Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 13 peyam
kurd ji zarokên xwe hez nakin - tirşik
kurd ji zarokên xwe hez nakin
(2) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. berî her tiştî (bnr: hey lê malik çûyî mîratê)

îdîaya ku ji aliyê tirkan ve tê anîn ziman. li gora gotina wan kurd ji zarokên xwe yê dergûşê hez nakin, cem wan şerm e ku zarokên xwe hilgirin ser milên xwe, nav civakê de ji wan hez bikin.

tabî ev gotin bi taybetî ji bo bavê zarokên tê gotin.

dema ez li kurdên ku ez dibînim, dinêrim, tiştekî wisa tune. ji aliyê din ve herkes dizane ku kurd ji ber şera navbera zarokên wan û yên xelkê de, her roj şer dikin û carina hev û din dikujin. weke hez nekirana çawa çêdibe ku dibe wisa bikin.

tabî ev gotinên min ji bo îro ne, bi qasê dibihîsim berê cem me jî ji bo bavê ku ji zarokên xwe distîne ser milên xwe, jê hez dike dihat gotin kerê cehşik ber

yanê, ya rastî ev gotina tirkan berê rast bû. mixabin.



13.07.2013 11:57 | simurg56

2. gotineke rasterast derew e. tu demî jî rast nebuye, ji berê jî hemu kurdan ji zarokên xwe hez dikirin lê pirsgirêk şermkirinêde bu, sedema nîşannedanê şermkirin bu ne heznekirin. ji xwe ne hewce ye her gotinên tirkan bên lêkolînkirin. (bnr: tirk e vir ke xwe li ber dirêj ke)



13.07.2013 12:14 | azadixwaz

3. îdîayek ne rast e.

yaw ger kurd ji zarokan hez neke nexwe çima dayikek tenê 14 zarokan tîne dinê ? demek ji zarokan gelek hez dikin.lê ji ber ku zarokên wan pir in, nikarin wek tirkan ber zarokên xwe bikevin.

ez vê yekê teqez îdîa nakim ku ji ber ku zarokên kurdan pir in lewma nikarin ji hemûyan hez bikin.hezkirin dema bê parve kirin biçuk nabe, yanê mirov nikare bêje ku dayika xwediyê 4 zarokan, hez kirina xwe dike 4 behr. ew dayik hezkirina xwe 4 qet mezin dike .

lê hewce ye em vê jî qebul bikin, mirovê xwediyê 10 zarokan be, wek ew kesê xwediyê 2 zarokan, ne dikare wan binêre, ne dikare bi standartên bilind wan mezin bike ne jî dikare hezkirina xwe nîşan bide.lewma tirk dibêjin qey kurd ji zarokên xwe hez nakin.lê ne wisa ye, ji wan hez dikin ,ji bo wan her tiştî jî dikin, ji tirkan zêdetir jî ji bo wan ked didin.lê nizanin û şerm dikin bêjin ez ji te hez dikim ..



13.07.2013 13:32 | brusk56

4.

Her nijad çanda wî cuda ye. ya me û wan kambaxan jî wisa ye.

ew li ser hespan ji zarokên xwe hezdikin me gotiye çewt e.

na em dibên adetê wan e.

bav û kalên me hurmet dane mezinên xwe lewra li cem wan bi zarokên xwe re şa nebû ne.

lê diranê kurda di pilorê de dişkê.

ango ji wan re adet e ji mera qebehet e.



13.07.2013 23:36 | gulan

5. Digotin:

Zarokên xelqê atomê perçe kir

zarokên xelqê bi leza 120km/sa baz didin

zarokên xelqê bi xwe ve mîz nakin.

hima "zarokên xelqê" û "zarokên xelqê"

Xwedê zane min çiqas çêrî van "zarokên xelqê" kirine :D



09.09.2013 14:09 | tolazek

6. ya rast kurd ji zarokên xwe hez dikin lê ji ber edetên civakî şerm dikin ku vê hejêkirina xwe nîşan bikin an di nav civakê de li ber çavên xelkê hej zarokên xwe bikin.. nexwe ez bawer nakim ku tu dêûbav bi qasê yê kurdan ev çend hej zarokên xwe bikin û li ber zarokên xwe bikevin.. ji bo nimûne birayê min ê mezin ketî û miriyê her du keçên xwe ye lê dema li civatekê be wekê zarokên wî yê jinbavê bin xwe ji wan dûr dide..

ev tez û îdîa jî wekê hemû neweyî û bêbextiyên din yên derheqê kurdan de ji bin qûna tirkên bexîl û dexes û çavnebar û xêrnexwaz derketiye.. bi van buxtanan dixwazin ku heyfa bêdûndetî û naezayokiya xwe ji pozê kurdan re derînin.. ji ber ku kurd zêde zarokan tînin an çêdikin û nifûsa kurdan herku diçe zêdetir dibe di çavê wan re diçe an çavê wan bar nagire û bi neweyî û bêbextiyan davêjin kurdan..



09.09.2013 15:00 | endazer

7. helbet ji zarokê xwe hez dikin. keZeb e. lê di nav civakê de baweriyek wisa heye; hezkirina zarokan li pêşçav î dinayayê şerme, eybe, gunehe (!) tew li ba xelkê, li ba xezûr û xesuwan şermtir e.



wekî din jî, gelek ji me, hezkirinên xwe bi eciqandinê, bir gezkirin, bi lêdanê -erê erê bi lêdanê- destnîşan dikin.



ev sekn, car caran, di evînê de jî xwanî dike; carekê lawikek ji qîzikeke sêwî hez dike. keçika sêwî, cêr li ser mila, ji kaniyê diçe malê, lawik bi şiveke terr lê dide. camêrên hazir ji lêwik re dibê'n "xêr e, te çima li wê perşikestîye xist kuro." lawik dibê: " bi mizhaf hingî dilê min tê de ye, hingî ez jê hez dikim (!)" weke tê tê dîtin lawikê gewr, hinek ji me "hezkirina" xwe ji bi lêdana/lêxiatinê destnîşan dikin.



09.09.2013 18:45 | seydayê_peyvan

8. îdîaya ku piştî zaroka min çêbû, min baş tê derxist ku derewek mezin e.



11.01.2014 10:56 | simurg56

9. tişta ji ber ku zarokên kurdan pir in tê gotin.bêaqilên vê dibêjin wisa difikirin;bila hezkirin 100 be heke 2 zarok hebe her yek wê 50 bê hezkirin lê heke 5 hebe ji bo her yekê 20.lê nizanin hez kirin nayê parve kirin.ji bo her zarokek 100 e.ji bo me wisa ye.heke ji bo kesên wisa dibêjin cuda be ew pirsgirêka wan e.



11.01.2014 11:03 | feqiyêteyran

10. dê hezaremîn car be lê: îdîayeke derew û pûç û vala ye. ji malbata xwe, der û dora xwe dizanim, dibînim; hezkirin û pesnanîna ku ew dikin bo zarokên xwe, min li derekî din nedît. belkî referansa vê îdîayê xurafeyek e ya ku dibêjin, di nav xelkê de pir ji zarê xwe hez nekin da ku çavên nebaş neye li ser wan nesekinin. yanî meseleya nezerê ye, lê ev bawerî jî ji bo dergûşan tê gotin û (qey) tê sepandin. wekî min got, tu şahidiyeke min der barê vê tiştê jî tune ye.



03.10.2018 15:29 | biruya hayao miyazaki

11. Kurd ji zarokên xwe hez dikin lê mixabin li vir du sê faktor hene ku evî hezkirinê kêm anjî tûne didin nîşan.

Yek, pirbûna zarokan e. Yanî dê û bav hezkirina xwe di navbera deh zarokan de parve dikin yanî hezkirin li vir kêm xuya dike. Lê ku yek anjî du zarên wan hebûya wê ev hezkirin ji her alîyê bihata xuyakirin. Em li vir ji bo malbatek bi awayê kronolojîk dikarin binêrin: zaroka yekemîn (keç an jî kur) hertim zaroka ya herî tê hezkirin e. Ev hezkirin bi ya duyemîn re kêm dibe ji ber ku tê parvekirin. Bi ya sêyemîn û çaremîn û nehemîn re êdî dê û bav nizanin bi kîjan zaroka xwe re mijulbin.

Dudo, cûreya zarok-hezkirin a kurdan awayek cuda ye, yanî ew jî ji dê û bavên xwe çawa dîtine wisa hezdikin anjî tevdigerin. Ma ewan qey pedagojî an psîkanalîz xwendine ?

Yanî li vir em dikarin bibêjin: perwerdehî û hişdariya-hindik-zarok-çêkirin ji bo malbatek û têkiliyên di navbera kesayetên wê malbatê re girîng e.



03.10.2018 16:20 | xelîl

12. Zarok êdî ji kurdan hez nakin.

(bnr: zar û zêçên zîç)



08.10.2019 01:08 | mirovekirind

dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
seyda perinçek [1]
Bavê wî cangorî ye di sala 1990î li gundekî qoserê şehîd ket. Dibê ku ...
belki ev jî bala te bikişînin
» kurdistanmedia.com
» zarokên ber çêm
» xwenas xwezan
» hezkirina zimanê kurdî

Kategoriyên mijarê:: yendin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî