1. peyva ku min îro yekem car dît. hemwateya xeyalê zanistî ye. li înternetê hema bêje tenê di nivîsên danasîna pirtûka Qolyeya Cécileê de, peyda dibe. |
|
2014.05.11-22:38 |
simurg56
![]() |
2. bnr: xeyalê zanistî/13495 |
|
2014.05.11-22:41 |
ceso
![]() |
3. yek ji xeyala min ev e ku malperek kurdî li ser honaka zanistî ava bikim û tê de wergerên beşên xweş ên -bi taybetî yên herî hêja- berhemên mezin ên vê wêjeyê bi cih bikim. dibe ku baldarên vê cureyê bicivin lê nizanim, kurdî ji bo vî tiştî amade ye an na nizanim. |
|
2019.11.26-21:59 ~22:16]|
biruya hayao miyazaki
![]() |
4. Cûreya pirtûkan e, ku ez qet fêm nakim çawa @biruya Hayao Miyazaki di lîsteya xwe ya jor de li dune ji aliyê frank herbert ve û ender's game ji aliyê orson scott card ve zêde nekiriye. Bi taybetî, dune pirtûkeke herî xweş ya ji honaka zanistîyê ye. Ender's Game jî pir xweş e lê ez ji pirtûka duyemîn a wê (speaker for the dead) zêdetir hez dikim. |
|
2019.12.16-03:18 ~03:19]|
serfiraz hêvî
![]() |
5. çima di her ravekê de qertaf lê bar dikin? ango aya honakê û îya zanistê em jê bibin wê baştir nebe gelo: honakzanist. |
|
2020.01.31-12:39 ~14:52]|
tizbîkêş
![]() |
6. nexweşxane/121274 |
|
2020.04.27-22:44 ~22:44]|
biruya hayao miyazaki
![]() |
7. peyva go tune ye û binbandorbûyîna kurdî ya ji aliyê tirkî şanî me dike. peyva orjînal û ya go divê jê were wergerandin îngîlîzî ye; science fiction. lê çûne ji bilim kurguya tirkî wergerandine. bera yekî ji min ra bibêje çima peyvên me divê ji tirkî were wergerandin? weke go her kes dizane pêwendiyeke linguîstîk bi tirkî nîn e lê hê jî zimanê tirkî weka referansek dibînin û peyvên nû yên kurdî li gorî tirkî werdigerînin. |
|
2020.12.13-13:21 ~15:32]|
hueyn
![]() |
8. fiction ji xeyalê zêdetir wateya honak û pevbestinê dide, jixwe xeyal û honak zêde ji hev ne cûda ne. yanî honaka zanistî peyveke dirust e, bi min. |
|
2020.12.13-14:13 |
keyomerd
![]() |
9. science: zanist |
|
2020.12.13-14:38 ~15:01]|
biruya hayao miyazaki
![]() |
10. Têbiniya jorîn: ez ne pisporê zimên im. |
|
2020.12.13-14:52 ~14:54]|
xelîl
![]() |
![]() |
waar tv [1] |
![]() |
tirşikvanên ku zoom skype instagram û whatsappê bikar nayênin [1] |
otoasîmîlasyon [1] |
|
![]() |
meral daniş beştaş [1] |
![]() |
taveheyv [1] |