Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
peyamên çeppikkirî yên di vê mijarê de; ubuntu
peyamên çepikkirî

79760. rojekê antropologek li afrîkayê, hemû zarokên qebîlê top dike û ji wan re lîstikekê dilîze. hinek fêkiyan datîne bin darekê û ji zarokan re dibêje "emê pêşbaziyekê bikin, di nav we de kî berê here bin darê, bila hemî fêkiyan ew bixwe". lîstik destpê dike, lê ji zarokan kes nareve. hemû ji destê hev digrin û bi hev re diçin bin darê. paşê jî hemû fêkiyan parve dikin û dixwin. antropolog ji wan dipirse "we çima wisa kir?". zarokan: "me ubuntu kir. ger me pêşbazî bikira, yek ji me tenê yê fêkî bixwara. lê bi vî avayî em hemû tev dixwin.



08.06.2013 00:32 | simurg56

90078. salê çûyî ji ber sedemê kevnbûna kombersa min ez ketibûm taxa ubuntuyê lê belê ne ubuntu ne jî lubuntu û kbuntu çare nebûbû... min jî bi hêrsî hema ew kombersê avêtibû çopê û laptopekî baş a bi windowsa nû kirîbû. lê ji ber nûbûn û leza wê ya xweş, min ne xwestibû dest biavêjim kombersê.



lê belê... mehek berê min bernameya adobe illustrator daxist û hema ev 20 roj e li ser wê dixebitim. min ew gelek hez kir, hewesa min hema zêdetir dibe, tiştên xweş dixêzînim wekî mîna Here lînkê * lê tiştê ku min ji bîr kir ev e ku ev guhertoya ceribandinê ye û heta ku ez bi pere wê nekirim, bêheylazî nikarim xebatên xwe bidomînim. di vê keliyê de ubuntu hat bîra min, min got, law helbet ew ji bo grafîkê jî bernameyek çêkirine. û erê texmîna min rast derket: bernameyên inkscape û karbon hene. ne yê karbon lê ya ewil, ji bo asta kûrbûnê gelek baş e. (her çiqas illustrator pir baştir bibe jî, a belaş, a xelkê jî xweş e)



dora saet 11ê şevê min dest bi barkirinê kir, çarê sibehê hema her tişt xelas bûbû.



lê îro min çend çewtî dîtin:

a yekem a girîngtir ev bû: min ubuntu li cem windowsê bar kiribû, lê belê vebijarkên ku di vekirina kombersê ve divêt bihata pêşniyazkirin, nedihat. tenê ubuntu derdiket û navê windows derbas nedibû.



min li ser înternetê vekoland û sedema wê dît: ji bo vebûna kombersê, zûtir bibe, windows, ti carî kombersê nagire. wê dide xewekî kûr. ji ber vê jî menuya grubê, windowsê nabîne. çareseriya wê hêsan e:



li ser ubuntuyê:

1. min boot-repair-disk.iso daxist.

2. bi riya vebijarka "dîska destpêkê çê bike", min ew li ser hafizaya usb-yê nivîsand.

3. dawiyê min kombers, li ser vê hafizaya usb-yê da şuxilandin. (destpêkirina şuxilandina vî şiklî li ser biosê pêkan e )

4. du vebijark tê pêşiya meriv. Em a ewil “recommended repair”(rastkirina pêşniyarkirî) hildibijêrin.

Û pirsgirêk xelas dibe.



Pirsgirêka min a duyem ev bû. Çend saetan min kir û nekir, kombers wifi-ya min nas nedikir û navê wê dernedixist, lê belê 1. wifi-yên xelkê didît 2. bi riya kabloyê ez dikarîbum tevlî torê bim. Li ser înternetê gelek kes duçarî vê derdê bûne û li gorî min xwend, tu çare nedîtine. Min du- sê caran kabloya ethernet derxist, nebû. Carekî min ket nava vebijarkên bijkoka înternetê. Êdî ez nizanim, min çi kir, lê pirsgirêk xelasbû û wifi-ya min dit. Happy end. *



Pirsgirêka min a sêyem: klavyeya kurdî! Ji ber ku kurdiya ubuntu ne baş e, nîvco ye, min tirkî hilbijart. Lê meriv dikare klavyeya xwe tercîh bike. 7 heban bi “kurdish” û 6 “kurtçe” hene. Xeynî erebiya kurdishê yên din cureyên hev in. a herî baş, li gorî min "kurdî (surî, latin q)" ye. dişibe klavyeya tirkî ku kesên ji tirkî hîn bûne. Ferqa wan ev e: ı-ya tirkî i; ü, û; ö, ê ye. Him bi serê xwe x heye, him jî ğ-ya tirkî dibe x. meriv li ser klavyeya tirkî, ji bo herfên ê, û, î, divê berê pêl bijkokên caps lock+ ^+ (wan herfan a bê kumik) bike. Bira hinekî derbas bibe, tevliheviya van herfan here, ez ê nîmeta wê bibînim.



(dema ez li cihê peyam-nivîsê dinivîsînim, li aliyekî pergal, rastnivîsa min kontrol dike. xwedêyo, sirf ji bo vê kêfxweşiyê meriv dikare ubuntu daxîne. * )





06.06.2013 16:08 | endazer