Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


40 mijar û 72 peyam
şanziman - tirşik
şanziman
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. li gorî wergera simurg56 modûla veguhezker e ku enerjîya motorê vediguheze tekeran.
yanî modûlek e ku dema motor dixwebite lazim e ku enerjî û hêza ku tê hilberandin bibe enerjîya hereketê da ku wesayît karibe bi re ve biçe ger ne ji şanzimanê bûya motor belasebeb dixebitiya. di vir de pêdivî bi vê modûlê çêbû. şanziman li rex motorê tê sazkirin. bi kurtasî ji çend parçeyên bingehîn pêk tê çartelên vitêzê, mîl, diranok, qûtiya vitêzê, senkromeç hwd...
dema meriv bi kilîda wesayîtê marşê dixebitîne pêl li pêlika debriyajê dike û vitêzê diavêje çerxa yekê û hêdîka pêl li pêlika gazdanê dike û bi saya peywira şanzimanê êdî enerjiya motorê derbasî tekerlekan dibe û erebe dihere. lê problem çi ye? di çerxa ewilîn de qiweta çerxê di lezeke şûnde xilas dibe û pêdivî bi çerxeke dî çêdibe, her çerx bi serê xwe dikarin heta radeyekê hêza motorê vebiguhezînin tekerlekan. loma her şanziman ji çend çerxan pêk tên. bi giştî 6 çerx hene di yên manuel de tabê hinek erebeyên manuel hene ku 7 çerx jî hene. çerxekê ji bo ku wesayît karibe paşpaşkî here heye, çarxên dî ji bo ku wesayît rasterast biçe...
peyveke bi fransizî ye bi eslê xwe sanjman e
ji du cureyan pêk tê
(bnr: şanzimana manuel)
(bnr: şanzimana otomatik)



23.11.2019 14:14 | ferhenga şikestî

2. peyvekî fransî ye. ji peyva changement tê ku wateya wê guhertin/guherîn e. bi şanzimanê mirov dikare vîtês biguhere.
dema erebe nû radibe, çerxa girêdayî motorê biçûk e, loma quweta wê herî zêde ye. ev yek lazim e ji ber ku hêza herî zêde jixwe di livandina ewil ya erebeyê de lazim e. vîtesa ewil vê yekê dike. lê vîtesa ewil nikare leza we zêde bike. ji bo vê yekê çerxên mezintir lazim in. wilo wilo vîtês tê mezinkirin heta pênc an jî şeşan. her ku vîtês mezin dibe, çerxa girêdayî motorê mezintir dibe, hêza ku motor xerc dike hindiktir dibe û leza erebeyê zêdetir dibe.
sîstemek gelekî tevlîhev e.



23.11.2019 17:16 ~17:16 | simurg56

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1]
(bnr: botoks) (bnr: li nîveka rêyan da rêzbûn û wisa meşiyan) (bnr: ...
warê stranan [1]
Weke berdewama qonaxa nû ya projeyên ji bo meyla hilberandina naveroka...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [4]
eyb dikin û xelet dikin.

tabî hemû ne wek hev in. hinek...
belki ev jî bala te bikişînin
» şanzimana bi torq konvertor

Kategoriyên mijarê:: teknoloji teknoloji teknoloji
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî