Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
zıkkımın kökü - tirşik
zıkkımın kökü
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Belê, hezkirin çi ye? Ev lêker li hemberî çi tê kirin? Dibe ku hezkirina lêkerekê an jî armancekê, ji hezkirina jinekê bêtir be? Ev fîlma Memduh Ün bigelemperî li ser van pirsan hûr dibe û dixwaze bersivekê bide wan. Fîlm di sala 1949an de li Edena'yê dibihure, li ser jiyana zarokekî û dûvre jî ciwaniya vî zarokî ye. Lehengê me yek ji du zarokên malbateke xizan e ku di mercên nexweş de jiyana xwe didomîne. Digel ewqas tiştî lehengê me qet dev ji armanca xwe bernade û ev îradeya wî ya mezin wî bi jiyînê ve girêdide. Navê lehengê me Muzo* ye. Ji biçûkaniya xwe ve ji xwendinê pir hezdike, di her karî de jêhatiye. Ji ber ku malbata wî xizan e, alîkariyê bi malbata xwe re dike û 'darı'(garisê kelandî) difiroşe... Ji jinekê hezdike lê ji ber ku dihere dibistanê naxwaze bi wê re bizewice û ji ber hindê rojekê hezkiriya wî bi zilamekî re dizewice. Yanî ji xwendinê bêtir hezkiriye û ji bo wê karibûye dev ji hezkiriya xwe berde. Îradeyek mezin!! ...hwd...

Fîlm ji romana Muzaffer İzgü ya ku bi heman navî ye, hatiye veguhestin. Muzaffer İzgü di romana xwe de jiyana xwe vegotiye. Jixwe di fîlmê de jî navê karakterê sereke Muzo yanî Muzaffer e..

Muzîkên fîlmê andeqê bala temaşevanan dikşîne. Ji aliyê muzîkjenê kêrhatî Cahit Berkay, hatine çêkirin. Her çiqasî Cahit Berkay di kesayetiyê de di bin erdê de be jî di aliyê hunerê de gelekî kêrhatî ye û kes nikare dijtiştekî bêje..

Dixwazim li ser lîstikvaniyan jî çend tiştan bêjim: Muzoyê zarok, Muzoyê ciwan û Bavê Muzo* pir baş dilîzin. Digel temenê lîstikvanê ku zarokatiya Muzo dilîze kêm e jî lîstikveniyek zehf baş pêşkeşî me kiriye..

Fîlm di kometek mihrîcanan de xelat standine. Li Japonya'yê li Ewropa'yê û li gelek cihên din..

--Di sala 1992'an de hatiye kişandin.



---> http://tinyurl.com/lum6bhn



11.05.2014 00:02 | mergehez

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» zıkkımın kökü

Kategoriyên mijarê:: zimandijun
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî