Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    18 mijar û 23 peyam
    çavkaniya azad - tirşik
    çavkaniya azad
    (3) (1) (3)
    di mijarê de bigere

    1. çavkaniya azad tê wê wateyê ku hemû kodên wê bernameyê ji herkesî re vekirî ye, tu kodên wê yên veşartî tune. hema bêje hemû bernameyên linuxê bi vî awayî ne. bi saya vê yekê mirov dizane ku ew bernameye tişteke xef/veşartî nake. (bnr: open source)

    lê piraniya bernameyên li ser windows û mac osê ne bi çavkaniya azad in û loma mirov nizane ka çawa dixebite û tiştên veşartî dike an na.



    30.05.2013 12:52 | simurg56

    2. tişta ku bi çavkaniya azad be nayê wê maneyê ku belaş e, pir caran belaş e lê ne şert e. şerta bûna çavkaniya azad ew e kodên we azad be.



    30.05.2013 15:31 | simurg56

    3. jîyaneke tijehêvî û tijexeyal a bi tena serê xwe, çêtir e ji jîyaneke tijenezan û tijebelengaz û tijexwelîser



    09.06.2013 18:46 | xewn

    4. (bnr: android)

    (bnr: open offfice)

    (bnr: libre office)

    (bnr: firefox)

    (bnr: gimp)

    (bnr: audacity)

    (bnr: amarok)

    ...

    ..

    .



    25.12.2014 23:41 | simurg56

    5. (bnr: telegram)



    11.12.2017 21:36 | cûndûllah el-kurdî

    6. (bnr: fediverse)



    12.12.2020 22:25 | hueyn

    7. (bnr: mastodon)
    (bnr: pixelfed)



    17.11.2022 20:13 | biruya hayao miyazaki

    8. Rewşek ku endezyar kodên ku çêdikin parve dikin, bi mirovên din re têkilî dikin û kodan pêşdixin.

    platformên ku projeyên çavkaniya azad têne berhev kirin:
    -Github
    -GitLab.
    -Bitbucket.
    -Launchpad.
    -SourceForge.
    -Beanstalk.
    -Apache Allura.

    ya ku herî zêde tê bikar anîn bê guman github e

    li vir navnîşek hin projeyên çavkaniya azad yen kurdî:
    -kurdistanflag.github.io Here lînkê
    -klpt Here lînkê
    -kurdish-awesome Here lînkê

    awesome:
    Lîsteya Awesome celebek navnîşek e ku çavkaniyên çêtirîn û herî bikêrhatî, amûr, pirtûkxane û çavkaniyên din ên têkildar ên li ser mijarek an qada teknolojiyê ya taybetî heye vedihewîne. Van navnîşan bi gelemperî li ser GitHub têne mêvandar kirin û ji hêla civakê ve têne çêkirin û nûve kirin.)


    li vir navnîşek hin projeyên çavkaniya azad e:

    Forûm: Discourse, Flarum, MyBB
    Blog: WordPress, Ghost, Grav
    Mîkroblog: Mastodon, GNU social, Pleroma, Misskey
    Parvekirina wêneyan: Piwigo, Lychee, Chevereto
    Ragihandin û Peyamkirin: Mattermost, Rocket.Chat, Zulip
    Tora Karsaziyê: Diaspora, Friendica, Hubzilla
    Mijûlî ya Vîdyo: Jitsi, BigBlueButton, OpenMeetings
    Peyamkirin a Têgihan: Matrix, Jami, Tox
    Parvekirina Vîdyoyan: PeerTube, MediaGoblin
    Parvekirina Deng û Muzîkê: Funkwhale, Airtime Pro, AzuraCast
    Parvekirina Podcast û Naverokê: AntennaPod, Podlove, Podcaster
    Erdnîgariya Bingehîn: OpenStreetMap
    Perwerde û Fêrbûn: Moodle, Sakai
    Hevkarî û Rêveberiya Projeyê: GitLab, Nextcloud, Taiga
    Hevkariya naverokê: Wiki.js, DokuWiki, TiddlyWiki



    26.03.2023 12:01 ~12:04 | horhorik

    9. inglîziya vê belkî free source be, le ne open source e. Çavkaniya bernameyekî/nivîsbariyekî ("software") dibe bibe vekirî lê ev mimkin e ev bername ne "azad" be.

    (bnr: bernameya azad)
    (bnr: çavkaniya vekirî) ?
    (bnr: bernameyen bi çavkaniya vekirî û azad) ?
    (bnr: foss)
    (bnr: free software)



    23.05.2023 23:00 ~23:00 | mihemedcan

    dengdanên dawîn (yên din..)
    diran di qirikê de ye [1]
    biwêjeke kurdî ye
    ji bo kesên xayîn, ne merd û bê emel tê karan...
    swêd [1]
    havîna wê ji bo keseke ku li amedê jiyaye bêhtir mîna bihar û payîzê y...
    kurê xelkê [1]
    Nivîskarê ku min meraq kir çawa şîfreya xwe ji bîr nekirî ye* piştî ç...
    kurê xelkê [1]
    bersiva pirsa "nivîskara tiştê îro xwarî ji bîr dike lê şîfreya s...
    sepanê tirsik.net li ser itunesê [1]
    tunebûna wê nebe hincêta nenivîsandina bi çar salan jî dibe hincêta si...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » çavkaniya azad
    » azad30

    Kategoriyên mijarê:: teknoloji
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî