Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


33 mijar û 52 peyam
nûbûnên di tirşikê de - tirşik
nûbûnên di tirşikê de
(24) (2) (28)
di mijarê de bigere

1. nûbûnên ku çewtiyên tirşikê kêm dike û taybetiyên nû lê zêdedike ne.



1- menûya "peyamên min de" li dawiya rêzikan wêneyeke sembola chat'ê heye. êdî dema hûn pê li vir bikin axaftina navbera we û nivsikarê din de "şêweya chat'ê de" tê nîşandan.

2- êdî telefonên bêrikê bêpirsgirêk dikarin malpera normal jî, yanî tirsik.net'ê

3- dema hûn têkevin tirşikê, rûpela panelê vedibe, li vir li aliyê rastê nivîskarên girêdayî (online) derdikevin, êdî li kêleka navê nivîskaran nivîsa "kî ye?" derdikeve. ku hûn li vir bitikin hûn dikarin taybetiyên vî/vê nivîskarî bibîbin.



11.07.2013 13:14 | simurg56

2. qutiya lêgerînê bêyî ku tiştek binivîsin, pê li bîne bikin an jî pê li enterê bikin.



14.07.2013 23:02 | simurg56

3. mobîl versiyona tirşikê de êdî taybetiya "lêgerinê" bêproblem dixebite.



14.07.2013 23:56 | simurg56

4. guhertin û nûbûnên ku hingî diçe ferhengê xweşiktir dike .

nûbûna herî xweşik û kêrhatî û giring zêdebûna hêjmara nivîskar û sernivîsan e . ev hêjmar çi qas zêde bibe wê ferheng xweştir bibe, tirşik bi lezzettir bibe.



15.07.2013 00:03 | brusk56

5. gelo çima dî parta zayendî de tenê 'jin' û 'mêr' hene, ma qey di nava kurdan de LGBT nînin..



15.07.2013 00:10 | mam selam

6. pêşîn (bnr: tobe tobe)

nûbên tişkê yên pêşerojê de wê hebe îşelleh.



15.07.2013 00:13 | simurg56

7. birastî ma kêmasîyeke yaa (bnr: tobe tobe)



15.07.2013 00:17 | mam selam

8. li jor bişkojka "hemû" hat zêdekirin.

dema mirov li vê bişkojkê bitike hemû mijarên ku heta niha hatine vekirin, tê lîstekirin.

mijar li gorî peyama wan ya dawîn tê rêzkirin.

bi vê bişkojkê hûn ê bizanin ku piştî ziyareta we ya dawîn çi qewimiye.



22.07.2013 14:31 | simurg56

9. rengê nivîsa pêşin vê bixwîne guheriye, ji berê sor bû aniha kesk e .



22.07.2013 23:48 | brusk56

10. êdî dema mirov bikeve tirsik.net'ê, rûpela ku vedibe de li aliyê çepê lîsteya hemû mijarên heta niha hatine vekirin, derdikeve. yanî ne tenê mijarên îro derdikeve. pêşîn yên îro û dûre jî yên kevintir derdikevin. lê mirov dikare li bişkojka "îro" bike û dîsa tenê yên îro bibîne.

jixwe li kêleka navê mijaran nav parantezê de jî nîşan dide ka îro çend peyam ji bo vê mijarê hatine nivîsandin.



sedema vê guhertinê ew e ku her wext û her saetî li aliyê çepê mijar werin nîşandan û bikarhênerên nû yên ku malperê baş nas nakin, nemînin heyîrî ku ka wê çi li ku derê bibînin ku bixwînin.



23.07.2013 16:31 | simurg56

11. nubûnên ku îro malpera tirşikê ji binî ve guhertiye û xweşiktir, leztir, saxlemtir û tirştir kiriye, ne.

ser xêrê be.

(sîstema nû de hinek problemên biçûk hene, em ê cî de van jî çareser bikin.)



03.08.2013 02:47 | simurg56

12. nûbunên di alê dîtbarî de pir baş in, înşileh ji bo karanînê jî wisa bin.



03.08.2013 02:53 | azadixwaz

13. nûbûnên ku îro bi damezrandina pergalek din, wekî şoreşek hatiye rojevê.

(bnr: pergala nû ya tirşikê)



03.08.2013 14:18 | brusk56

14. êdî dema hûn li sernîvîsekî bitikinî, tenê peyamên nû tê nîşandan. ev guhertinek pir kêrhatiye. paşerojê de dema di sernivîsekê de bi dehan per nivîs bê nivîsandin wê qiymetê vê teybetiyê baştir bê fêmkirin ..



03.08.2013 15:38 | brusk56

15. êdî dema hûn di qutiya lêgerînê de sernivîsek digerin, weke googleê, tirşik jî êdî ihtîmalan di bin de derdixîne . wele ev taybetî pir xweşa min çû, her dixwazim sernivîs bigerim . *



03.08.2013 16:36 | brusk56

16. êdî radyoya tirşikê heye.

herî jora malperê êdî hûn lêdereke ûzîkê dibînin. dema hûn li bişkojka lêde bikin wê stranên kurdî yên bijartî lê bidin.



04.08.2013 23:16 | simurg56

17. (bnr: radyo tirşik)

(bnr: dj tirşikçî)



04.08.2013 23:23 | endazer

18. nûbûnên ku heye ku bibe sedema xeletiyan û çewtiyan. ku tiştek wisa bibe, were ragihandin wê gelekî baş be.



04.08.2013 23:24 | simurg56

19. netekim bû sedema çewtiyê û hat rakirin. îşeleh em ê rast bikin û dîsa vegerînin.



04.08.2013 23:34 | simurg56

20. nûbûnên ku wê îro gelekî zêdetir bibin. li bendê bin... *



28.08.2013 15:26 | simurg56

21. tirşik sertanpê bûye tirkî.. min hêviya nûbûnê dikir lê ne nûbûnek ev çend radÎkal.. ya bi xêr..



28.08.2013 17:12 | endazer

22. 1- li rûpela 'panela bikarhêner' fonksiyona 'tu çi difikirî?' hat zêdekirin. hûn diakrin weke twitterê rewşa xwe fikrên xwe li vir binivîsînin.nivîsên we wê di rûpela profîla we de bin logoya we de were nîşandan. û wê li beşa 'weşana zindî' de derkeve.



2- fonksiyona 'dîwar' êdî dixebite. mirov dikare li dîwarên hev du peyaman binivîse.



3- beşa 'derbarê de' êdî dixebite. yanî êdî nivîskarên me dikarin profîla xwe de agahiyên derbarê xwe de, tomar bikin. ev agahî yên weke strana hezkirî, pirtûka min dawîn xwendî û hwd. wê rûpela profîla nivîskar de, derkeve.



aliyê rêvebirinê de jî hinek nûbûn çêbûn ku karê me hêsantir dike. îşelleh wê hê gelek nûbûn çêbin, pêşerojê de.



28.08.2013 20:32 | simurg56

23. hêji meriv nikare peyamê nivîskarekî bi gelemperî bixwene bi xwêdê ev kêmasiyeke mezine.



28.08.2013 22:51 | tivirloismail

24. qutiya nivîsandina peyaman (ya ku niha ez tê de dinivîsim) êdî dikare mezin bibe. li qunca aliyê rastê û jêr ger hûn quncikê bigirin û bikişînin hûn dikarin vê qutiê li gorî dilê xwe mezin bikin.

bi vî awayî nivîsandina peyamên dirêj hêsantir e.



29.08.2013 11:09 | simurg56

25. li aliyê çepê, li jora lîsteya mijarên îro, êdî dîroka roja îro bi kurdî dinivîse.

weke "29 gelawêj 2013 pêncşem"



29.08.2013 11:31 | simurg56

26. baş e. lê ji bo çi em hemû nivîsên xwe nabînin. di nigê nig de divê bê çareserkirin.



29.08.2013 12:06 | înano lo

27. pirsgirêka 'nîşandana hemû peyamên nivîskarekê' bi rastî jî pisrgirêkek mezin e, pêşerrojê de wê were çareserkirin.



29.08.2013 12:13 | simurg56

28. berê li aliyê çepê, lîsteya mijaran de dema we li mijarekê ditikand ew mijar vedibû lê lîstejî vedigeriya destpêkê. ji ber vê yekê diviyabû hûn dîsa bi mişka xwe lîsteyê bînî jêr û mijara ku hê lê mabû, bibînin.



lê êdî dema mirov lîsteyê de pêl mijareke bike, mijar vedibe lê lîstejî cihê xwe de dimîne. ev baş bû.



30.08.2013 12:14 | simurg56

29. Nûbuna dawî me ji derdeke ku me digo qey bêderman e xilas kir.

(bnr: xwedê ji te razî be)



30.08.2013 16:27 | azadixwaz

30. bi destûra xwedê, roja 25-26ê mehê wê hinek din zêde bibin.



23.09.2013 21:35 | simurg56

31. îro tirşikê de hinek nûbûn û guherîn çêbûn, hinek ji wan li jêr hatine lîstekirin;



1- êdî nivîs stûr dikarin werin nivîsandin. mînak: ev nivîs stûr e.

2- êdî lînk dixebitin. mînak:



3- êdî mijara mayînde dikare hebin (li aliyê çepê li jora lîsteya mijaran her tim mayînde dimîne)

4- êdî reklam dikarin werin standin

5- êdî weşana zindî baştir dixebite. (di rûpela profîlê de, li beşa "rewş" tê dîtin)

6- êdî ji profîla nivîskarek, mirov dikare peyamên herî dawîn hatine çeppik kirin/reş kirin/an jî ecêb dîtin bibîne. her wiha hemû peyamên nivîskarek dikare ji vir were dîtin.

7- di aliyê rêvebirinê de gelek pêşketin çêbû û bi vî awayî rêvebirina tirşikê gelekî hêsantir bû.

8- lî jêra malperê lînka sitemap hate danîn. bi vî awayê wî malper di google de baştir xuya bibe.

9- lîsteya bikarhênerên girêdayî êdî baştir û biçûktir xuya dike.

10- êdî ji bo bikarhênerên tirşikê daxuyanî dikarin werin dayîn û ji hemû bikarhêneran re yek carê de peyam dikare were şandin.



ser xêrê be. wê nûbûn dewam bikin...



02.10.2013 12:56 | simurg56

32. gelek hêja bûye .mala xebatkar kedkaran ava.rastî simurg56 hem xwerinek xweş hem jî şirîneyeke delal heq dike. bila deynê min be jê re.



02.10.2013 13:57 | tivirloismail

33. dibinim ko di 'paket'Ê de karek xweş jÎ bo tirşik'Ê derketiye...

pir xweş bÛye. destÊ we derdan neminin brayÊn ciwan Û xwişkÊn delal...



02.10.2013 14:12 | cinorek

34. nûbûnên ku tirşik pê fonksiyoneltir bûye ne..

simurg56 tişta ji destan hatî kiriye êdî barê mayî li ser nivîskaran e.. divê herkes ji heval û derdora xwe ya kurdîzan û kurdînivîs re behs û reklam û danasîna tirşikê bike..

sîstema tirşikê çi qas baş û pêşketî be jî piştî ku nivîskarên aktîv kêm bin û roj bi roj nivîskarên nû tevil tirşikê nebin ev nûbûn û guherîn wê bi kêrî tu tiştekî newên..



02.10.2013 14:52 | endazer

35. Pêşiyan gotiye lehek sabûn, jinikan dike xatun: Veca gelo bi destê jinikna ye nizanim, ferheng fonksîyoneltir û dewlementir buye. tirşik xweş(ik)tir buye.



04.10.2013 01:12 | seydayê_peyvan

36. tirşik, her roj ji roja berê xweştir dibe...



04.10.2013 12:44 | gulan

37. mizgîniyên ku wê di nava heftiyek-deh rojan de, dîsa me kêfxweş bikin.



09.11.2013 21:34 | simurg56

38. ji ber daxwaza hinek nivîskarên jin; ji niha pê ve ger mirov wêneya profîlê hilnebijêre, avatara ku şûna wêneya profîlê otomatîk derdikeve, êdî ne sûreta zilamekê derdikeve. êdî sûreteke bêzayend derdikeve.

weke mînak: https://www.tirsik.net/a/amed



01.01.2014 11:04 | simurg56

39. problema nekarîna derbasbûna rûpela duyemîn ya mijaran, hat çareserkirin. û çend problemên biçûk yên teknîkî hatin çareserkirin.



