şanoyî ti carî kêm nebûne, qirdik, yek ji van pêşkêşiyan e, niha hîna jî şanoyên gundkî li gundan tên lîstin, li bajaran jî gelek caran şeva dawetê lîstikên şanoyî tên lîstin.

îro şano bûye yek ji hunerên estetîkî yê jêneger, gelek cureyên wê çêbûne, li her devera dinyayê bi awayek nûjen şanoya cîhanê her xwe nû dike.

li bakurê kurdistanê jî wek sazî şanoya şaredariya bajarê mezin a amedê şanoyên serkeftî pêşkêşî gel dike.



(bnr: evdirehîm hekarî)

(bnr: dbşt)

(bnr: şanoya kurdî)



18.07.2015 19:34 | xendekî

2. lîstikên li hemberî temaşevana zindî tên leystin bi awakî komedî, dram, trajedî....



18.07.2015 22:03 | shorbevan

3. di kurdistanê de hêdî hêdî bi pêş dikeve aniha di nava geşedanê de ye, tirsa min ew e ku agirê wê zû bitefe..

şanonameyên ku tên lîstin bi pirranî werger in mixabin.

navenda şanoyê amed e, lîstîkvanên serketî hene ji bo yê herî serketî (bnr: yavuz akkuzu)



19.07.2015 17:26 | ferhenga şikestî

4. li gorî dîyaloga di navbera karakterên dijwar û çetoyî da ku li ber derîyê şanoyê diqewime (bnr: mala minê) dîyar dibe ku ne tiştek e, lê qeşmerî ye. (bnr: dêya qedrîya)



16.11.2019 00:44 | mirovekirind

dengdanên dawîn (yên din..)
şêx seîd [2]
Şêx Seîd, Şêx Muhemmed Seîdê Neqşîbendî an jî (stur: Ş...
kercews [1]
Ji midyadê veqetiyaye dûre jî búye Navçeya batmanê. Ne şaş bim Navê xw...
nexweşiya mirovê vî wextî [1]
Ji hal û rewşa xwe ne kêfxweş in. Berê hewqas nexweşî, şer, feqîrî, be...
dîsfajî [1]
Zehmetî ú zoriya qurpandinê a di Destpê kirin an domandina wê de. hest...
sallana sallana nietzsche ser avê [1]
Yekê din jî wiha nivîsiye:
(bnr: kurê min nietzsche ji derve sa...
belki ev jî bala te bikişînin
» şanoya di tuwaletê de

Kategoriyên mijarê:: weje tiyatro
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî