gotinên gunehkar | 2007 Nivîskar: Hesenê Metê | Kurdî (Kurmancî) | Novel | 151 rûpel Ev pirtûka Hesenê Metê qala ciwanekî dixwaze xwe nêzî Xwedê bike lê di dawiya çîroka xwe de ji hemû ol û baweriya xwe sar dibe û dev ji ol berda dike.... |
1. pirtûka hesenê metê yê bi navê Gotinên Gunehkar şeşemîn pirtûka nivîskar e. Pirtûk giştî li ser jiyana xwendekarekî beşa îlahiyatê hatiye rûniştandin. Xwendevanê lehengê pirtûkê bi çûna warekî pîrozwer, rastî tiştên gelekî seyr tê. |
|
13.07.2013 12:59 |
simurg56
|
2. pirtûka ku bi destê muhsin kızılkayayî bi ser navê tanrı oku dedi yaz demedi li zimanê tirkî hatiye wergerandin.. |
|
13.07.2013 15:45 |
endazer
|
3. tirkiya wê wek "günah" hatiye wergerandin |
|
26.10.2013 17:12 |
arami
|
4. nava pirtûkê de tişten hemayî pir hebûn. di nav pirtûkê de leheng ne hatiye şeyaserkirin, ji ber vê yekê ez dibem behram û nagîna hemayê adem û havva ye ne. tu derê behsa fizîka lehenga nake. qey ev leheng ne ji vê dinyayê ne. ya rastî hesenê metê vê pirtûkê de me dike mevanên xwedê û şeytên. |
|
16.02.2014 03:00 |
rêzan
|
5. ez gotinên şeytên dikim lê nîmetê xwedê dixwûm. |
|
16.02.2014 03:01 |
rêzan
|
6. Ev pirtûka Hesenê Metê qala ciwanekî dixwaze xwe nêzî Xwedê bike lê di dawiya çîroka xwe de ji hemû ol û baweriya xwe sar dibe û dev ji ol berda dike. Ciwanê bi navê Behram diçe bajarekî ki wir dest bi Zanîngehê beşa ilma îlahî dike. Li wir mirovekî nas dike. Û rojek ji rojan diçe mala xwediyê xaniyê xwe yê ku kirê kiribû. Ha li wir çîroka wî dest pê dike. Behram li wir wê malbatê nas dike, Lûlû Xan û Geştîna Xanim û zarokên wan ên cêwî Aryan û Nagîna(Demora). Bûyerên efsûnî pêk tên û Behram di nav demê de dikeve nav rêwîtiyeke dirêj de. Di vê rêwîtiyê de rasta Mekrûs Efendî (Markus) û komkujiya Ermeniyan û ji wir ji bo "bizane" diçe cem Mîrê Mezin (Ehrîmen, Şeytên) û çîroka Ehrîmen û Xwedê û gunehkariya Xwedê dibîne. Û vedigere ji bo vê serhatiya xwe ji herkesî re bêje. Dev ji zanîngehê her tiştên xwe diberde dikeve rêyan ji bo gunehkariya Xwedê ya di afirandina mirovan de ji mirovan vebêje. Lê kes guhdar nake... |
|
10.01.2015 19:41 |
xendekî
|
7. di kitêba pêsîrên dayê de hesenê metê wiha dibêje: "pêşî çîrokeke bi navê 'krucîfîks' bû. min ew çîrok dirêj kir, ev roman jê derêxist lê ev çîrok wisa di halê xwe de ma. niha wê car dî diweşînim." |
|
10.01.2015 19:47 |
terkexem
|
8. vê pêlê min nûçeyek xwend li welatekê ewropayê keşeyek bi mebesta ku ateîstan ji nêzik ve nas bike û fêhm bike, biryar dide ku heta çend mehekî wekê xwudênenasekî bijî û hereket bike, lê di dawiya vê pêvajoyê de camêr dev ji dîn berdide, di nûçeyê de digot ku min tu mantiqeke hevgirtÎ ji bo ku ez bawerî bi xwudê û bi dînekî bînim nedît ji ber wê ez li ser ateîzmê mam.. |
|
10.01.2015 19:54 |
onitnadna.ii-959d,rojamaniatanosonaip
|
9. novela hesenê metê ku vê hevokê gelekî bala min kişand, neviyê mekrûs efendî kurê lûlû xan û geştîna xanimê, birayê nagîna/demora aryan dema xwe dişewitîne vê notê li dû xwe dihêle: |
|
10.01.2015 19:58 |
xendekî
|
10. pirtûka hesenê metê ye ku, êdî wergera wê ya ingilîzî jî he ye. ji alîyê Dr. Sabahat Karaduman ve hatiye wergerandin, navê wê yê ingîlîzî: sinful words e. ji weşanxaneya Author House hatye çapkirin. êdî di piyaseya wêjeya ingilîzî de ye. |
|
04.09.2017 18:52 |
xendekî
|
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1] |
|
helbestên ku tirşikvanan nivîsandine [2] |
|
şêx seîd [2] |
|
kercews [1] |
|
nexweşiya mirovê vî wextî [1] |