Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


18 mijar û 23 peyam
roja zimanê kurdî - tirşik
roja zimanê kurdî
(13) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. ji bona roja zimanê Kurdî 15 Gulanê li Bakûrê Kurdistanê ev roj tê pîroz kirin, di 15 ê Gulanê de yekemîn hejmara kovara Hawarê derket û ev roj ji sala 2006`an ve wek roja zimanê Kurdî li bakûrê Kurdistanê hate pejirandin.



Roja 15 Gulanê, salvegera kovara Kurdî ya bi navê (Hawarê)`ye ku di sala 1932’yan de, ji alîyê Celadet Elî Bedirxan ve bi tîpên latînî li bajarê Şamê yekemîn hejmara Hawarê hatibû derxistin.



Bi vê helkeftê, li bakûrê Kurdistanê hefteyekê bi çalakiyên cihêreng cejna zimanê Kurdî bi civîn û semîner û şanoyan tê pîroz kirin û di civînan de girîngiya zimanê dayikê ji gel re tê nirxandin.



Her weha di hemû çalakiyan de li ser rola kovara Hawarê di parastina ziman û perwerdeya Kurdî wek gaveke dîrokî dê were nirxandin.



11.05.2014 15:03 | renas

2. (bnr: roja zimanê dayîkê)



11.05.2014 15:04 | renas

4. roja ku ez bi kesên tirkîaxêvin lê tenê vê rojê bi Kurdî dipeyivin re tirkî dipeyivim e.



(bnr: error) *



02.01.2015 21:42 | berxweda

5. 15ê gulanê ye. Roja Zimanê Kurdî Pîroz be!
Here lînkê



15.05.2017 17:43 ~17:44 | cûndûllah el-kurdî

6. (bnr: ooo rîtüel alırım bir al)



15.05.2017 22:08 | ferhenga şikestî

8. Pîroz be îro roja zimanê Kurdî ye
Bê ziman jiyan nabe
Hewce ye, her yek ji me di cihê xwe de, kesên zanist li ser zanistiya xwe, ji ziman re kar û xebat bikin.



15.05.2020 06:04 | afa

9. Ewro yo. Ziwan estbiyayîşê ma yo. Ma bi no ziwan estê ma bi no ziwan kêfweş î. Rojê ziwanê Kurdkî pîroz bo.



15.05.2020 07:34 ~07:34 | kajav

10. Ez nizanibûm roja kurdî heye. Sipas dikim tirşik ji bo hişyar kirine. Roja kurdîya me pîroz bê. *



15.05.2020 08:56 | tekoser

11. îro di taşteyê de em hemû malbat bi riya duoyê hevdîtinek pêk anî û tenê bi kurdî peyivîn, beyî xwesteka min. (jbk her car zorê li wan didim ku bipeyivin.) qey ji ber dêûbavê min jî tevlî hevdîtinê bûbûn, yên mayî jî hewl dan kurmancî bipeyivin. her wiha pir kêfa min pê hat. lê sehneya herî xweş ev bû:

birê min ê navîn------>ha apo hayao ka lê binêre wê delalê çi dibêje.
delala biçûk------>(6 salî ye) apo ez kulmancî zanim.
hayao------>ez qulbanka zimankê te bim.
bmn------>(bi pistepistî) bê apo xwedê neke
db------>xwede neke apoo.
...
db: iii...iimm... ez bi dayka xwe le kulmancî dipeyivim. e.*
h: wa! tu dibêjî çi?
db: yadê bi min le kulmancî bipeyive. ez mezin bûm.
h: aferin ji te re.
db: (bi hêcaneke mezin) ez dibêjim yadê ez ê filagan* bişom.
h: keçê tu pir jîr î ha!
db: e. iiimm... apo zalok tv venabe.
h: haho! ha keko! ma te hîn eyar nekir.
db: na nekil.
bmn: bêlome. min kir, nakişîne bavo! ez ê antênê radim xwe!
db: hi? ---error---baaa-baaa!



15.05.2020 11:33 ~11:33 | biruya hayao miyazaki

12. 15ê gulanê ye.15'ê Gulanê li seranser cîhanê wek Roja Zimanê Kurdî tê pîroz kirin. Taybetîya vê rojê destpêka weşana Kovara Hawarê ye ku di 15'ê Gulana sala 1932'an de, bi alfabeya Latinî û Kurdî hatîye weşandin.

Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) di sala 2006'an de vê rojê weke roja Cejna Zimanê Kurdî pejirand û bi vê mebestê, 15-22 Gulanê wek Hefteya Cejna Zimanê Kurdî tê pîroz kirin.

Cejna me pîroz be!



15.05.2020 12:01 | de facto hozan

13. Roja ku ez dixwazim bi risteyek strana Aram Tîgran pîroz bikim.
Pir xweş awaz e, letîf û naz e letîf û naz e zimanê Kurdî.
Roja zimanê me yê ku li dijî bişaftinê û tunekirinê heta vê rojê xwe parastiye li hemû Kurdan pîroz be.



15.05.2020 13:35 | xabûrî

14. kêngî gelê hemû bakûr bi zimanê xwe bi axifin an jî xeberdin ev roja ji bo mi pîroz be.
li vê demê mixabin ser instagramê tenê mi roja zimanê me pîroz kir. mala mi ava kıskıksksıs
alî din roja zimanê kurdî pîroz be, ji bo piştgirîya zimanê me hemû nivîskara tirşikê ra spas dikim, hun her hebin



15.05.2020 15:29 | doesntmatter

15. çejna ku bi piranî bi taga tê pîrozkirin.
lê di rojanê de:
heft sala çû seferê dîsa hat wek kerê berê



15.05.2020 16:35 | merwano

16. Cegerxwînê gewre dîwana xwe ya "kî me ez?" de dibêje ku:

"Em çendan rêber pir hosta û jîr
Me serguherî hev kirne ev bîr
Çend sal li ser hev ev hawar û qîr
Medxwest bibî şêr, lê tu bûyî kew"

hêvîdar im em her û her bibin şêrê zimanê xwe û roja zimanê kurdî pîroz be*



15.05.2020 17:50 | rizgarm

17. Ziman peykerek ava dike ji peyvan.
Tu bi kîjan peyva biaxivi yê peykerekî bi wî zimanî ava bikî.



16.05.2020 12:59 | spînozayî

18. Kurdî şîrînziman e
Silav li yê dizane



15 roj berê 10:24 | cinorek

19. Roja zimanê kurdî, 15ê gulanê, bi bername û klîşeyên ku ji klîşebûnê jî derketine tê pîroz kirin. Weyy ne pîroz be. Me ruh û ziman ji dest daye, qey pêkane ku ew ruh bi axaftinên li ser giringiya zimên û her tişt bi kurdî xweş e, biveje. ?



15 roj berê 15:00 | hêvî

20. Ew roj e ku hinek kesên xwenezan bi zimanên biyanî vê rojê pîroz dikin. Û hinek kes jî bawer nakin ku rojek bo zimanên kurdî hebe. Dibên qey me çavdaye hinekan û wusa me ji bo zimanên xwe rojek destnîşan kiriye. Jdjdjkd



14 roj berê 22:21 | bayê xerbî

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
dîspne [1]
bêhntengî dema mirov bixwaze ku bêhna xwe kontrol bike helbet...
zanîngeha amedê [2]
Dîyarbekir roje bi roje ziwan û kulturê xo ra aîdîyetê xo ra dûr bikew...
zanîngeha amedê [1]
Zanîngeha ku di bin banê zanîngeha enqereyê de bi vebûna beşa xwe ya t...
zanîngeha amedê [1]
zanîngeha dîcleyê Li gor agahiya îroj Beşa Ziman û Edebîya...
game of thrones kurdî [4]
derket..
Game of Thrones Kurdistan - Demsal 6 - Danasîna 2.emîn...
belki ev jî bala te bikişînin
» roja zimanê zikmakî
» zimanê ewilîn
» kurdî tenê zimanek ninû

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi cand ziman
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî