Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


33 mijar û 52 peyam
duçerxe - tirşik
duçerxe
(9) (1) (6)
di mijarê de bigere

20. çerxesiyar, hespikê hesinî,dûçerxe



08.03.2014 11:28 | havka

21. kurtefîlmekî serhat karaaslan e.



kerem kin



08.03.2014 11:48 | brusk56

22. (bnr: bisqilÊt)



08.03.2014 13:38 | cinorek

23. sembola azadÎya a modern. Ê ne modern: hesp, anha bisqilÊt şuna wi digire.



08.03.2014 13:45 | hun çawane heval:)))))))

24. ji du tekelan û avahiyeka xwerû pêk tê. him ajotina wê xweş e him jî ji xwezayê re başe.

lê dîsa jî gelê me bêhtir wesaîtên bi motor tercîh dike.

gellek sedemên vê yekê hene

- duçerxe ya zarokane ajotina mezina şerme

-ajotina duçerxeyê xetere

-sebra gelê me tune ye dixwaze ku her tuşt di wê gavê de çêbe

bijî jiyana bi duçerxe*



13.05.2014 01:27 | renas


26. (bnr: bisiklêt)weke puskulat jî binavdikin..



13.05.2014 01:34 | havka

27. Em jî jê re "pisqilêt" dibêjin. Di Pepûle Tv yê de min wekî peyva “Pasqil” jî seh kiribû. Texmîn dikim Peyva pasqil ê Dîrekt ji "bicycle" ê hildane.



02.04.2015 09:14 ~09:15 | mîr

28. Gelo mirov bi duçerxa xwe her roj here zanîngehê, û bê wî kesek din bi duçerxa naçe nay ew nizam hestek çawa ye? Di zanîngeha Mûşê de xwandekarek her roj bi duçerxa xwe diçe û tê. Ev cara yekemîn e di vî zanîngehê de bûyerek wisa diqewime. Ez bi xwe wî pîroz dikim.



10.10.2016 20:00 | dizek

29. amûra herî xweşik e ji bo çûna mesafeyên kurt. lê li her derî nikare were bikaranîn. divê bajarê we ewle be (nexwe wê duçerxeya wê di nava rojan de were dizîn) û divê zêde kaş û derberjêr tune bin û divê trafîkaa bajarî, rêzê ji bo duçerxeyan bigire. ger ev tune bin, mirov encax ji neçariyê here duçerxe bajo. (bnr: bûhayên petrolê)



10.10.2016 20:40 | simurg56

30. dema min sernivîs dît fikirim; gelo ev du çerx çiye, çerxên spriyalêne * nevî bisîklete/pisqilête *, dutekel wê baştirbe.. jiber çerx tişta di çerixîne çerixandinê tîne bîra meriv



11.10.2016 15:16 | shorbevan

31. bi îngîlîzî bicycle an jî bike.
bi-cycle yanî cot-girover.

alavek ji bû çûn û hatinê ye. bi hêza piyên mirov dilive. cara ewil ji aliyê elmanek vbe hatiye çêkirin (1817). hê jî tiştekî him kêrhatî, him xwezayî, him ji bo tendûristiyê baş e û him jî êdî sporek e jî.
ji roja hatî îcatkirin, heta niha gelek guherîn û pêşvebirin tê de çêbûye bêguman. him konfor û saxlemîya wan him jî rêjeya berdarî û randimana wan zêdetir kiriye.
duçerxe bi kurtî, ji du teker, gewdeyek metal, dîreksîyon, cihê rûniştinê, zîncîra di navbera pedal û tekera paşîn û ji du frenan pêk tê.
tabî dû re gelek taybetiyên nû jî lê zêde bûne. weke mînak êdî sûspansîyon di hinek cûreyan de zarûrî ye, vîtes dîsa hema bêje di hemûyan de heye. her wiha ji bo veguhestina tiştan, sepet jî lê tên zêdekirin. ji bo ku bi şev, ji aliyê erebeyan ve were dîtin, lembe jî tên pêvekirin. ji bo ku elektrîk ji vê lembeyê re were hiulberandin, dînamo jî tên bikaranîn.

gelek cûreyên duçerxeyan hene. yên giştî; duçerxeya çiyê (mountain bike an jî mtb), duçerxeya turê, duçerxeya pêşbaziyê, duçerxeya bajêr in.
her wiha yên bmx hene ku zêdetir ji bo şovan tên bikaranîn. hinekî biçûk in. gelek cûreyên din jî hene ku ji bo qadên taybet tên bikaranîn.

parçeyên duçerxeyekê;
Here lînkê

1- îskelet (îngîlîzî: frame, tirkî;kadro, çatı)
beşa herî mezin û girîng ya duçerxeyekê ye. di performans û xuyaniya wê de rola herî mezin dilîze. bi giştî, çiqas sivik be, ewqas baş e. li gorî giraniya wan, ji zêde ber bi hindik ve wisa ye; pola/hêsin>alumînyum>tîtanyum>karbon.
yên karbon li gorî yên din gelekî bûha ne tabî. yên îdeal weke alumînyum xuya dike.
li gorî şikl û şemala xwe, ji gelek lûleyan pêk tê.

2- çetel (îngîlîzî; fork, tirkî; maşa)
parçeya ku ji dîreksîyonê destpê dike û bi îskeletê ve tê girêdan û tekerê pêşîn pêve tê girêdan.

3- rûniştek (îngîlîzî; saddle, tirkî; sele)

4- dîreksîyon (îngîlîzî; handlebar, tirkî; gidon)

5- pedal (îngîlîzî; pedal, tirkî; pedal)

6- teker (îngîlîzî; wheel, tirkî; teker)
ji lastîkên derveyîn, lastîkên hundirîn, jant, navika tekerê mîlên di navbera jant û navikê pêk tê. li gorî mezinahiya duçerxeyê, mezinahiya tekeran jî diguhere. her wiha li gorî armanca duçerxeyê, stûrahiya tekerê jî diguhere. yên zirav, bileztir in. lê li hember darbeyan ne saxlem in. ji bo asfaltê baş in lê di riyên bi kort û xendek, ne baş in. her wiha bi tekerên zirav heye ku hûn di mazgalên kanalîzasyonê de asê bimînin ;)
Here lînkê

7- vîtes (îngîlîzî; transmission, tirkî; vites)
sîstema vîtesê ji gelek parçeyan pêk tê. li pêş, girêdayî pedalê çend çerxên vîtesê hene. bi giştî 3 heb in. li navenda tekera paş jî dîsa çend çerxên vîtesê hene. weke mînak 7 an jî 10 heb. ger 10 heb bin; 3x10=30 vîtes tê gotin.
di navbera van çerxên pêş û paş de zîncîrek heye. sîstem, li gorî daxwaza ajoker, zîncîrê di navbera van çerxan de dibe û tîne.
li pêş, çerx çiqas mezin be, ajotin ewqas zehmet e lê duçerxe ewqas bilez e. li paş, (sîstem berevajî ye) çerx çiqas mezin be, ajotin ewqas hêsan e lê duçerxe hêdî hêdî diçe.
navê parçeya ku zîncîrê di navbera çerxan de tîne û dibe, bi tirkî aktarıcı bi tirkî derailleur e.
dema em biçûk bûn, me navek din bi kar dianî lê dikim nakim nayê bîra min. navek artîstîk bû.
Here lînkê

8- fren (îngîlîzî; brake, tirkî; fren)
sîstema ku duçerxeyê disekinîne. dema em zarok bûn, piranî yên me xerabe bûn. me jî şûna wêî lingê xwe dirêjî tekerê dikir û pêlava xwe bi tekerê ve dişidand. bi vî away, duçerxe disekiniya.
êdî celebên frenan jî hene;

a- v-fren û u-fren; frenên klasîk in. du destiyên frenê hene ku du parçeyên nermik/lastîk bi serê wan ve heye. dema mirov bi destê xwe frenê diguvişe, ev her du destik wan lastîkan bi jantê ve dişidîne û tekerê disekinîne.Here lînkê


b- hîdrolîk dîsk fren; di van frenan de di kabloyên frenê de şûna telan, şileya hîdrolîkê heye. dema we frenê guvaşt, hêza we bi vê avikê/şileyê tê veguhestin li destikên frenê. sîstemek moderntir e. gelek saxlemtir e û siviktir e. hinekî buhatir e.
di van frenan de li navika tekeran, dîskek mîna çerxên vîtesê hene. balatayên frenê, van dîskan dişidînin, ne jantan. (yên jantan dişidînin jî hene tabî)
Here lînkê


c- mekanîk dîsk fren; mîna hîdrolîk dîsk frenê, ev fren jî şûna jantan, dîskan dişidîne. lê di vê sîstemê de, di kabloyan de mîna v-frenan, têl hene. loma bi qasê hîdrolîkan ne saxlem û sivik in. di eslê xwe de ji herduyan jî xerabtir in.

