Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


17 mijar û 24 peyam
peyamên çeppikkirî yên di vê mijarê de; di kurdî de problematîka navê mehan
peyamên çepikkirî

44002. nizanim çima lê ez bi xwe vê bi kar tînim ..



1) çile 2) sibat 3) adar) 4)nîsan 5) gulan 6) pûşper 7) tîrmeh 8) tebax 9) îlon 10) cotmeh 11) mijdar 12 ) berfanbar



24.06.2013 12:15 | endazer

98563. seydayê tîrêj ev navên mehan wiha bi rêz kiriye, li gor xwe, bi tarza xwe, bi helbestî:

tîrêj - çar dem
Ey Mizgîno bixwîne
Va rêçikên li jorî

Bo tu nezan nemînî
Biçûko dê bi gorî

Hemî sal sêsed û şêst
Digel şeş roj bi hejmar

şev ji rojan tên hesab
Bi se'etan bîst û çar

Ji heft roja ya heştan
Di navbêra wan în e

Sal dibitin donzde meh
Rojê wan sîh yek û sî

Pêşî kanûna paşîn
sibat û adar li dû

nîsan gulan hezîran
tîrmeh û tebax li dû

Ya nehemîn îlon e
çirya pêşîn deh e

Yaze çirya paşîn
kanûn li pê dozdeh e

Sal hatiye parkirin
çar dem jê hatine der

Her navbera sê mehan
Jê'r heye wextek û ger

Biharê qad heşîn e
Havînê dinya germ e

Payizê pelweşîn e
Zivistan sar û serma



07.06.2013 18:27 | brusk56

123107. li gorî rêbera rastnivîsînê standarda wê êdî wiha ye:

kanûna pêşîn
kanûna paşîn
sibat
adar
nîsan
gulan
hezîran
tîrmeh
tebax
îlon
çirîya pêşîn
çirîya paşîn



07.06.2013 18:27 | brusk56