Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    28 mijar û 38 peyam
    pêkenokên kurdî - tirşik
    pêkenokên kurdî
    (14) (0) (22)
    di mijarê de bigere

    1. rojekê kurê zilamekê ji bo xwendinê diçe bajarê mezin.

    piştî 4 salan lawê zilam vedigere gund. ji bavê xwe re dibêje "bavo min beşa felsefeyê qedand lê ji bo ku bibim doktorê wê pêwist e doktorayê bikim, yanê divê ez 2 sal din jî bixwînim."

    bavê wî jî neçar dibêje "temam kurê min em çi bikin, hema tu bibe doktor, em ê hemû heyîna xwe jî bifiroşin lê te bidin xwendin"



    piştî ku 2 sal din jî derbas dibe, kurê zilêm dîsa vedigere gund.

    mêvanên wan ji bo pîrozkirinê tên mala wan. mêvanek ji lawik dipirse, dibêje "kurê min hela ka binêre zikê min diêşe, tu çi jê fêhm dikî"

    lawik dibêje "apo, ez hê ne doktorê zik im, ez doktorê mejiyê me" li ser vê yekê mêvan tiştek nabêje.



    piştî çend rojan mêvaneke din ya wan tê û dipirse "lawo, ka binêre serê min pir diêşe, tu çi dibêjî" lawik dîsa dibêje "apo, ez ne doktorê serî me, ez doktorê mejî me, mejî" zilamê reben tiştek fêhm nake lê dîsa jî tu pirsan jî nake.



    piştî mêvan diçe, bavê wî ji kurê dipirse, dibêje kurê min ma tu êdî ne doktor î, kanî tu ji derdê kesî fêhm nakî? me ewqas salan mesrefê li te kir.

    kurê wî dibêje; bavo, ez doktorê mejî me. weke mînak binêre, xalîçeya me li ser axê ye, kursî jî li ser xalîçeyê ye. yanê nexwe kursî li ser axê ye. hah, vaye ez bi van tiştan mijûl im. doktoriya min li ser vê ye.



    li ser vê yekê bavê wî jî bersivek wisa dide kurê xwe "kurê binêre, mirişka me gû wê erdê xwar, te jî mirişkê xwar. nexwe te jî gû xwar. ma ev bû xwendina te?"



    2013.07.11-00:01 | simurg56

    2. mixabin piraniya van pêkenokên ku li ser înternetê wek pêkenokên kurdî tên piyasekirin di eslê xwe de pêkenokên bi kurdî ne yanî esl û esasê pêkenokan bi zimaninên biyanî ne û li kurdî hatine wergerandin..

    ji bo nimûne binêre li peyama li ser xwe re.. ji bo mesele û pêkenokên kurdî li hêviya bin.. *



    2013.07.11-04:18 | endazer

    3. Dibêjin kurdekî di xewna xwe de dît ku dê biçe dojehê. Ji xwedayê xwe xwest ku carekê azarên dojehê bi xwe bibîne berî ku biçe. Xwedê daxwaza wî bicih anî. Derbas bû û dît ........ (bê ku em wî filimê tirsê bînim ziman), dîmenekî bala wî kişand, mirov di golên ava kelandî de bûn û du firîşte li ber golê bûn, her ku yekî serê xwe radikir wan firîşteyan ew dîsa binav dikirin, lê golek bê pasevan bû, firîşte li ber nebûn. Pirs kir: Çima firîşte li ber vê golê tune ne?

    Bersiv: Ev gol taybet bo kurdan e, gerek nake kes wan binav bike. Her kesek serê xwe radike, hevalê wî ji bin avê lingê wî dikişîne û wî dîsa binav dike.*



    2013.07.15-23:35 | endazer

    4. tofankî tê serê zilamekî û jiyana xwe ji dest dide.

    li hewarîya wî pîrekekî li çokên xwe dixe digirî û dibê: "welle min zanibû welle min zanibû..."

    jê dipirsin: "te çi zanibû?"

    dibê: "min zanibû ê tiştekî wiha were serê wî"

    dibên: "ê te zanibû te çima ne got?"

    dibê: "ê de ka min çi zanibû..min çi zanibû.."



    2013.09.12-02:38 | eînsthemeelî

    5. zilamek dema ku ji kutana jina xwe têr dibe li guhê jina xwe dibêje "min quz xwarê".

    jinik jî ev gotin wek "quzxwar" fêm dike û her li zora wê diçe.

    rojekê bi jinikeke cînar re behsa vê meselê dike. cînara wê jê re dibêje "here cem filan melayî ji her derdî re dermanê wî heye". jinik sibeh nake êvar û zû bi zû xwe digihîne melayê.

    ji mela re dibêje "quzê min xwar e û mêrê min henekê xwe bi min dike."

    mela jî jê re dibêje "axx keça min a bextreş de cilên xwe ji xwe bike ka ez meyzênim çilo ye"

    Jinik rût û tazî dimine û xwe li ser doşekekê dirêj dike. mela hinekî li quzê jinikê dinêre û dibêje "erê welleh quzê te xwar e lê ji xwe re neke xem ezê niha rast bikim" û doxîn lê sist dike. Jinik bi kêf vedigere malê piştî xwarin û vexwarine bi mêrê xwe re dikeve bin lihêfê. mêrik piştî ku dilê xwe lê rihet kir dibêje "wey ez quzê te bixwim keçkokê"

    jinik jî dibêje "ne wiloo tê bixwî ne? çend sal e kîrê te bi kêrî tiştekî nehat. mela carekî kuta min û quzê min ê xwar rast kir"

    (bnr: kesên ku nikarin pêkenokan xweş vebêjin)



    2013.12.20-05:47 | oxir

    6. ji aliyê Erxewanê gundek heye jê re bi kurmancî narmikan dibêjin.. wateyê narmikê nermik e, an jî qertafa pirjimarî ye...rojeke çend kes ên ji wî gundî diçin neçîra kêvroşkan(kerguh).. çendan neçîr dikin an digirin li bin darê goştê wan diqelînin û bi araqiyê ve dest bi xwarinê dikin.. çend gundiyên ku li nêzîkî wan radiwirî rewşa wan dibînin dibêjin gelo ew kî ne? difikirin û dibêjin..

    ku ne elewî ne ji ber ku goştê kêvroşkan dixwin, elewî goştê kêvroşkan nexwin... ku ne jî sunî ne ji ber ku em di nava meha rojiya remezenê de ne, sunî di meha rojiyê de araqiyê venexwin lê ew araqiyê vedixwin..??

    piştrê gotinê dibe ku ev ji gundiyên narmikanî bibin..



    2015.01.11-18:27 | havka

    7. Di pirtûka abdulkadir bîngol a bi navê de were nekene de yên herêma botanê hatine berhevki.rin



    2015.01.12-09:49 | xendekî

    8. Kitapeyê yerênê ke Kirdkî ra weşaniyayê ;Nika Wextê Huyayîşî yo-Gruba Xabeta ya Vate,“Tayê Bihuyîme-Îlhamî Sertkaya, Huyayîş Karode Şorîşgêrane yo- Daimi Doğan, Ebe Yareniye Kewtîme Rae- Xal Çelker....



    2015.01.12-13:56 | teberkerde

    10. Wê rojê min di azadiya welat de xwend. bi qasî di hişê min de maye dinivîsim:

    ji jinekê dipirsin, dibên ma tu çend salî yî. Jinik dibê ez 28 sal û çend mehî me. Car din dipirsin dibên 28 û çend meh. Jinik dibê ez 28 salî û 118 mehî me.



    2015.01.26-21:11 | seydayê_peyvan

    12. li gundekî her roj gundî li dor mala mele dicivin û meleyî ji wan re dibêje:

    -kesên ku kirasekî bidin yekî belengaz, roja qiyametê xwedê deh kirasan ji bihûştê dide wan.

    rojekî mele kirasekî nû ji xwe re didirû û dide keça we, dibêje:

    -vî kirasî bibe malê, ez dixwazim roja cejnê li xwe bikim.

    haya keça wî ji şîreta meleyî heye. rojekî yekî belengaz tê devê deriyî. keça meleyî dinêre ku kirasekî zivarî lê ye. dilê keça meleyî pir bi wî dişewite. radibe kirasê bavê dide wî.

    roja cejnê tê. mele ji keça xwe re dibêje:

    -keça min, ka kirasê min bîne ez li xwe bikim.

    keç dibêje:

    -min li ser şîreta te kirasê te da yekî belengaz.

    mele diqehire û dibêje:

    -hey keça kûçikan. ez ji bo kirasê xelkê dibêjim, ne ji bo kirasê xwe!



    2015.04.02-17:49 | nazim tolhildan

    13. 4 penaber di qata binî ya keştiyê, di nava komirê de ne. Bi dizî diçin Îtalyayê, dê ji wir jî li Ewropayê belav bibin. Yek Afxanî ye, yek Îraqî ye, yek Filistînî ye, yek jî Tûjo ye. Xeberek tê dibêjin polîs ketine keştiyê dê niha werin vir jî.



    Li wir çewalên komirê hebûne. Gişk dikevin wan çewalan, xwe vedişêrin. Polîs tên, seranser digerin. Dibînin çewal hene.



    Polîsek pehîna xwe li çewalê Afxanî dide, deng tê "mîyawww". Li yê Îraqî dide "ewt ewt", li yê Filistinî dide, "meeee".



    Li yê Tûjo dide, "Komir e komirrrrr!".

    nîşe: min ji internetê girt.



    2015.09.15-12:28 | dijber

    14. kerek bi ji Lîbiya heta Tûnisê bazda û bihna wî çikiya û ji hev ket

    piştî giya Tûnis, polîsan ew sekinand û xwest bizanin bê çima evqas rê baz daye û reviyaye û Jê pirsîn .

    çima tu direvî?

    ker got : ê Qadafî gotiye çêleka gişa bikujin *

    .

    .

    .

    ê gotin tu ker î tu ne çêlek î !!

    ê de ka were û ji Qaddafî re bibêje û wî bi fêm kirin bide.

    têbînî: dîsa înternet



    2015.09.15-12:34 | dijber

    15. ji facebookê:

    -heval tu ji esmeran hez dikî an ji gewran?

    +ez ji van gewran hez dikim lê esmerekê ez kuştime.

    -tu miradê kinê yê hemdem î heyran. bijî..



    2015.10.16-21:07 | xendekî

    16. carekê, wezîrê çandê yê fransayê, wezîrê çandê yê tirkiyê vedixwîne parîsê. wezîrê çandê yê fransayê, wezîrê tirk dibe mûzexaneya louvre. li mûzexaneyê, di beşê kevnareyên binirx yên qralên fransî de, yeko yeko materyalên nav mala louisê çardehan dibîne û bala wî dikişîne, ji wezîrê fransî re dibêje, ''ev cotê pêlava louisê çardehan pir xweşik e.'' wezîrê fransî jî, weke rêzgirtinekê, ferman dide ku cotê pêlava louisê çardehan weke diyarî pêşkêşî hevpîşeyê wî yê tirk, bikin. wezîrê çandê yê tirkiyê her li wir kita pêlaveke louisê çardehan bi mebesta ceribandinê li piyê xwe dike, dibîne li lingê wî hinekî teng e... ji wezîrê çandê yê fransî re dibêje: ''ev cotê pêlava louisê çardehan li lingê min hinekî teng e, cotê pêlaveke louisê şanzdehan li ba we nîne, ku hûn bidin min?!''



    2017.02.06-16:47 | tizbîkêş

    17. rokekê jilamek kurd û jinek ereb dizewicin

    dibe ne zêde pêken be lê ji qewla shorbevan mede tirşkirin tune ha

    belê dibe şev û evana dikevin nav nivînê xwe , jinik serî davê xewê û radikeve
    demek derbas dibe jinik tirkê berdide û mêr jinê şîyar dike dibê te tir kir ,jin bi kurdî nizane û bi erebî dibê heş qûl (çi dibêjî) mêr jî ji wê fem nake û jin dîsa radizê çendek derbas dibe jin dîsa yekê berdide û dîsa heman tişt cê dibe
    lê cara sisêya jin dibê heş qûl ,mêr dibêje vê qûlê qûla pozê min girt



    2020.02.06-14:27 | tîrêj zana 21

    18. li gundekê meleyek heye ku zana ye û mihebbeta wî, rabûn û rûniştina wî pir li gor dilê gundiya ye. guhdariya wan dike rêyan ji wan re dibêje û her civatan de heye. rojekê zilamek diçe ba mele dibê mele ew çend deme navbera min û jinikê sar e, di nav cîhan de kêfxweş nîne ka hinek taqtîka bide ez ê xanimê çawa kêfxweş bikim û bikim aşiqê xwe dîsa?

    mele xwe hinek aciz dike dibêje eyb e filan û bêvan lê camêrê me bi israran mele qaneh dike. mele hinak tiştan dibêje, here diyariyekê ji bo bikire gotinên xweş lê bike dibêje û dibêje... ku dawîya gotina xwe dibêjê camêr, wextê jinik bi tiştekî we mijûl hêdî here nêzîkê wê û bide ber maçan.

    camêr bi wê kêfxweşiya ku hilgirtina wan taqtîkan baz dide diçe mal. lê dinêre jinik mutbexê ye firaxan dişo û dibê ka ez gotina mele bikim. hêdika diçe pişt jinikê destê xwe dide qûnên wê û patka wê maç dike.
    jinik ser xwe de diçe û dibêje; meleeee wenekeee!!(bnr: swh)



    2020.04.08-00:56 | de facto hozan

    19. Jin û mêrek diherin hecê o dor tê bo kevir bavên şeytên mêr xwe sist dike kevira navêje û lê dinere jina wî bi hêrs kavira davêje şeytên. Hêdîka bi jina xwe digre û dibeje qîzo şeytan melekê xwedêye îro ne li hevin sibê wê li hev werin wê çaxê wê şeytan di te û ca teni ha bes kevira bavêjê.



    2020.04.08-05:38 | f

    20. piraniya pêkenokên kurdî li ser meseleyên mustehcen in. ji loma mirov nikare bi dilrehetî li her civatê vebêje.



    2020.04.08-16:15 | xeyda

    21. piranî pêkenokên li ser :
    50% ser mella
    30% ser xwesî û jin
    20 % ser diza û mîjarên din in.



    2020.04.08-16:25 | umed

    22. Rîyê ap husê keyê hesan ra tu mela serrêk ra vêşêr dewe de nêmendêne. Ap Husî miyanê cematî de persê bêmanayî, bêûsulî melayî ra persayêne. Bi persane xwu melayî hetiknayêne. Melayî hende eciz bîyêne, dewe ra bar kerdêne şîyêne.
    la eno melayo ke enê peynîyan de amebi dewe, yan zaf zanaye bi yan zî şîretkerde bi. Ey bi cewabanê xwu ap hus perîşan kerd.
    Rojêk hewşê camî de cemat giran bîyo. Mela wazan dano.
    Ap hus xwu de nêgêno. Nişka ra vateyî melayî birneno, vano:
    - Ela mela, hela ti fek enê qalanê xwu ra verade. Eke ti hende zanaye yê, dê hela vaje, herê babîyê ma ademî yewêko senî bi?
    Mela ne dareno we ne nano ro. Xwu qet aciz nêkeno. Vano:
    - wa bo. Çiman ser. Ez nika ewnîyêna kîtab ra. Kîtabî çi vato, ez eynen neqil kena.
    Û mela çanteyê xwu ra yew kîtab vejeno. Pelê kitabî têser de qelibneno. Axir engişta nano cayek ser. Sereyê xwu keno berz, ewnîyeno cematî ra, ewnîyeno ap husî ra. Vano:
    - gelê cemat! Seke kîtab vano, herê babîyê ma Ademî, eynen maneno Ap husî. Eke şima ap hus dîyo, şima herê babîyê ma Ademî zî dîyo!
    Ap hus pungirîyeno. Şino pêser. Bê ke xwu dima biewnîyo, vejîyeno şino teber.
    A roje û ena roje, ne rojêk şino camî ne cayê ko mela tede bo şino uca.

    ap hus - roşan lezgîn



    2020.04.09-11:49 ~11:50]| kajav

    23. digot jinik û mêrê xwe çûn mêvandariyê. mal teng e, heye tune ye odeyek e. her kes li wir radizê. qelebalix e hêwirze ye. wext ji wexta kêm bû. mêrik û jinikê qirar dan hev gotin em êvarê ranezên bila milet razên.tu(mêrik) were cem min. gotina xwe kirin yek.

    bû şev mêrik hêdî hêdî çû ber bi jinikê ve. girt bi yekê got qey jina wî ye. piçek çû ber de xwe lê xweş kir. bala xwe dayê ne jina wî ye.

    yek du sê kes heman mesele qewimî lê yek ji wan jî ne jina wî bû. êdî eciz bû mêrik serê xwe bilind kir. got;
    xaço, xaço.
    jina wî got;
    ha.
    mêrikê got;
    kul û ta. heya te got ha min di tevan *.



    2020.04.10-00:57 ~00:58]| roberz

    24. Di malpera rojnameya xwebûnê da min yek xwend kêfa min jê ra hat, ezê lînkê deynim vira kî bixwaze bila bitikîne û bixwîne.
    Here lînkê



    2020.04.12-08:49 | xabûrî

    25. Rojek jinikek taştê hazir dike ji zarokên xwera hêka dikelîne 4 heb zarokên wê bûne û çar heb hêkên wan hebûne tên ser sifrê heryekê hêkî dide wan diya wan bê par dimîne zarokên wê dibêjin dayo ka jitera nema, diya wan jî dibêje; diya we jehrê dixwe herkesê zerika hêka xwe bide min bese ez tiştek naxwim



    2020.04.12-12:08 | telebê hz mêdî

    Hemûyan Bixwîne

    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    aferîn [1]
    Peyveke Kurdî ye. Ev peyv hem tê wateya pesindarî ye û hem jî tê wat...
    tiştên ku tirkan li mirovahiyê zêde kirine [3]
    gelekin , bi sedan textorên tirk ê navdar henin . û gelek endezyarên ...
    sedemên nexweşikbûna xortên kurd [2]
    bila kes dilê xwe negire ger nebêjim ezê biteqim..
    du tişt hene...
    kêmasiyên alfabeya kurdî [5]
    Kêmasiyên ku tên bilêv kirin ne kêmasiyên alfabeya kurdî ne ,kêmasiyên...
    tiştên ku tirkan li mirovahiyê zêde kirine [1]
    Bi saetan difikirim lê tu tişt nayê hişê min. Na Na hovîtî belê hovîtî...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » pêkenokên kurdî
    » kurdisches filmfestival berlin

    Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi cand komikpekenok
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî