Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
topa garanê - tirşik
topa garanê
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. lîstikek kurda ye, wekî “topa dara” jî tê gotin. barkem piranî li herêma serhedê tê leyîstin. leyîstina vî lîstikê wekî beyzbol e. du heb tîm bi dar û top tê leyîstin.



heta dibejin ku, ji beyzbolê kevntir e, dibe ku emerîkanî ji me kurda hildaye, çimkî lê “wikipedia” binêrin wana sala 1850 ya dest pê kiriye.



topa vî bi pirça ga tê çêkirin. min heta niha ne leyîstiye, lê bavê min û apê min wan behs dikirin.



hewce dike ser vî lîstike lêkolinek akademîk were çêkirin. texmin dikim heke haja emerîkanî ser vî hebûya gelek balê wan dikişand.



15.05.2014 15:20 | mîr

2. Nûçeyekî derheqa vî lîstikê:



Beyzbola kurdan "Topa garanê"



Here lînkê





13.02.2015 16:15 | mîr

3. em jî dema biçûk bûn gellek dileyiztin gelemperî bi navê '' topa dara'' me dinavande.



13.02.2015 19:06 | pîlerka pîr

4. Di BasNews ê de Nûçeyekî derheqê wê de hatiye weşandin, li Şirnexê jî bi navê guhşegi ev leyîstik tê leyîstin. Derbarê wê de Kitêbeke bi navê “Guhşegi Beyzbolun Atası’’ derxistine.

Navê wê herêmên din ji hev cuda ne, wekî "topa Dara", "goga Dara", "Guhşegi" tê zanîn.

Ev leyîstik Beyzbola kurdan e ku ji Amerîkayê ewil kurd leyîstiye hê jî tê leyîstin. Bavê min kalikê min wan ne televîzyon ne radyoya wan hebû Tirkî jî nizanibûn, ji gundên xwe derneketibûn wê leyîstine, îja feqîrê ji kû bizanibûna Beyzbol çiye...

Çend Îdîa hene esker, mîsyonerên Ewropayê​, Amerîkayê hwd. Vê lîstikê ji Kurdan dîtine birine Amerîkayê​. Yan jî miletên ermenî, suryanî gava çûne Amerîkayê hînî wan kirine.

Here lînkê



09.06.2017 01:46 ~01:51 | mîr

5. Topa garanê jî em dizanin. Di herêma me birrê em digotin. Rêzika wan hema hema eynî ye. Sê çar cewazî hebe jî kêm in yanê. American beysbol jî ji kurdistanê tê. Dema ermen û siryan ji kurdistanê derketin û rewiyan hetanî amerikayê li vê derê belav kirin. Rêzika american beysbolê jî hema bêje eynî leyistika birrê ye. Tu ferq nîn e.
Kellê jî hebû vega nayê bîra min çawa bû.



09.06.2017 17:33 ~17:39 | rûbar

6. Em jî berê dilîstin lê me wek gogê bi nav dikir. Di çîrokek da jî hat ber min bi bavê holê.



09.06.2017 20:19 | roberz

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» topa garanê

Kategoriyên mijarê:: listikrastin cand kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî