Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
di kurdî de problematîka navê mehan - tirşik
di kurdî de problematîka navê mehan
(4) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. problematîka ku ji ber bikaranîna salnameyên cuda û cihêreng ji aliyê kurdan ve rû daye.. di ferhengên kurdî de hema bêje ji bo her mehekî sê-çar nav hene an hatine çêkirin û ev jî ji bo axêver û bikarhênerên zimanê kurdî dibe sedema zorî û aloziyan.. demekî li ser facebookê nîqaş û guftûgoyek mezin di ber wergerandina facebookê ya ji bo zimanê kurdî de çêbûn û ji her devekî pêşniyarek derket.. me dît ku li ser navan li hev kirin ne mimkun e.. me biryar da ku em şûna navan reqeman bikar bînin.. wekê meha 5-ê.. filan..



12.07.2013 14:41 | endazer

2. Ji bo xêra vê mehê yekî ji me dikare van mehan wek bi rêzê ve binivîse.ji rêbendanê heta berfanbarê.



13.07.2013 01:00 | fizikzan

3. derbarê vê pirgirêkê de min jî berî 2 salan nivîsek di bloga wergerine.com de nivîsandibû (blog niha hat girtin)



ew nivîs li jêr e:



"Sergêjiya navê mehan



Demekê serê min jî gêj bibû ji ber tevlîheviya navê mehan. Li gor her zarava û herêmê navên mehan diguherin. Tabî her çiqas ev dewlemendiyeke kurdî be jî mixabin ev yek di heman demê de dibe sedema têkilheviyekê jî. Berî demekê min nûçeyek xwendibû ku qala standartkirina van navan dikir û lîsteyeke mehan hatibû derxistin, ji wê rojê ve ez van navan bi kar tînim. Min xwest haya we jî jê hebe. Li vê rûpelê (lînka tê behskirin êdî naxebite) jî qala vê pirsgirêkê tê kirin. Xuya ye ya her baş dîsa bikaranîna standartên Enstîtûya Kurdî ya Parîsê û ya Roj TVyê ye. Jixwe ji xeynî du mehan ev herdu sazî heman navan bi kar tînin. Ez bixwe ya Enstîtûyê tercîh dikim ku ev jî wisa ye:

1- Çile, 2- Sibat, 3- Adar, 4- Nîsan, 5- Gulan, 6- Hezîran, 7- Tîrmeh, 8-Tebax, 9- Îlon, 10- Cotmeh 11- Mijdar 12-Kanûn"



Li malpera TZP kurdî jî heman nav tên pêşniyarkirin (ev lînk jî êdî naxebite) û tê ragihandin ku Yekitiya Ragihandina Demokratîk (YRD)ê di konferansa xwe ya çaremîn de biryareke ji bo bikaranîna van navan standiye. Ji kerema xwe re hûn jî bi qasê ji destê we were, tenê van navan bi kar bînin ku êdî ji bo mijareke wisa bes serê me gêj bibe *



li vê nivîsê, bikarhênerek bin nivîsê de bersiv dabû û dawiyê de min wisa gotibû:



"Hevalê @Koparo, min ji kesekî ji Enstîtûya Kurdî ya Stenbolê pirs kir û bersiv stand, dibêje ku Enstîtû jî weke gotina te bi kar tîne.

Yanî wisa:

1- Rêbendan, 2- Reşemî, 3- Adar, 4- Avrêl, 5- Gulan, 6- Pûşper, 7- Tîrmeh, 8- Gelawêj, 9- Rezber, 10- Kewçêr, 11- Sermawez, 12- Berfanbar.

Spas ji bo hişyariya te. (Ez ê nivîsê jî sererast bikim û ez ê êdî wisa bi kar bînim)"



vêca em çawa bikin, nizanim.



13.07.2013 02:21 | simurg56

4. tevlîheviyek pir mezin e. ewqas mezin e ku piştî ev 6 sal in ji bo kongreya neteweyî tê xebitîn ger kongre çêbe divê ewqas sal jî ji bo kongreyeke ji bo vê meselê bê xebitîn.1" qasê min hin nuçeyên ji başurê de dîtî ew jî reqeman bikar tînin.



13.07.2013 11:38 | azadixwaz

5. nizanim çima lê ez bi xwe vê bi kar tînim ..



1) çile 2) sibat 3) adar) 4)nîsan 5) gulan 6) pûşper 7) tîrmeh 8) tebax 9) îlon 10) cotmeh 11) mijdar 12 ) berfanbar



30.06.2014 14:58 | mervan roni

6. navên ku tu alî li ser hev nekirine ye.

Facebook yekê bi kar tîne. wîkîpediya ya din..



Ez bi xwe ya hawarê bi kar tînim.

çile-sibat-adar-nîsan-gulan-hezîran-tîrmeh-tebax-îlon-cotmeh-mijdar-kanûn



27.11.2014 03:04 | berxweda

7. her wiha zana farqînî jî nivîsek li ser nivîsî ye.



biner: http://www.ozgur-gundem.com/index.php?haberID=92427&haberBaslik=Kurmanc%C3%AE%E2%80%99de%20ay%20isimleri%20sorunu&action=haber_detay&module=nuce&authorName=Zana%20FARQ%C3%8EN%C3%8E&authorID=766



Her wiha ev nivîsa îbrahîm seydo aydogan jî cûdahiyek mezin eşkere dike:



http://archive.today/vjutv



27.11.2014 03:11 | berxweda

8. zana farqînî di hejmara havîn-2010 a zendê de gotarekî gelekî dirêj û bi teferruat vê pirsgirêkê vekolandî ye. di encamê de vê tiştê dibêje:



(wergirtin: a rast wisan dixuye ku guherîna bingehîn a navên mehan piştî biryara enstîtuya kurdî ya stenbolê ya li ser navên mehan çêbûye û bi temamî ji navên mehan ên derdorên sazî û dameziraweyên kurdan bi dûr ketiye.)

navê gotar: di zimanê nivîskî û yê devkî de navên mehan rûpel: 39



ev çend salin ez rojname û kovar û kanal û malperên kurdî dixwînim û dişopÎNİM Û HÎN Û hîn fêrî navên mehan nekirim... zana farqînî di ew gotara ku navê wê hat parvekirin, pêşnîyara xwe jî kirîye. li gorî min pêşnîyarekî gelekî bi cîh e.



27.11.2014 21:01 | biruya hayao miyazaki

9. Ne tenê di zaravê kurmancîyî de, di zaravê kirdkîyî de heye, vî problem.



28.11.2014 01:30 | endazyar

10. seydayê tîrêj ev navên mehan wiha bi rêz kiriye, li gor xwe, bi tarza xwe, bi helbestî:

tîrêj - çar dem
Ey Mizgîno bixwîne
Va rêçikên li jorî

Bo tu nezan nemînî
Biçûko dê bi gorî

Hemî sal sêsed û şêst
Digel şeş roj bi hejmar

şev ji rojan tên hesab
Bi se'etan bîst û çar

Ji heft roja ya heştan
Di navbêra wan în e

Sal dibitin donzde meh
Rojê wan sîh yek û sî

Pêşî kanûna paşîn
sibat û adar li dû

nîsan gulan hezîran
tîrmeh û tebax li dû

Ya nehemîn îlon e
çirya pêşîn deh e

Yaze çirya paşîn
kanûn li pê dozdeh e

Sal hatiye parkirin
çar dem jê hatine der

Her navbera sê mehan
Jê'r heye wextek û ger

Biharê qad heşîn e
Havînê dinya germ e

Payizê pelweşîn e
Zivistan sar û serma



01.04.2017 16:10 | xendekî

11. Mijara ku hêj ez li ser da serwext nebume ka gengeşîya ser navê mehan çima safî nabe lewra ev gengeşî pirsgirêkeke mezin ava dike bikaranîna kurdî de.



26.04.2018 17:59 | azad30

12. li gorî rêbera rastnivîsînê standarda wê êdî wiha ye:

kanûna pêşîn
kanûna paşîn
sibat
adar
nîsan
gulan
hezîran
tîrmeh
tebax
îlon
çirîya pêşîn
çirîya paşîn



12.05.2020 16:41 | xendekî

13. tê bîramin gûndê dayikaminda (serhedê cîyek) navê 2 mehan 'gamêşkiran' û 'sermendeh'u hema ev herd mehan kêjan mehûn nay bîramin lol



12.05.2020 16:54 | doesntmatter

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» kurdîstan aktuel
» problematîka standardkirina zimanê kurdî
» navên farisî
» mehaneya asgarî

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi ziman
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî