Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


17 mijar û 24 peyam
duçerxe - tirşik
duçerxe
(9) (1) (6)
di mijarê de bigere

1. duçerxe, hespê hesin.



27.07.2013 23:59 | bazirgan

2. kerkerok



28.07.2013 00:06 | gurê manco

3. kurtefîlmekî serkeftî yê serhat karaaslan e.



28.07.2013 00:09 | gurê manco

4. dema ez diçûm pola 7an mamostekî li ser bisiklêtê henekeka ecêp li min kir. di nav me de ew dialoga derbas bû:



-Bisikletin var mı?



+Var hocam.



-Hangisi?



+Bmx.



-İyi. Peki bisana kaç kişi biner?



+İki kişi binebilir, zorlarsan üç kişi de binebilir.



Ku min wisa got mamoste gelekî kenîya lê min berê fehm nekir ji bo çi dikene. Paşê min fehm kir ku dibêje "bi insana kaç kişi binebilir?" *



28.07.2013 00:10 | kurdmisê

5. amûrekî gelekî kevîn û gelekî modern e .

ew kevne ku di 1817 an de cara yekem hatiye bikaranîn û ew qas modern e ku amûrek ji vê zêdetir bi feyde nehatiye dîtîn . hemû welatê ewrupayî de bikaranîna duçerxeyê pir belavbûyî ye lê di welatên li rojhilata navîn ên gelek pêşdeçûyî de nayê bikaranîn . li deverên xizan de weke îşareta xizaniyê tê dîtin mixabin .lê ji bo tendurîstiya mirıv û ji bo xwezeyê gelek baş e . şûna di nav bajêr de mirov erebeyên bi petrolê dişuxule bikarbîne, him erzantir e him zêdetir bi tenduristî ye, him jî gelek caran bi leztir e . lê mixabin ne ewlehtir e ..

xwezî li bajarên me yên kurdistanê rêyên duçerxeyê hebûya . me ji bo vê yekê bi şaredariya mezin a amedê re têkilî danî, em hêvîdar in rê li ber duçerxeyê bê vekirin ..



28.07.2013 01:18 | brusk56

6. li tersusê jêre teker tê gotin.



31.08.2013 22:37 | azadixwaz

8. li cizîrê jê re me dgot bisqilêt.. di zarokaniya xwe de di nav ew çend feqîrî û tunehiyê de birayê min ê mezin ji min re ji kurdistana iraqê bisqêletek anîbû hê jî dema tê bîra min kêfa min tê..



01.09.2013 00:20 | endazer

9. bilêvkirina weke pisqilêt jî hatiye bihîstin. (bnr: ez ji xwe zanim)

%60ê zarokatiya min derbarê wê de ye * belkî rojek dil hebe dirêj vebêjim.



01.09.2013 00:23 | simurg56

10. ji bo zarokên kurda xeyalêkî xweşê



01.09.2013 09:52 | newenda

11. me jê re digot pisqilêt li me zev jê hezdikir *



01.09.2013 09:53 | navmalok

12. li ba me (bnr: bîsan roadstar gl) xewna şeveke havînê û navnîşana mêraniyê bû. ji ber ku qama me biçÛk û nigê me qutik bû, me nigê xwe di gewdeyê vala re dixist ser pedalan û wilo diajot. ji me we dihat ku dinya li ser qiloçên gê ye.



01.09.2013 13:00 | înano lo

13. (bnr: pisqilêt)



01.09.2013 14:21 | ehmed

14. li gund, wexta cara ewil bavê min ji min re bisiklêteke pînokyo kirî; dinya bûbû ya min. heta tekêrê wê ne teqiyan, zarokê tarê jî êdî ne hevalê remezanê mala hisên bûn, hemûçk hêvalên min bûn.

ji bêbisiklêtî û ji bêhevaltî ez li çarekê keriyam. taliyê min çarêyek dît. ew jî ev bû; xirtûmeke bi qasî îçlastîk qalind û elastîkî min û birê xweyî biçûk bi darê kotekê, bi şixulê du şev û rojekê, di dêvla îçlastîk me xiste nava tekeran. û êdî kevizrê tuj, perçê camên şikestî û dêrh û pîjan jî hew dikartibû tekeran biteqînin... çi demên xweş bûn... axir, heta bisikêt jihevde ket zarokên gund hevalê min bûn. niha bisiklêt tune û em û wan zarokan -ku niha şû simêlên wan nabire- hêjî em destbirakê hev in.



13.09.2013 11:49 | seydayê_peyvan


16. ez bawer im kurdî jê re dibêjin duçerxe.

xeyala hema bêje hemû zarokan e. bi yek bi yek berhevkirin û lihevanîna parçeyan be jî dawiyê de min vê xeyala xwe pêk anîbû. ewqas ku min pisiqlêtê, heta bilyeyên li navenda tekêran jî derxistiye û kiriye cihê wê. ew qas zanim anatomiya wan. û piştî min her tiştê wê temam kir, min frênek sêyemîn lê zêde kiribû û danîbû li binê cihê rûniştinê. çima? ji bo dema mirov frênê bigire bêje tep û bikeve erdê. kuro, min çi karek beredayî kiriye! niha fêhm dikim. neyse.



îhtîmalek mezin piraniya tirşikvanan jî bi pisiqlêtên bisan dest bi ajotina wê kirine. ew bisanên ku hêsina jorîn ya bedena wê du heb bûn û lingê me qet negihişt pêdalên wê. û loma me lingên xwe ji nava îskeleta wê re dikir û wisa diajot. ev tevger, dikare weke şovek akrobasiyê were nîşandan.



pisiqlêta ciwana (hûn bêjin zarok) eslê xwe de bmx e. ji hemûyan bedewtir e, jixwe akrobasiyê de jî ev tên bikaranîn.



weke din pisiqlêtên pînokyo hebûn. weke pisiqlêtên keçikan dihatin dîtin lê piştî ku yek ket destê me, ev nêrîna me jî guherî *



pisiqlêtê parçekirin, îskeleta wê derxistin, bi zimparayê hemû boyaxa wê jêbirin û paşê bi boyaxa spreyê an jî bi firçeyeke kevin, bi rengekî nû boyaxkirin. nekarîna li bendê mayîna ji bo zûwabûna wê. dîsa hemû parçeyan li hev anîn û lê siwar bûn... hemû jî keyfên bêhempa bûn.

hela jixwe ji bo tûrekê dana hevalê xwe û bi vî awayî mîneta xwe kirin ser wan.. ev jî aLiyê tîcareta wê bû...



ev peyam çima evqas dirêj bû, çawa evqas kûr bû?

ev edet ji ku derket nizanim lê nifşa ku zarokatiya xwe di salên 80î û 90î derbas kirine, ji niha ve ketina nostaljiya pîran. gelo ji ber ku em zarokên dawîn yên ku karîne li kuçeyan bilîzin, in? an?



12.12.2013 00:22 | simurg56

17. Bi farisî jê re dibêjin doçerxe.



12.12.2013 00:27 | ceso

18. (bnr: hespê hesin)



12.12.2013 02:30 | biruya hayao miyazaki

19. Nazanim bê çi ye????

Lê bi qasî min xwend min fêm kir ku belkî (bnr: bisiklêt) be.

Welhasil kê ev "k" kiribe "q" xwedê xweliyê jî li serê wî/wê neke ji ber heyfa wê xweliyê jî.



12.12.2013 04:55 | dijber

20. di tekeRÊn wî hene û min digot law çawa ser di tekeran wiya dare û min xwazîya xo danîyan ewê ge dajotin ra ... lê bele bi zore û lavayîya bavêmin sand û jibû elmandina wî min gelek bêsebirî xebat kir û ez hînbûm...



19.12.2013 12:03 | gokerr

21. çerxesiyar, hespikê hesinî,dûçerxe



08.03.2014 11:28 | havka

22. kurtefîlmekî serhat karaaslan e.



kerem kin



08.03.2014 11:48 | brusk56

23. (bnr: bisqilÊt)



08.03.2014 13:38 | cinorek

24. sembola azadÎya a modern. Ê ne modern: hesp, anha bisqilÊt şuna wi digire.



08.03.2014 13:45 | hun çawane heval:)))))))

25. ji du tekelan û avahiyeka xwerû pêk tê. him ajotina wê xweş e him jî ji xwezayê re başe.

lê dîsa jî gelê me bêhtir wesaîtên bi motor tercîh dike.

gellek sedemên vê yekê hene

- duçerxe ya zarokane ajotina mezina şerme

-ajotina duçerxeyê xetere

-sebra gelê me tune ye dixwaze ku her tuşt di wê gavê de çêbe

bijî jiyana bi duçerxe*



13.05.2014 01:27 | renas


27. (bnr: bisiklêt)weke puskulat jî binavdikin..



13.05.2014 01:34 | havka

28. Em jî jê re "pisqilêt" dibêjin. Di Pepûle Tv yê de min wekî peyva “Pasqil” jî seh kiribû. Texmîn dikim Peyva pasqil ê Dîrekt ji "bicycle" ê hildane.



02.04.2015 09:14 ~09:15 | mîr

29. Gelo mirov bi duçerxa xwe her roj here zanîngehê, û bê wî kesek din bi duçerxa naçe nay ew nizam hestek çawa ye? Di zanîngeha Mûşê de xwandekarek her roj bi duçerxa xwe diçe û tê. Ev cara yekemîn e di vî zanîngehê de bûyerek wisa diqewime. Ez bi xwe wî pîroz dikim.



10.10.2016 20:00 | dizek

30. amûra herî xweşik e ji bo çûna mesafeyên kurt. lê li her derî nikare were bikaranîn. divê bajarê we ewle be (nexwe wê duçerxeya wê di nava rojan de were dizîn) û divê zêde kaş û derberjêr tune bin û divê trafîkaa bajarî, rêzê ji bo duçerxeyan bigire. ger ev tune bin, mirov encax ji neçariyê here duçerxe bajo. (bnr: bûhayên petrolê)



10.10.2016 20:40 | simurg56

31. dema min sernivîs dît fikirim; gelo ev du çerx çiye, çerxên spriyalêne * nevî bisîklete/pisqilête *, dutekel wê baştirbe.. jiber çerx tişta di çerixîne çerixandinê tîne bîra meriv



11.10.2016 15:16 | shorbevan

33. bi îngîlîzî bicycle an jî bike.
bi-cycle yanî cot-girover.

alavek ji bû çûn û hatinê ye. bi hêza piyên mirov dilive. cara ewil ji aliyê elmanek vbe hatiye çêkirin (1817). hê jî tiştekî him kêrhatî, him xwezayî, him ji bo tendûristiyê baş e û him jî êdî sporek e jî.
ji roja hatî îcatkirin, heta niha gelek guherîn û pêşvebirin tê de çêbûye bêguman. him konfor û saxlemîya wan him jî rêjeya berdarî û randimana wan zêdetir kiriye.
duçerxe bi kurtî, ji du teker, gewdeyek metal, dîreksîyon, cihê rûniştinê, zîncîra di navbera pedal û tekera paşîn û ji du frenan pêk tê.
tabî dû re gelek taybetiyên nû jî lê zêde bûne. weke mînak êdî sûspansîyon di hinek cûreyan de zarûrî ye, vîtes dîsa hema bêje di hemûyan de heye. her wiha ji bo veguhestina tiştan, sepet jî lê tên zêdekirin. ji bo ku bi şev, ji aliyê erebeyan ve were dîtin, lembe jî tên pêvekirin. ji bo ku elektrîk ji vê lembeyê re were hiulberandin, dînamo jî tên bikaranîn.

gelek cûreyên duçerxeyan hene. yên giştî; duçerxeya çiyê (mountain bike an jî mtb), duçerxeya turê, duçerxeya pêşbaziyê, duçerxeya bajêr in.
her wiha yên bmx hene ku zêdetir ji bo şovan tên bikaranîn. hinekî biçûk in. gelek cûreyên din jî hene ku ji bo qadên taybet tên bikaranîn.

parçeyên duçerxeyekê;
Here lînkê

1- îskelet (îngîlîzî: frame, tirkî;kadro, çatı)
beşa herî mezin û girîng ya duçerxeyekê ye. di performans û xuyaniya wê de rola herî mezin dilîze. bi giştî, çiqas sivik be, ewqas baş e. li gorî giraniya wan, ji zêde ber bi hindik ve wisa ye; pola/hêsin>alumînyum>tîtanyum>karbon.
yên karbon li gorî yên din gelekî bûha ne tabî. yên îdeal weke alumînyum xuya dike.
li gorî şikl û şemala xwe, ji gelek lûleyan pêk tê.

2- çetel (îngîlîzî; fork, tirkî; maşa)
parçeya ku ji dîreksîyonê destpê dike û bi îskeletê ve tê girêdan û tekerê pêşîn pêve tê girêdan.

3- rûniştek (îngîlîzî; saddle, tirkî; sele)

4- dîreksîyon (îngîlîzî; handlebar, tirkî; gidon)

5- pedal (îngîlîzî; pedal, tirkî; pedal)

6- teker (îngîlîzî; wheel, tirkî; teker)
ji lastîkên derveyîn, lastîkên hundirîn, jant, navika tekerê mîlên di navbera jant û navikê pêk tê. li gorî mezinahiya duçerxeyê, mezinahiya tekeran jî diguhere. her wiha li gorî armanca duçerxeyê, stûrahiya tekerê jî diguhere. yên zirav, bileztir in. lê li hember darbeyan ne saxlem in. ji bo asfaltê baş in lê di riyên bi kort û xendek, ne baş in. her wiha bi tekerên zirav heye ku hûn di mazgalên kanalîzasyonê de asê bimînin ;)
Here lînkê

7- vîtes (îngîlîzî; transmission, tirkî; vites)
sîstema vîtesê ji gelek parçeyan pêk tê. li pêş, girêdayî pedalê çend çerxên vîtesê hene. bi giştî 3 heb in. li navenda tekera paş jî dîsa çend çerxên vîtesê hene. weke mînak 7 an jî 10 heb. ger 10 heb bin; 3x10=30 vîtes tê gotin.
di navbera van çerxên pêş û paş de zîncîrek heye. sîstem, li gorî daxwaza ajoker, zîncîrê di navbera van çerxan de dibe û tîne.
li pêş, çerx çiqas mezin be, ajotin ewqas zehmet e lê duçerxe ewqas bilez e. li paş, (sîstem berevajî ye) çerx çiqas mezin be, ajotin ewqas hêsan e lê duçerxe hêdî hêdî diçe.
navê parçeya ku zîncîrê di navbera çerxan de tîne û dibe, bi tirkî aktarıcı bi tirkî derailleur e.
dema em biçûk bûn, me navek din bi kar dianî lê dikim nakim nayê bîra min. navek artîstîk bû.
Here lînkê

8- fren (îngîlîzî; brake, tirkî; fren)
sîstema ku duçerxeyê disekinîne. dema em zarok bûn, piranî yên me xerabe bûn. me jî şûna wêî lingê xwe dirêjî tekerê dikir û pêlava xwe bi tekerê ve dişidand. bi vî away, duçerxe disekiniya.
êdî celebên frenan jî hene;

a- v-fren û u-fren; frenên klasîk in. du destiyên frenê hene ku du parçeyên nermik/lastîk bi serê wan ve heye. dema mirov bi destê xwe frenê diguvişe, ev her du destik wan lastîkan bi jantê ve dişidîne û tekerê disekinîne.Here lînkê


b- hîdrolîk dîsk fren; di van frenan de di kabloyên frenê de şûna telan, şileya hîdrolîkê heye. dema we frenê guvaşt, hêza we bi vê avikê/şileyê tê veguhestin li destikên frenê. sîstemek moderntir e. gelek saxlemtir e û siviktir e. hinekî buhatir e.
di van frenan de li navika tekeran, dîskek mîna çerxên vîtesê hene. balatayên frenê, van dîskan dişidînin, ne jantan. (yên jantan dişidînin jî hene tabî)
Here lînkê


c- mekanîk dîsk fren; mîna hîdrolîk dîsk frenê, ev fren jî şûna jantan, dîskan dişidîne. lê di vê sîstemê de, di kabloyan de mîna v-frenan, têl hene. loma bi qasê hîdrolîkan ne saxlem û sivik in. di eslê xwe de ji herduyan jî xerabtir in.

d- kontra pedal; di van frenan de, dema mirov pedala duçerxeyê ber bi paş ve dizivirîne, tekera paşîn asê dibe û disekine. gelek bibandor e. lê zêde eyara wê tune. çawa ku we frenê girt, teker disekine. yanî şûna hêdîkirinê, rasterast disekinîne.


ev bi qasê 12 sal in ku min duçerxe neajotine. lê min beriya heftiyekê (bi alîkariya tirşikvanê rênas) ji xwe re duçerxeyek xweşik kirî. meha remezanê jî hat lê dîsa jî car caran dema derfet dibînim, derdikevim û jixwe re diajom. xwedê hez bike ez ê tevlî komeleya duçerxe û werzîşên xwezayî yên amedê jî bibim.



28.05.2017 22:50 ~23:25 | simurg56

34. di sala 2000an de min duçerxeyekê ecibadibû û min şanî bavê xwe da. wê gavê 75 milyon bû bavê min got buha ye û ji min û birê min du sê roj paşê ji dikaneke dî du heb kirrî. heba wan ger ne şaş bim 70 milyon bû. berra hesab şaş nebe lê ez dibêjim qey pênç milyona wê demê 50 lira ya anihayîn bûy, me duçerxeyê kirî lê çend roj paşê min ferq kir ku janta paş xwaromaro bû. ez çûm cem hostayekê got heba jant 22.5 milyon e tabê wek ku hûn jî texmîn dikin bavê min got pirr zêde ye ez nikarim biguherînim ji xwe re îdare bike, yên zanin jixwe dizanin ger janta paş xwaromaro be eyara frên nabe. çimkî ger xweş li hev bînî cihên xwar li papûçên frênê asê dibin lê eger frênê fireh eyar bikî vêca jî frên pê nagire. jixwe di duçerxeyê de tu nikarî bi lastîkên pêşî frênê bigirî çi ku duçerxe ji paş ve radibe loma xetere ye...
axirî ji sala 2000an heya 2006an min ewê duçerceyê bê frên ajot. tabê bi linga min frên dikir.
paşê min bisqilêta xwe da kurê xalê xwe lê qebrax di nava du mehan de nihya telaqa wê! aniha li gund e û ji hev ketiye. kengî di rê de bisqilêtekê bibînim bê hemdî dibişirim.
her kes heye zaroktiyeke xweş lê min bi tenê êş'



23.11.2019 00:27 ~00:30 | ferhenga şikestî

35. Min jî di zarokatîya xwe de pir jê hez dikir heta min jixwe duçerxeyek peyda dikir ez jar dibum here bixebite pere kom bike paşî here yekî ji xurdê peyda bike bîne hinek mesref bike. Ev alîyê zehmetîyê ye lê tabî xirabûna wî jî heye qelsbûna frenan teqîna tekeran belavbûna zikê wî. Ji van hemîya xirabtir. Dizîya duçerxeyan bênamusan 2 3 caran duçerxeya min dizîn. Ez niha jî nifira wan dikim. Ji ber ku di zarokatî de keyfa herî mezin ajotina duçerxeyane. Û heta mirov dibu xwudan duçerxe pir îza didît.



29.11.2019 22:50 | azad30

36. divê bi tu awayî li derve nemîne. li sûkê fîlan ji bo demekî belkî lê dema mirov hat mal teqez divê bibe nava malê. ger na, wê rojekî were dizîn. îstîsnaya vê tune. heta niha qet duçerxeya min nehatîye dizîn, bi saya vê yekê.
jixwe êdî li hemû avahîyan asansor hene. bi asansorê, birin û anîna wê gelekî hêsan e; frena paşîn bişidîne, duçerxeyê ber bi paş ve bikişîne. wê demê wê tegera pêşîn rabe, wê demê dest ji frenê berde û wek hespê rabûyî pêdarê, têkevin asandorê.

ya rast par 2 heb duçerxeyên hevalkî min, ji nava odeya wî jî hat dizîn lê li amedê tiştên wisa normal in ez bawer im.



30.11.2019 11:25 | simurg56

37. Ti caran duçerxeyê min çênebû ji zaroktiya min heta niha. Wek kuleke di dilê min de disekine, divêm yekî bikirim ji xwe re lê li mîrata stenbolê ez ê çawa bi kar bînim nizanim. Divê li semtên wek maltepe, bostanci û kadikoy bijîm ev jî ne hêsan e di demek kin de.



30.11.2019 11:41 | xelîl

38. Sal 2008 dibistana navîn pola şeşan de bûm. Dawiya perwerdeya vê salê hatibû û roja qarne bû. Ew çaxê heywanên me hebûn û vê rojê li malê de jî bilî dêya min kes tunebû. Ji ber vê neçûme dibistan bûm şivanê karik û berxan. lê cêwiyê min heye qerna min jî wê ew bigre. Bêbextî di her alî de li para min bû. Hem dawiya sala perwerdehiyê bû hem min dixwest qarne xwe bi destê xwe bigrim hem jî çima ez? Cêwiyên min bila biçe ber karik û berxan! Êdî çêbû, vê rojê bûm şivan. Min karik û berxa da ber xwe çûm çiya û zozana. Havîn bû germ e, amed dikele, dipije. Êdî dema vegerandinê hat Nêzîkê nîvro li çolê vegeriyam malê. Hatim nêzîkê gund ezrebeno çi bibînim. cêwiyê min û derûdorê wî de zarokên gund temaşê duçerxeyek dikin. Cêwiyê min wekî xwediyê gund û qesran wekî axayê ax û deştan wekî mîreyê mal û mulkan disekine. Wekî fermandarek serdestî dike. Bi kêf û coş e. Heyran, dizanim tiştekî heye, hal û hewal tiştek qewimiye. Belê! rast e. Li dibistanê de aliyê saziyên civakan ji bo xwendekaran cil û pêlav hatine belav kirin. Du heb duçerxe jî hebûne. Di wan duçerxeyan yekî jî dane cêwiyê min. De ka ez dizanim ez li wir bibûma wê diyarî min û wî bikira. Na: cêwiyên min dibêje duçerxe tenê yê min e. Serdestî dike, destûr nade ez jî bajom. Xwedê dizane çi qasî zora min diçe. Û ew cêwiyên min hê jî itîraf nekiriye negotiye, “erê wele vê çaxê mamoste gotibû duçerxe yê te û cêwiyê te ye”. ez ê vê nivîsê jê re bişînim ;)



30.11.2019 18:13 ~18:35 | kajav

39. (bnr: komeleya duçerxe û xwezayê ya cizîrê)



30.11.2019 19:30 | xendekî

40. Heta ez siwar nebûbûm min digot qey ka tiştekî pir xweş e, kengê ez siwar bûm min hê fahm kir ku siwarbûna tu tiştekî wê tu carî cihê ya keran û hespan negre.

Bi taybetî gava berê êvarê em diçûn pêşiya garanê û diketin pêşbaziyê bi kerên xwe, kelecaneka bêhempa bû. Carna gunê min bi zarokên bajaran tê ji ber ku rebena gelek tiştan nedîtine û nizanin.



10.04.2020 03:01 | afa

41. Min çavê şeytanê korekir û ji xwe re duçerxeyek kirî. Mosso wild fîre. Heta min kirî min serê @sîmûrg56 û @xendekî gêj kir. Min ya kevn ji letgoyê 850 lîreyî kirî ya nû jî dora 2400 a ne.



26.09.2020 16:56 | azad30

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
memikên herî xweşik [1]
li vê cîhanê yek tişt heye ku xweştir e ji memikan ew jî welatê min ku...
canon [2]
Marqeyeke wênekêş, optîk, mekîneyên fotokopiyê ye. Li tokyo'ya...
îy yo hee [1]
Strana binavûdeng a koma the cranberries e. zarok bûm. Jin...
fuckîro rebeno [1]
ez jî nizanim çi ye. min tirşikê dixwend .hema ji nişka ve hat min wek...
nexweşiya mirovê vî wextî [2]
Pirsgirêkek din: her kes di bubble-ê xwe de dijî. Tenê mijarên hilbija...
belki ev jî bala te bikişînin
» duçerxeyên çerxa esirên teng

Kategoriyên mijarê:: jiyan spor
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî