Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


17 mijar û 19 peyam
seydayê tîrêj - tirşik
seydayê tîrêj
(2) (1) (1)
di mijarê de bigere

1. (z. 1923 − m. 23'ê adarê, 2002) helbestvanekî kurd bû.



Mamoste û helbestvanê helbesta resen nemir Tîrêj di sala 1923´an de li parêzgeha hesîçê gundê nicîmê hatiye dinê. Navê wî yê rastî Nayif e. Ew kurê Heso ye. Gava ew dibe şeş salî, bavê wî mala xwe koç dike û li gundêsêmitikê bi cîwar dibin. Tîrêj li wê derê û li cem mele birahîmê golî, Qur'anê û çend pertûkên olî dixwîne. Wek gelek helbestvanên kurdan, ew jî di dibistana olî de dest bi xwendin û nivîsandinê dike.



Ew, di sala 1937´an de hatiye bajarê amûdê û li wê derê dest bi dibistanê kiriye. Pênc salan li wê dibistanê xwendiye. Lê ji ber mercên aborî xwendina xwe nedomandiye. Li wê derê, têkiliyên wî bi helbestvanên mezin cegerxwîn, qedrî can, hesen hişyar û nûredîn zaza re xurt bûye. Bi akam û bandûra wan jî, evîna helbestnivîsandinê di dilê wî de şax daye. Bi wan re xebata niştimanperwerî kiriye û wek gelek welatperwer û ronakbîrên Kurda, seydayê Tîrêj jî, di nava civata xoybûnê de cihê xwe girtiye. Ligel nivîsandina helbest û çîrokan têkoşînek ramyarî jî meşandiye.



Di sala 1952'an de bi destê parastinê tê girtin û dîwanek ji helbestên wî yên ne belavbûyî jî tê talan kirin.



Mamostayê mezin û bi navûdeng Cegerxwîn di dîwana xwe ya (kî me ez) de, li ser seydayê Tîrêj, bi navê wî yê rastî (nayifê heso) helbestek nivîsandiye û hêviyên hêja ji wî kiriye. Seydayê Cegerxwîn di wê helbesta xwe de weha dibêje:



Ev xwendin û zanebûn

Nêzîk dikin serxwebûn

Xortên wek te pir zana

Gerek bêjin; Nezana

Bira destên hev bigrin

Di vê rê de em bimrin..."



— Cegerxwîn



18.05.2014 15:04 | xwelî li ser

2. dîwan a xwe ji weşanxaneya peywend derketiye. ez demeke ku lê digeriyam û bi ditînê re kêfxweş bûm.



24.05.2014 19:48 | fethî ronî

3. vîdyoya danasîna seydayê tîrêj







25.06.2014 18:18 | diljan

4. (bnr: bilbile dilsad)

(bnr: qoling)





28.03.2015 17:43 | qoling

5. .
hezar rehmet li we be pakrewanên helebça
li zarokên bê guneh li kal û pîr û keça

seydayê tîrêj

rehma xwedê li we be.
hûn ne yê pêşîne ne jî yê dawî. hê jî zarokên bêguneh, kal û pîr û keç duçarî zilm û zorê dimînin.



16.03.2017 03:03 ~03:06 | rûbar

6. Keçkê gundê me rind in
Nazdar û ser bilindin

Keçkê me şox û şeng in
Bi nav û pir bi deng in

Tew lo dilo lo dilo
Tîrêj be çare dilo





09.08.2020 15:56 ~16:00 | fîriko lao

7. Seydayê min tu ne kêmî cegerxwînî





06.08.2021 10:46 ~10:47 | rizgarm

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
ên ku dixwazin zarokên xwe bi kurdî mezin bikin [3]
Ne ez im ji ber ku zarokên min tunne ne. ger tûnne bin, ezê çawa wan b...
kompleksa îkarus [3]
(bnr: icarus complex) Îkarûs karakterek ji mîtolojîya yewnan e. Li ...
inglourious basterds [5]
Di derbarê Şerê Cîhanê yê Duyemîn de gelek fîlm hatine kişandin (Rizga...
tiştanok [1]
"Xalê min tê ji deştê qete(parçe) himbanek li piştê"( berisv...
Grass: A Nation's Battle for Life [1]
yekemîn berhemeke sînemayê ye ku qala kurdan dike. berhemeke hêja ye j...
belki ev jî bala te bikişînin
» seydayê keleş
» tîrêj zana 21

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi niviskarhlbstvn
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî