Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


22 mijar û 35 peyam
xalxalok - tirşik
xalxalok
(2) (0) (8)
di mijarê de bigere

1. kêzikek biçûk û grover e, perên wê sor in û li ser xalên reş hene.



2014.05.08-05:54 | kevçiyê dil

2. xalofır(zazaki) uğurböceği(tırki)



2014.05.08-11:56 | zeyno ziyani

3. kêzikeke îstîsna ye ku dilê mirov jê naxele. neyarê mêşan e bi hêkên wan zikê xwe têr dike ji loma hinek cotyar ew ji çol Û çiyan didin hev û berdidin nêv bexça xwe.



2014.05.08-16:28 | oxir

4. kêzika ku ez pirr li benda wê sekinîme



gava em biçûk bûn mezinan digotin: wan pê bigrin,bibêjin "pîrê ji min re cotekî solan bîne" û dîsa berdin.bi vî awayê ji we re sol tîne.

me jî wisa dikir û em li benda kêzikê disekinî lê sol mol nedihat.piştê vê em diçûn ba mezinan me û me digotin: ka kêzikê, solan neanî.ew ê kengî bîne?

wan jî digotin: solan tîne lê nîvê rê de şeytan wê dibîne û solekê jê didize.ji ber ku cot xera dibe (ji du solan yek tenê dimîne) kêzik jî dev jê berdide û vedigere.

wê gavê me jî digotin: qeyy? bila solekê tenê bîne,tişt nabe.

wan jî digotin: solek tenê nabe.divê ku cot bin.



wê gavê hinek guman* diket dilê me lê dîsa jî em li bendê disekinîn.



2014.05.17-20:01 | bayesar

5. kêzika kêzxatûn jî tê gotin jêre.





2015.12.01-13:14 | shorbevan

6. Em piçûk bûn me xalxalok hildida li ser destê xwe me digo xalxalok xalxalok tu birrî ciya min ê kurekî bîne, tu bifirî ciya min ê qîzekî bîne.. x5 car *
nizanim me çima wisa digo, kî cara ewilîn gotiye.. nizanim.
lê waxt çawa derbas bû yaw!

xalxalok xalxalok eger tu birrî cîya min ê kurekî bîne. Xalxalok xalxalok tu bifirî ciya min ê qîzekî bîne.
Hettanî xalxalokê an dirît an jî difirrîya *



2017.04.11-15:09 | bûtîmar

7. Em jê re zozan dibêjin.



2017.04.19-22:28 | mîr

8. Navê straneke ye.











Gotinên stranê:
Dil xembar e tengezar e
Bê sitar e dil...
Dil şewat im, bê tebat im
Wek Ferhad im ez...

Xalxalokê xalxalokê
Ey şêrînê dil xapokê

Ken direvin, şev bê xew in,
Birîn bê kewîn lê...
Gelek dijwar e, her tişt min sar e
Mirin her car e lê

Xalxalokê xalxalokê
Ey şêrînê dil xapokê



2020.11.27-01:13 | merwano

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (Yên Din..)
tirşikvanên 16 salî [3]
(bnr: tiştên ku dema mirov hîn bibe bejin lê dirêj dibe)...
xenî [3]
biwêjek heremî ye ku li ferhengan peyda nabe.
di ferhenga (vbnr...
tirşikvanên 16 salî [1]
Kul û derdê min bû. Piştî kul û derda xemakê ya (paldayi: pêşn...
yaqûp [1]
Zana 21 re spas dikim. Belê şaşî heye înşeallah ezê wan baş bikim....
mistefa balbal [1]
Nivîskarekî nerina azad e.Xeynê wî nizanim kî ye. îro rastê n...
belki ev jî bala te bikişînin
» xalxalok

Kategoriyên mijarê:: yendin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî