Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
şekirok - tirşik
şekirok
(3) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. navê nebateke ku li çolê şîn tê..



wêneyê wÊ: http://tinyurl.com/o3zsoyw



19.04.2014 16:30 | mergehez

2. hinek ferhengan de weke cureya hirmiyekê hatiye terîf kirin e..

şekerok jî kavalye ye..



19.04.2014 18:26 | havka

3. rêzefîlmeke nû ya bi kurdî ye.
ji aliyê mîrap production ve tê kişandin. derhênerê rêzefîlmê berzan haci ye. nivîskar wek papo sofy û çîrok jî aîdê deniz ozer xuya dike.
tekane lîstikvanê ku nas dikim 72deno ye.

rêzefîlm li êlihê tê kişandin. ez bawer im hemû lîstikvan jî ji vê derê ne. projeyekî nîv-profesyonel e. problemên teknîkî gelek in lê ez bawer im wê hêdî hêdî baştir bibe. mirov gelek caran nikare axaftinan bibihîse.

senaryo li gor xebatekî wisa, bes e. jixwe rêzefîlmek absurt e. hinek sahne têra xwe komîk in.
heta niha 4 beşên wê hatine weşandin. min 3 heban temaşe kirin, poşman nebûm. hinek tinazê xwe bi rêzefîlma tirkî ya bi navê çukur jî kirine an jî silavek şandine.
li gel ku rêzefîlm bi kurdî ye, di hinek deran de nivîsan bi tirkî nivsandine. ev ne xweş bû. wek: bölüm 1

piştî beşa yekemîn gelek sponsoran jî dîtine ji xwe re, yên weke navenda danûstandinê ya worldmar û nexweşxaneya taybet ya yaşam û şaredarîya Kercewsê û hwd.

beşa ewil 400.000 caran hatiye temaşekirin di youtubê de. çawa heta niha haya me pê çênebûye û kesî di vir de mijara wê venekiriye.

karên wisa belkî vê gavê tiştekî mezin li hunera kurdî zêde nekin lê gelek û gelek pêdivî bi wan heye. hem ji bo ku gelê kurd û bi taybetî ciwanên kurd li tiştên bi kurdî temaşe bikin, him da ku ji bo zimanî kurdî bazarek çêbibe û him jî ji bo ku di dilê ciwanan de eleqeyek li hemberî sînemayê peyda bike.

beşa ewil;



26.11.2019 16:56 ~16:56 | simurg56

4. rêzefîlmeka bi kurdî ye. yekê serkeftî û absurd e.

di youtubeê da beşa duyem bi 400.000 car hatîye temaşekirin. rêzefîlma mala minê ne ewqas e, nîvîya wê jî nin e. heya niha min 2 beşên şekirok temaşe kir. kêfa min jê ra hat. çend car ez pê kenîyam.

ez bi rehetî dikarim bibêjim ku şekirok ji "mala minê" serkeftîtir e, mixabin. mixabin, ji ber ku dilê min bi mala minê ve bû. bo vê rewşa "mala minê" xemgîn im. rewşa van herdu rêzefîlman ya îroyîn ew e lê her ku diçe tişt diguherin. bi çend beşan şûnda ew herdu jî dê înşela bi ser kevin. hinekî din navdar bin di nav bînerên kurdan da.



14.12.2019 23:58 ~2019.12.15 01:00 | mirovekirind

5. Di rêzefîlm de lehengek diçe mizgeftê û yê din jî dibêje tu here ez nayêm ez ê ji xwe re bi şekirok bilîzim.. Bawere ev lîstîka ser telefûnan a bi navê cand crash saga ye.



10.01.2020 04:30 | oceancr

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» şekirok

Kategoriyên mijarê:: sinemaflm kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî