Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


32 mijar û 50 peyam
peyamên reşşikkirî yên di vê mijarê de; farisî
peyamên reşikkirî

96298. Ez pirr diheyirim; kurdên bakurê kurdistanê heyranî vî zimanî ne lê bes dijminê Sondxwarî yê tirkî ne wek ku tirkî neyarê kurdî be lê bes farisî dostê kurdî be. Ewqas pesn pesn pesn iyğğğ êdî dilê min dixele. Tirkî zimanê nihal atsiz rte û Alparslanan e lê farisî jî zimanê humeynî ahmedînejadan e. Bi a min tu ferqa wan nîn e.
Ha zimanekî xweş e yan na?
Ev jî meseleyekî din e. Di rastiya xwe de hemî ziman xweş in geş in Wexta tu pêşî lê veke şitl didin bi xeml û rewş şîrîn û xweş dibin û Wexta pêşî lê bigirî wekî berfînek tu bibî deynî çolistanekê diçilmisin û nema gul didin.
Ne hewceyî ewqas wesf û pesnan e. Zimanekî serdestan e û Hew!
Ez fêm nakim ev edeta pesindayîna farisî ji kû bû emelê me? Yên ku çûne du helbestên firux û şîrazî û sohrab xwendine û çend stranên namjo guhdarî kirine li ser serê me bûne pisporê farisî bûne zimanzanê farisî bûne farisîlog û zomomo foroso por xwoş o bla bla bla
Yav tê bêji qey ji xwudê de farisî hîn bûne, di nava Farisan de mezin bûne, di dergûşê de bi mevlana û şîrazî di xew de çûne offff bes
Neyse ezê jî herim sê hefte qursa farisî û werim deh rûpel pesnê farisî bidim û bibim ji koma farishezan tilililili...
Heqet min behsa fulara xwe jî ji we re kiribû?



08.06.2013 14:50 | simurg56