d- kontra pedal; di van frenan de, dema mirov pedala duçerxeyê ber bi paş ve dizivirîne, tekera paşîn asê dibe û disekine. gelek bibandor e. lê zêde eyara wê tune. çawa ku we frenê girt, teker disekine. yanî şûna hêdîkirinê, rasterast disekinîne.


ev bi qasê 12 sal in ku min duçerxe neajotine. lê min beriya heftiyekê (bi alîkariya tirşikvanê rênas) ji xwe re duçerxeyek xweşik kirî. meha remezanê jî hat lê dîsa jî car caran dema derfet dibînim, derdikevim û jixwe re diajom. xwedê hez bike ez ê tevlî komeleya duçerxe û werzîşên xwezayî yên amedê jî bibim.



28.05.2017 22:50 ~23:25 | simurg56

32. di sala 2000an de min duçerxeyekê ecibadibû û min şanî bavê xwe da. wê gavê 75 milyon bû bavê min got buha ye û ji min û birê min du sê roj paşê ji dikaneke dî du heb kirrî. heba wan ger ne şaş bim 70 milyon bû. berra hesab şaş nebe lê ez dibêjim qey pênç milyona wê demê 50 lira ya anihayîn bûy, me duçerxeyê kirî lê çend roj paşê min ferq kir ku janta paş xwaromaro bû. ez çûm cem hostayekê got heba jant 22.5 milyon e tabê wek ku hûn jî texmîn dikin bavê min got pirr zêde ye ez nikarim biguherînim ji xwe re îdare bike, yên zanin jixwe dizanin ger janta paş xwaromaro be eyara frên nabe. çimkî ger xweş li hev bînî cihên xwar li papûçên frênê asê dibin lê eger frênê fireh eyar bikî vêca jî frên pê nagire. jixwe di duçerxeyê de tu nikarî bi lastîkên pêşî frênê bigirî çi ku duçerxe ji paş ve radibe loma xetere ye...
axirî ji sala 2000an heya 2006an min ewê duçerceyê bê frên ajot. tabê bi linga min frên dikir.
paşê min bisqilêta xwe da kurê xalê xwe lê qebrax di nava du mehan de nihya telaqa wê! aniha li gund e û ji hev ketiye. kengî di rê de bisqilêtekê bibînim bê hemdî dibişirim.
her kes heye zaroktiyeke xweş lê min bi tenê êş'



23.11.2019 00:27 ~00:30 | ferhenga şikestî

33. Min jî di zarokatîya xwe de pir jê hez dikir heta min jixwe duçerxeyek peyda dikir ez jar dibum here bixebite pere kom bike paşî here yekî ji xurdê peyda bike bîne hinek mesref bike. Ev alîyê zehmetîyê ye lê tabî xirabûna wî jî heye qelsbûna frenan teqîna tekeran belavbûna zikê wî. Ji van hemîya xirabtir. Dizîya duçerxeyan bênamusan 2 3 caran duçerxeya min dizîn. Ez niha jî nifira wan dikim. Ji ber ku di zarokatî de keyfa herî mezin ajotina duçerxeyane. Û heta mirov dibu xwudan duçerxe pir îza didît.



29.11.2019 22:50 | azad30

34. divê bi tu awayî li derve nemîne. li sûkê fîlan ji bo demekî belkî lê dema mirov hat mal teqez divê bibe nava malê. ger na, wê rojekî were dizîn. îstîsnaya vê tune. heta niha qet duçerxeya min nehatîye dizîn, bi saya vê yekê.
jixwe êdî li hemû avahîyan asansor hene. bi asansorê, birin û anîna wê gelekî hêsan e; frena paşîn bişidîne, duçerxeyê ber bi paş ve bikişîne. wê demê wê tegera pêşîn rabe, wê demê dest ji frenê berde û wek hespê rabûyî pêdarê, têkevin asandorê.

ya rast par 2 heb duçerxeyên hevalkî min, ji nava odeya wî jî hat dizîn lê li amedê tiştên wisa normal in ez bawer im.