18.04.2014 00:28 | simurg56

40. - êdî dema mirov li jor, di qutiya lêgerînê de tiştek binivîse, ne tenê mijarên ku bi 'wê' destpê dikin derdikevin. her wiha mijarên ku vê nivîsa me dihewînin jî, weke encam derdikevin.

weke mînak dema mirov "zanîngeh" binivîse; ne tenê zanîngeha dîcleyê, zanîngeha boxaziçiyê û hwd derdikeve, her wiha mijara di facebookê de bi ingîlîzî nivîsîna beşa zaningeha ku tê xwendin jî weke encam derdikeve.



18.04.2014 17:38 | simurg56

41. bişkojka danegeh, ku diçe rûpela xizmeta tirşik-danegehê, li jor hate zêdekirin.



01.05.2014 20:59 | simurg56

42. li kêleka rastê ya malperê foksiyona lêgerîna di ferhengên turkcekurtcesozluk.comê hat zêdekirin. ez bawer im wê kêrî gelek tirşikvanan were.



07.05.2014 20:57 | simurg56

43. di rûpela peyamên taybet de hejmara peyamên ku wê werin nîşandan bû 30. berê 10 bû, loma hejmara rûpelan zêde dibû dîtina peyamek kevin, zehmet dibû.



10.06.2014 21:32 | simurg56

44. êdî hemû endamên tirşikê yên ku heta niha qet peyam nenivîsandine, çomez in.

loma hejmara tirşikvanan kêm bû û hejmara çomezan zêde bû:

vêga 421 çomez hene.



https://www.tirsik.net/istatistik/gisti.php



21.08.2014 16:51 | simurg56

45. êdî peyamên 7 rojên dawî yê herî çepik standine wê di beşa îstatîstîka de xuya bikin
Here lînkê

destê @simurg56 sax be



10.05.2021 19:49 ~19:56 | merwano

46. radyoya tirşikê/133306



11.05.2021 10:54 | simurg56

47. êdî mirov dikare kul û derdên xwe jê bibe. di rûpela kul û derdan de (tirsik>yên din>kul û derd) mirov êdî li kêleka derdên xwe bişkojka "betal bike" dibîne. bi wê butonê jêbirina kul û derdên aîdî we, pêkan e. [li ser daxwaza biruya hayao miyazakî hat çêkirin]



15.05.2021 23:54 ~23:55 | simurg56

48. Nûbûna ku îro hatibû bîra min, lê min nexwest patron biweste...
Çend kul û derdê min yê çewt hatibûn nivîsandin an jî nêzîkî kul û derda min mijar hatibûn vekirin, ji ber vê yekê min dixwest wan jê bibim.

Dest xweş



15.05.2021 23:59 | merwano

49. ax axx simurg guh dabana daxwazê me jî .



16.05.2021 20:54 | shwinsherm

50. (bnr: peyama dawîn)



19.05.2021 00:10 | heval.js

51. ku ne şaş bim wexta mirov dadikeve xwar toolbar/taskbara malperê êdî li jor asê dimîne. belkî jixwe hebû hê ez nû dibînim.



21.07.2021 21:20 ~21:20 | hueyn

52. * # û 11349 dibe

nûbûnên di tirşikê de/11349



8 roj berê 18:49 | keloş

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik v3.0 [1]
ka ez jî agahdariyeke bidim) slav tirşikanên hêja, mergehez malper...
tehdîdên kurdî [2]
Ezê te li berekê(kevir) ve vedim, Ezê lingê te bişkênim, Were meydan...
horhorik [2]
Tirşikvanek fantastîk e. Miqayeseya xweşikbûna memik û welatê xwe di...
toksîkolojî [1]
Zanista ku bi jehr, jehrêketin, antîdot û dermankirina jehrêke...
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1]
babetna - khosha hawraman

...
belki ev jî bala te bikişînin
» nûbûnên di tirşikê de
» tirşikê bixwin lê nebin tirşikçî

Kategoriyên mijarê:: tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî