Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 10 peyam
şevşevok - tirşik
şevşevok
(6) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. li herêma serhedê* şevşevokê re dibêjin pêçermok. ji ber ku lingê û pê wan hemî çerm in. lê di ferhengê de baçermok bi kar aniye. lê kîjan deverê şevşevok tê gotin nizanim.

bi tirkî yarasa



22.12.2013 12:07 | kelemejû

2. em jê re çilÊçilê dibÊjin.



22.12.2013 12:13 | xelîlêzer

3. Peyva Şevşevokê Li farqînê anku li herêma slîva li kar e.



22.12.2013 12:40 | ceso

4. gotina ku li xerzanê tê bikaranîn.



22.12.2013 12:44 | oxir

5. şevşevok a serhedê, ango pêçermûk, ji bo bûk û keçên ne bedew û jar re tê gotin.

(bnr: lê lê pêçermûkê)



22.12.2013 13:42 | nazim tolhildan

6. VERSÎYONÊ WÊ YA BAÇIMÊLK JÎ HEYE. LI GORÎ agahiya ji bavê xwe xwestim pêçermok û baçimêlk cûreyê ajalek e. nayê bîra min lê niGÊ YEKÎ DIRêj e û ê din jî li gorî ya din kin e.



22.12.2013 17:54 | biruya hayao miyazaki

7. gaperçiwîk



22.12.2013 18:07 | nivîskar winda ye

8. li herema me,ango rihayê navê şevşevok,şevşevik tê bikaranin.



22.01.2015 22:14 | hesen bira

9. bi ya gotina bavê min baçimêlk û şevşevok cureyên jev cuda ne ku ji yek heywanî tên mîna ga û gamêş hwd. niha taybetmendiyên wan ên karakterîstîk nayên bîra min. ji xwe ji bo bajariyan qîmeta wan jî tune ye, ji xêncî peyayê baçimêlkî. * berî herkesî ji bo min. min hîn golik nedîtiye, ma wê çi xêra cureyên baç û şev bi min bên *

edîta piştî salan.



22.01.2015 23:08 ~2020.04.28 11:54 | biruya hayao miyazaki

10. ajaleka firîndeye û ji xeynî wê firîndeyên şîrde tunene, ajala ger ne şaşbim kore û dîsa ji tehrîyê hezdike bi şev difire biroj natwanin bifirin.. ji ber ajaleka bi şev dertê difire şevşevok jêre tê gotin.



10.11.2015 11:39 | shorbevan

11. (bnr: çilêçilê)



10.11.2015 11:43 ~22:13 | mijdar

12. çend cureyên wan hene, bi xwîna pez û dewaran têr dibin. bi latînî navê yekê ji wan ev e (bnr: desmodus rotundus)

kûçikbavana, herê willeh. ji bo wan ne xem e, ku derfet çê bibe, xwîna mirovan jî vedixwin. ma em pez in?



27.03.2019 03:46 | mirovekirind

13. Di edebiyata farisî ya klasîk de jê re teyrê îsa (مرغ عیسی) tê gotin.

Cihû ji îsa xwestine ku kerametekê nîşan bide, yekî nexweş anîne û li hêviya saxbûnê wî mane. îsa Mesîh nexweşî bi destê xwe yê pîroz sax kiriye. Cihû dibêjin "çavê koran veke". îsa Mesîh destên xwe datîne ser çavên koran û bi îzna xwedê vedibin. Di dawiyê de, Cihû gotine: "Miriyan rake." Hz. îsa dua dike û mirî jî radibin.

Paşê, Cihû dibêjin, "Ji me re heywanek ji heriyê çêke, ne mîna her heywanî, da ku ew ji teyran zûtir bifire, lê bes mîna teyran perên wê nebin, diranên wê hebin, mîna mirovan bişire jî, şîr jê bê mîna jinan."

Li ser vê yekê, Hz. îsa çivîkek ji heriyê çêdike û wî di şeklê şevşevokê de diqulipîne.

Heman bûyer di ayeta 49emîn sûreya Alî îmran de derbas dibe. “...Min ji Rebbê we mûcîzeyek ji we re aniye. Ez ji we re şiklê çivîkek ji axê çêdikim, lê pif dikim û ew bi destûra Xwedê dibe çûk. Dîsa, bi destûra Xwedê, ez kor û kotî û miriyan sax dikim..."



01.08.2021 18:51 ~2021.08.02 03:05 | ezcan

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» şevşevok

Kategoriyên mijarê:: yendin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî