40. tê bîra min dema nû dest bi nivîsînê kiribû kurmanciya wî jihevketî bû, lê aniha xweyî kurmanciyeke gewr û xweşik û nazik û nazenîn e, maşalla* |
|
03.04.2016 19:31 |
ferhenga şikestî
|
41. min ferq nekir kêngî kurmanciya xwe ewqas pêşve bir û kir rewantir. lê bi xwudê ji du sê tirşikvanan yek jê ev e ku teqez her peyemake wî dixwînim. ligel kurmanciya xwe ya xweşik bi dagirtî û têr û tijî dinivîse. bil neçe haa* |
|
01.07.2016 13:14 |
ferhenga şikestî
|
42. yek jê nivîskarê jêhatî û baqil ê tirşikê ye, hemî entryên wî ji jêderkeke xurt diherike yanî tew tiştê ku baş zane dinivîse loma gelek pêdivî pê heye |
|
05.01.2017 14:26 |
ferhenga şikestî
|
43. ji nîvê zêdetir peyamên xwe jêbirine. ez fêm nakim armanca wan çi ye? ev, rasteqîn, elegez.. |
|
05.12.2017 10:27 |
ferhenga şikestî
|
44. Di rûpela wêne ya tirsik.netê de ji bo nivîskaran tirşikê kart çêkiriye Here lînkê texmîn dikim ji bo sersala 2018 an e, spas birako, destên te sax be. |
|
22.12.2017 17:11 |
mîr
|
45. @mîr qismet nebû, li tirşikê qala wan qertan bikim. him ji bo sersalê min ew çêkirin, tirşikvan dikarin çap bikin û dînin ser maseyên xwe weke diyariya tirşikê û him jî min xwest ku heke yekî rabe û bixwaze danasîna tirsikê bike, bira di tirşikê de malzeme hebin. qertan li gorî instagramê ye, lê helbet hun dikarin li facebook û twitter û tumblr ûpinterest û qizzulqurtên din biweşînin*. |
|
22.12.2017 21:21 |
biruya hayao miyazaki
|
46. Nivîskarê ku demeke dirêj e xuya nake, ye. Rastî jî nivîsên wî kêyf û seyr bûn. Carna dikevim profîla wî û peyamên wî yên kevin dixwunim. Hêvì dikim demek kin de dîsa vegere û li vir binivîse. |
|
04.11.2018 12:18 |
xelîl
|
48. van demên dawî xwe wekî mîlîtanek standarda kurdî ya celadet alî bedirxan dihisim. li bin sernivîsa rêbera rastnivîsînê tê dîtin. hemû dijberên vê rêberê dişopînim, dixwînim û dibînim ku komxebat di nav şaşî û xeletî û çewtî de avjeniyê dike, tu tehemula min bo alîgir, şopger û muxellîdên wan namîne/nema. hemû bi hemd an bêhmdê xwe zimanê kurdî xira dikin, edetên heyî yên 70-80 salî serûbin dikin, wêran dikin û ber çavên min ferqa wan ên ku qeîdeyên komxebata kurmancîyê ya derewîn disepînin (hele li vê navê ecêb binerin û qaşozimannas ev nav lê kirine!) û hêzên asîmîleker tune ye: kirinên her du jî xirakirina kurdî ye! bi çi nêt û armanc û xeyal tev bidin, di encamê de kurdî diavêjin nav qaosek! |
|
22.02.2020 11:57 ~11:58 |
biruya hayao miyazaki
|
49. nivîskara ku tiştên pirr bi kûrr dinvîse , min hê fêhm nekir ev mîjar derbarê çi de ne :@ |
|
04.04.2020 20:53 ~20:53 |
brzn
|
50. Nivîskaraê ku dikare tev li koma wergera fîlman ya tirşikê bibe û fîlmên hayao miyazaki wergerîne. Weke mînak, tottoro tottoooro |
|
05.04.2020 00:21 |
mergehez
|
51. Carinan dikim ji hine peyamên wî ra sê çepikan tev bidim lê hişyarî dertê li pêşiya min * bi çepikekî va dilê min rihet nabe * jbk ewqas kêfa min ji wan entryên wî ra tê... |
|
05.04.2020 01:57 |
bûtîmar
|
52. zû de bû nedinivîsand. pirr kêfxweş bûm ku hatiye û bi mijar û entryên xwe yên balkêş û dirêj tirşikê dîsa coş kiriye. |
|
05.04.2020 02:33 |
xelîl
|
53. @brzn, derheqê ontolojiyê ne, lê bawer im di nav peyamên min ên do de ya herî tevlihev, belkî ya xwedê be. xwedê ji te jî razî be ^.^ |
|
05.04.2020 12:19 ~12:21 |
biruya hayao miyazaki
|
54. tirşikvanê ku bi xeletî reşik daye peyama min a li derheqê xwe da : ) erê bira, |
|
05.04.2020 17:49 |
bûtîmar
|
55. nivîskarekî hêja ye. Min bi binnivîsên wî yên ji bo koma wergera fîlman ya tirşikê ku amade dike, min navê wî bihîst. Ji bo keda wî ya pîroz, sipas * |
|
02.05.2020 19:50 |
merwano
|
56. Nivîskarê ku gelek hez ji nivîsên wî dikim. Bi min Wekî pirtûkxaneyeke ye. Tiştên parve dike jî pirtûkên ji pirtûkxaneyê ne. * Ji peyamên wî sûd digirim û xwe pêş ve dibim. Ji zêdetir xwediyî kurdiyeke têr û tije ye. Hêvî dikim kurdiya min jî wekî ya wî pêş ve bikeve. * û dîsa hêvî dikim lêkolîn û nirxandinê xwe her tim bi kurdî binivîse û li van deran parve bike. |
|
24.11.2020 19:44 ~19:45 |
yûsiv
|
pulmoner embolî [1] |
|
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1] |
|
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1] |
|
warê stranan [1] |
|
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [4] |