30.11.2019 11:25 | simurg56

35. Ti caran duçerxeyê min çênebû ji zaroktiya min heta niha. Wek kuleke di dilê min de disekine, divêm yekî bikirim ji xwe re lê li mîrata stenbolê ez ê çawa bi kar bînim nizanim. Divê li semtên wek maltepe, bostanci û kadikoy bijîm ev jî ne hêsan e di demek kin de.



30.11.2019 11:41 | xelîl

36. Sal 2008 dibistana navîn pola şeşan de bûm. Dawiya perwerdeya vê salê hatibû û roja qarne bû. Ew çaxê heywanên me hebûn û vê rojê li malê de jî bilî dêya min kes tunebû. Ji ber vê neçûme dibistan bûm şivanê karik û berxan. lê cêwiyê min heye qerna min jî wê ew bigre. Bêbextî di her alî de li para min bû. Hem dawiya sala perwerdehiyê bû hem min dixwest qarne xwe bi destê xwe bigrim hem jî çima ez? Cêwiyên min bila biçe ber karik û berxan! Êdî çêbû, vê rojê bûm şivan. Min karik û berxa da ber xwe çûm çiya û zozana. Havîn bû germ e, amed dikele, dipije. Êdî dema vegerandinê hat Nêzîkê nîvro li çolê vegeriyam malê. Hatim nêzîkê gund ezrebeno çi bibînim. cêwiyê min û derûdorê wî de zarokên gund temaşê duçerxeyek dikin. Cêwiyê min wekî xwediyê gund û qesran wekî axayê ax û deştan wekî mîreyê mal û mulkan disekine. Wekî fermandarek serdestî dike. Bi kêf û coş e. Heyran, dizanim tiştekî heye, hal û hewal tiştek qewimiye. Belê! rast e. Li dibistanê de aliyê saziyên civakan ji bo xwendekaran cil û pêlav hatine belav kirin. Du heb duçerxe jî hebûne. Di wan duçerxeyan yekî jî dane cêwiyê min. De ka ez dizanim ez li wir bibûma wê diyarî min û wî bikira. Na: cêwiyên min dibêje duçerxe tenê yê min e. Serdestî dike, destûr nade ez jî bajom. Xwedê dizane çi qasî zora min diçe. Û ew cêwiyên min hê jî itîraf nekiriye negotiye, “erê wele vê çaxê mamoste gotibû duçerxe yê te û cêwiyê te ye”. ez ê vê nivîsê jê re bişînim ;)



30.11.2019 18:13 ~18:35 | kajav

37. (bnr: komeleya duçerxe û xwezayê ya cizîrê)



30.11.2019 19:30 | xendekî

38. Heta ez siwar nebûbûm min digot qey ka tiştekî pir xweş e, kengê ez siwar bûm min hê fahm kir ku siwarbûna tu tiştekî wê tu carî cihê ya keran û hespan negre.

Bi taybetî gava berê êvarê em diçûn pêşiya garanê û diketin pêşbaziyê bi kerên xwe, kelecaneka bêhempa bû. Carna gunê min bi zarokên bajaran tê ji ber ku rebena gelek tiştan nedîtine û nizanin.



10.04.2020 03:01 | afa

dengdanên dawîn (yên din..)
horhorik [2]
Tirşikvanek fantastîk e. Miqayeseya xweşikbûna memik û welatê xwe di...
tehdîdên kurdî [1]
Ezê te li berekê(kevir) ve vedim, Ezê lingê te bişkênim, Were meydan...
toksîkolojî [1]
Zanista ku bi jehr, jehrêketin, antîdot û dermankirina jehrêke...
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1]
babetna - khosha hawraman

...
îy yo hee [2]
Strana binavûdeng a koma the cranberries e. zarok bûm. Jin...
belki ev jî bala te bikişînin
» duçerxe

Kategoriyên mijarê:: jiyan spor
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî