Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


37 mijar û 54 peyam
peyvên ku ji kurdî ketine tirkî - tirşik
peyvên ku ji kurdî ketine tirkî
(10) (4) (3)
di mijarê de bigere

1. peyv û têgeh û qalib û biwêj û gotinên pêşiyan yên ku tirkan ji bo zimanê xwe yê doşirme ji kurdî wergirtine an dizîne..



13.07.2013 16:27 | endazer

2. (bnr: tirşik)



13.07.2013 17:38 | endazer

3. bi qasê zanim di nav van peyvan de tirşik tune.

ji ber ku xwarineke tirkan jî bi vî navî heye. lê ya wan ne tirşik e, "tîrşîk" e.

giyayê tîrşîk: http://tr.wikipedia.org/wiki/Tir%C5%9Fik (jê re andırın jî tê gotin)

xwarina wan tîrşîk: http://tr.wikipedia.org/wiki/T%C4%B1r%C5%9Fik_%C3%A7orbas%C4%B1



13.07.2013 17:45 | simurg56

4. ji tirşikê mebesta min xwarina kurdan a ku jê re metfûnî jê tê gotin bû helbet li deverinan tevî navê türlüyê navê tirşikê jî ji bo vê xwarinê tê hildan .. wekê din peyva tirşikçîyê jî mirov dikare di nav vê kategoriyê de bicih û sitar bike..

xwudê hez bike di siberojê de piştî ku ferhenga tirşikê jî hinekî binavûdeng bû wê cihê vê peyvê di nav zimanê tirkî de qayîm û muqîmtir bibe..



13.07.2013 18:25 | endazer

5. "Tırstım be yapmayın olum" Nizanim kesek wek min heye di tirşikê de ji zayînê heta niha bi piraniya jiyana xwe di nava tirkan de jiyaye.ku wusa be em baş wateya "Tırstım be olum yapmayın" a 'Tırtstım'ê dizanin.Ew ji kurdiya ' Tirsyam'(Kuro wusa mekin lo ez zahf tirsyam)'a me ye ku hatiye dizandin.Tırstım jî em dikarin bêjin wek ''nîşaneya bizdonekî '' ye.



13.07.2013 19:02 | fizikzan

6. (bnr: tırsmak) (bnr: tırsak)



13.07.2013 19:09 | endazer

7. tazîye: wateya peyva "tazî" bêcil û bêkinc e. dema ku mirov dimirin wan tazî dikin û mirov tên şûştin. lewma ev bêje bi eslê xwe ji kurdî ketîye tirkî.



14.07.2013 03:27 | berxêres

8. bêje ya "çapraz" jî bi kurdî ye.



çapraz= çap+raz

çep: sol

rast: sag

çeprast: sagli sollu..



14.07.2013 03:31 | berxêres

9. rehber: rê+ber= tê wateya; yol gosterîcî

çatal: çar+têl: tê wateya; dort parmak



14.07.2013 03:31 | berxêres

10. mar kîrîn: bi îngîlîzî tê wateya; married: zewicî

siyah: sî= golge



14.07.2013 03:31 | berxêres

11. çarmih: çar+ mix; dort çivi

cîhan: cî+aniha; simdîkî yer



14.07.2013 03:31 | berxêres

12. hafta: heft:(7)

kervan: karwan. kar+wan: iş tûccar

aga: axe: ax;toprak, xwedîyê axê



14.07.2013 03:32 | berxêres

13. abdest: av+dest



13.07.2013 19:40 | feqiyêteyran

14. çile: zehmet

çîle,çille an jî çilleh: bi rayeka xwe navê jimareya çel(40) e. di tesevûfê de hejmara çil(40) pir girîng e. mirov çil rojan dikeve seylî sulukê û xwe ji cîhanê qut dike. hew rojê zeytûnek û tasek av heye. ev tiştekî pir zehmete lewma navê ev çalakîyê kirine, çile.



14.07.2013 03:51 | berxêres

15. avrêl: nîsan: navê meha çaremîn e. wateya ev bêjeyê (av+rêl) rêya herikandina avê ye. di meha avrêlê de zivistan diqede û berf dihele, av çêdibe.

di zimanê îngilîzî de jî "april" e. jiber ku kurdî u îngilîzî zimanên hevmalbatî ne.



14.07.2013 04:01 | berxêres

16. li gorî îdîaya zeynelabidin zinar peyva diğerê ya tirkî ji peyva dîke ya soranî ya di wateya ya din de hatiye wergirtin..



14.07.2013 07:09 | endazer

18. teze(têze: têzê: têza): ev peyv bi rehê xwe kurdî ye. ji ber ku; peyva "" bi serê xwe kurdî ye. "zê" tê wateya tiştekî nê derkevi holê. wateya peyva teze an jî (têze: têzê: têza) "tiştê ku nû zayî" ye.

bi rayeka ev peyvê pir bêje hene. mînak:

zêde

zayîn

zindî an jî zêndî

zêdayî

zêdan

zêdek

zêdetir

zêç

zîrek an jî zêrek



16.07.2013 22:53 | berxêres

19. "Yeni": ev peyv jî di zimanê kurdî de bi cih e. di nav tirkên enedolê ji ev peyvê dibêjin "yenü" an jî "yanü".

rayeka ev peyvê "nû" ye.

bi kurdî tê ser peyva "ya nû" , "ewa ku nû", "yênû, yanû".

peyva "yanû" veguherîye "yeni".



17.07.2013 14:22 | berxêres

20. peyva : bekar



bekar tê ser wateya wekî "bêkar" yanî mirovê ku hîn kar bi destê wî neketîye . ew nikare bizewice.



23.07.2013 00:55 | berxêres

21. diklenmek - dîk: horoz

harap, harabe- xerab, xerabe

çerçeve( dört kenarlı)- çarçûve ( çar: dört

birader- bira(kardeş)

destek vermek- dest dayîn( dest: el dayîn: vermek)

çeyrek( dörtte biri)- çaryek( çar: dört yek: bir)

sarhoş- serxweş( ser: kafa, xweş: güzel, hoş)







23.07.2013 09:10 | tujela

22. bêguman "diklenmek" ne yek ji van e.

ji ber ku peyva "diklenmek " ji peyva "dik" ya bi tirkî tê ku wateya wê "tiştê tîkane" ye û "diklenmek" jî wateya xwe ji vê maneyê distîne: xwe req kirin, xwe tîkane kirin, serê xwe rakirin.



23.07.2013 09:47 | simurg56

23. xwoşav:hoşaf



23.07.2013 15:15 | cirano

24. düşman dijî +min



23.07.2013 20:45 | serhed7

25. namerd =ne +mêr di wateya ne zilam ne mêr



23.07.2013 20:47 | serhed7

26. Ez dibêjim qey Havari jî peyvekî kurdîye.

Tirk; "İsa ve 12 Havari'si" dibêjin.

Kurdî; "Hawar" gazî alîkarinê dike.

Bi tirkî wateya alîkirin = yardım etmek. Hawarî jî wateya "yardıma gelen, yardımcı" dibe.

Encam: Îsa û 12 hawarîya wî --) İsa ve 12 yardımcısı.

Wueeyy ez mîna Devlet Bahçeli bûm ha!

Dive ez êdî pozê xwe nexwim di nav karê filoloji *



23.07.2013 23:04 | keçkacindî

27. kelav kallavi



tırşi turşu



26.08.2013 02:58 | hun çawane heval:)))))))

29. kuçu kuçu, pisi pisi



26.08.2013 03:00 | hun çawane heval:)))))))

36. (bnr: etîmolojiya peyva taziye)



14.09.2015 19:56 | dijber

37. peyvên gumanbar in..

gelek kurd dibên qey peyvên di her du zimanan hene, ji kurdî derbasî tirkî bûne, lê na bi pirranî, ew peyv in ku ji farisî derbasî tirkî bûne..

di heyama osmaniyan de edebiyata dîwanê gelek pêşde diçe, şairên wê heyamê bi pirranî farisî dinivîsin, edebiyata dîwanê di eslê xwe de ji hÊla farisan ve pÊşve çûye yên dî jî heyranê farisî ne û kirine ku bi farisî binivîsin, qene peyvên wî zimanî kar bînin..

peyvên hayî yên farisî yên ku aniha di tirkî de tên xebitandin, taa ji wê heyamê gihiştine îro...



14.09.2015 20:05 | ferhenga şikestî

38. Pêşîn -> peşin

Bi farisî ne pêşîn e lewma ji kurdî hatiye standin..



13.11.2015 10:54 | mergehez

39. peyvên ku gelekin lê dema lazim dibin nayên hişê meriv



çeyrek= çaryek





13.11.2015 11:22 | shorbevan

40. tırı vırı = tir û vir



(Tırı vırı yapmak)



Min îro ferq kir ku peyva/biwêja "tırı vırı" Ya tirkî ji kurdî tê. biwêja "tırı vırı" di tirkî de bi maneya tiştên beredayî, kêrî tiştek nayê, derew re tê gotin.



mînak:

ya oğlum bırak bu lafları, tırı vırı yapma!

Hocam boş ver bunları tırı vırı işler!



Eslê "tırı vırı" rasterast biwêjê me ya tir û vir ê tê. em gava yekî boş beleş xeber dide jê re dibêjin tirek, tireko, tirro, tira dawêje... yan jî vir, virek, vireko, virro, vizzo... carna jî em dibêjin tir û vir ê neke, yanî beredayî xeber nede, rastî bêje.



gotina tir û vir ê neke wekî tiri viri neke ketiye nava tirkî,



bila xêra wê bibînin înşelle...







19.12.2015 23:57 | mîr

41. ev ên ku di vî rûpelê de hatiye nivîsin, pirraniya van di esle xwe de ji farisî, ji îraniya kevn, ji erebî yan jî ji soğdî hatiye tirkî. qisûrê min mêze nekin tirşikvanno.



mesela;

peyve "rehber" a tirkî ji "rêber" a kurdî nehatiye. ji ber ku "rehber" di farisî de heye û wek peyvekî îslamî hatiye tirkî.



"harap, harabe- xerab, xerabe" daneberhevek xelet e. ji erebi hatiye tirkî, kurdî û farisî.



"birader- bira" daneberhevek xelet e. ji farisî "bêrader"; hatiye tirkî.



"bekar" jî ne rast e. ji erebî "bikr."



"yeni-nû" jî daneberhevek xelet e. ji ber ku peyve "yeni" çend sed sal berê wek "yengi" dihat gotin. û ev herfe "ng" jî harfekî cûda ye; ne "n" ye ne jî "g" ye.



"taze" jî ji farisî hatiye tirkî. ji ber ku bi kurdî "têze" ye.



"abdest" jî ji farisî. ji ber hem bi kurdî "avdest" e hem jî peyvên dînî bi gelemperî ji farisî hatiye tirkî.



"sîyah" jî ji farisî hatiye tirkî.



"düşman-dijmin" ji daneberhevek ne rast e. ji ber "düşman"ê tirkî ji "doşmên"ê farisî hatiye.



"namerd" jî ji farisî ye. ji ber ku bi kurdî "nemêr" e. pêvekê nerêni bi farisî "na" ye, bi kurdî "ne" ye, bi îngîlîzî ji "un" e.



de hade silav...



20.12.2015 15:25 ~15:39 | xwedaparêz

42. (bnr: peyvên ku ji kurdî ketine farisî)



belkî hemû ne ji kurdî derbasî tirkî bibin lê divê mirov zimanê kurdî jî evqas bêhêz hesab neke. çawa ku gelek nirxên kurdan û heta axa kurdan ji aliyê netewên din ve hatine dizîn gelek peyv jî hatine dizîn û em pê nizanin. weke mînak peyva abdest; çima ne ji kurdî lê ji farisî derbasî tirkî bûbe? ma zimanê farisî ji roja big bangê ve heye lê kurdî berî 100 salan hat îcatkirin? kî dikare bêje ev eslê vê peyvê ne kurdî lê farisî ye?



20.12.2015 15:31 | simurg56

44. Tê bîramin kû mamosteyêmin gotibû meriv nikarê bejê ev peyv kurdîye an farisîyê. Encax ji aîleye zimane îranîyê



21.12.2015 15:04 | senaishere

45. herkes= her/kes

vê peyva dibe ji kurdî ketibe tirkî



23.12.2015 13:23 | shorbevan

46. car caran tê rastê min û ez li vir parve dikim, wekî peyamê min ê peyvên ku ji kurdî ketine tirkî/82215



(ne heddê min e, ez zimanzan nînim, etîmolojiya wan peyvan lêkolîn nekirime. hema wan peyvana hinek jî berçavê mirov e, eleqeyê wan ji kurdî re rasterast ortê de ye)



îro min ferq kir ku lêkera tirkî ya çökmek a ji peyva kurdî ya çok ê re têkilîkî heye. çok perçekî çîpê meriv e, meriv bi wê, çîpa xwe ditewîne. tirk jî bi vê maneyê dibêjin çök-mek, mebesta wan ê gotina 'çökmek' tewandina çok ê ye ku ji peyva çok û çök eynî ye.



mînak: şimdi söylediğim hareketleri yapacaksınız arkadaşlar! çök! Kalk! Çök! Kalk!



03.01.2016 20:40 | mîr

47. tirkî: koç

kurdî: beran



dibe ku peyva tirkiya koç ji peyva kurdiya qoçê tê.



qoç bi tirkî: boynuz



16.01.2016 21:26 | mîr

48. kurdî: Wêrek (Kesên diwêre, natirse) bi tirkî: yürekli, cesur



tirkî: yürek (dil, qelb)



deng û maneya wan gelekî nêzîkê hev in, îhtîmaleke mezin têkiliya wan bi hev re heb in.



16.01.2016 21:37 | mîr

49. kurd= kürt



16.01.2016 22:11 | shorbevan

50. hin kurdên ku xwendin û nivîsandina kurdî dizanin xwe wek zimannas dibînin. bêyî ku lêkolîneke berfireh neyê kirin em nikarin bibêjin ku ev peyv ji kurdî ketiye tirkî an na ji farisî ketiye tirkî. ji ber ku kurdî û farisî zimanên ji heman malbatê ne peyvên dirûvê hev jî pir in. lewma dibêjim bila ên ku bi rastî jî hakimê vê mijarê ne binivîsin da ku em jî rast hîn bibin.



17.01.2016 01:04 | kurê xelkê

51. Li gor etîmologê gewre îbrahîm xelîl baran hemû peyvên tirkî ji kurdî hatine wergirtin. weke mînak enîşte: ê-nişt-te. êdî çi qas rast e xwedê dizane.



17.01.2016 20:20 | roza

52. gêjek rabûye, dibêje ibrahîm halîl baranî 'etîmologê gewre'. erê babam/anam, erê. gewre.



ne wateya etîmologî, ne jî ya gewreyê dizane bawerim. here cihekî, xwe şa bike, bixêrtir e.



18.01.2016 00:46 | wiha wilo wisa

53. ji kurdî peyv neketiye tirkî
peyvên wek hafta, abdest, çapraz farsî ne



31.05.2017 01:18 | mindal

54. Pençe = pênce
(bnr: pênc)



16.06.2018 11:46 | mîr

55. Car caran gava Tirkî xeber didim yan jî dêna xwe didim û hinekî wan tê rastê min

Bi Tirkî "Demin"* bi kurdî hêca ye. Dem bi kurdî wext e demin ji kurdî ketiye tirkî.

* Demin: az evvel, biraz önce (hêca, gava dinê)
Jixwe çavkaniya tdk ê ya ferhenga berhevkirî ya devkî de ev peyv ji Diyarbekirê hatiye berhevkirin: Here lînkê



25.08.2018 19:29 | mîr

56. piraniya peyvên ku di vir de hatine nivîsîn ne ji kurdî lê ji erebî û farisî ketine Tirkî ku bi heman awayî ketine kurdî jî. loma em dibên qey ji kurdî ketine Tirkî. Heyran ma zimanê serdest qe ji zimanê bindest peyv werdigire? ji xeynî hin peyvên argo û çend peyvan ti tişt ji kurdî neketiye Tirkî. gelek peyv hene ku hem Tirkî hem jî kurdî ji zimanên erebî û farisî wergirtine. Hege em baş lê binêrin zimanê farisî jî gelek peyvên xwe ji erebî wergirtiye. Her tişt girêdayî bindestî û serdestiyê ye. Ji ber serdestiya dînî zimanê erebî li ser piraniya zimanên rojhilata navîn konê xwe vedaye. Farisî jî ji ber çandê xwe -ku girêdayî hêza xwe ya leşkerî bû- li ser zimanên rojhilatî gelek bandor kiriye.



25.08.2018 21:13 ~2018.09.02 16:00 | tizbîkêş

57. Peyvek nû li devê xortê Tirkan: tırstım.
Hê neketiye hundir lêbelê hema li ber derî de ye*



25.08.2018 23:17 | kaniya bayiya

58. Derzî: Terzi



26.08.2018 10:49 | apê mihyedîn

59. Dema em xendakarbûn pêyvek "DEVŞÎRME" hebû dîroka pirtûka tirkada.
Devşîrmek = dev + şîrkirin
ez bawerim ev jî kurdîye.



18.03.2019 01:12 | brzn

61. Dûrbîn-dürbün
Çaryek - çeyrek
Herkes-Herkez
Avdest(destmêj)-Abdest
Koç-Göç
Koçer-Göçer
Dîyar-Diyar
Gûl-Gül
Xirab-Harap
Tiştên ku hatine bîra min



29.03.2020 13:27 | dilreş

62. Dûrbîn-dürbün
Çaryek - çeyrek
Herkes-Herkez
Avdest(destmêj)-Abdest
Koç-Göç
Koçer-Göçer
Dîyar-Diyar
Gûl-Gül
Xirab-Harap
Tiştên ku hatine bîra min

(Edît:Gorî https://sozluk.tdk.gov.tr/ 'ê beyva "diyar" peyvek erebî ye. Lê ez bawerim koka wê kurdî ye.)

(Edît2: kok-kök)



29.03.2020 13:27 ~13:37 | dilreş

63. Çepûrast-- Çepras -- bi tirkî Çapraz
Ta mar -- Tamar -- Damar
Pêşî -- Peşinat



30.03.2020 03:01 | shwinsherm

64. Ji qûna te nayê - götünden gelmiyor
Gava ku ev gotin ji yekê tirk re tê gotin mêjû ji sera diçe, tu tiştek fam nake. Lêbelê di kurdî de gotinek xweşwate ye. Ji kesên bêkêr û tiral re tê gotin.



26.04.2020 20:07 | afa

65. Tavsamak: tewsandin
(bnr: tews)



16.05.2020 15:55 | mîr

66. Tirkî: Tepsi kurdî: tepsî (sinî)

Min ferhenga etîmolojiya Tirkî lê nihêrî ji bo peyva Tepsi ya Tirkî dibêjin di kitêba Divan-i Lugat-it Türk (1070) ] de wekî tevsi/tebsi derbas dibe ev jî ji peyva dep tsí ya zimanê Çînî derbasî Tirkî bûye.

Lêbelê ev ê ku dibêjin rast e yan derew e nizanim.

Di kurdî de lêker û radera wekî tepisandin, tepisî, tepisîn hene dibe ku eleqeya tepisî û tepsî hebe. Ji ber ku maneya tepisî, tepisiyayî bi maneya xwe ve tam cihê vê peyvê digire.

(Tepisî, pê qeweteke giran ve bi zorê tiştekî wekî lewhe xwarkirin e)



24.05.2020 21:50 | mîr

67. mînakên dayîn gelemperî ji peyvên hevpar yên zimanên îranî ne. Hinek ji etîmologên ji bin çengê çêdikin jî hene.Çendin ji van ji peyvên hevpar ên îranî ne (taybetî farisî) çendin ji van xwerû kurdî ne nizanim.
Çend mînakên rasterast ên ku ji kurdî ketiye di nav tirkî de ev in:
Gundî, tirşik, teşko, dizo, migo,keko, kîrve, ya herro ya merro.



24.08.2020 07:05 ~07:06 | berbest

68. nahoş = ne xweş



08.12.2020 21:21 | hueyn

69. hırçına bi tirkî li gor Ahmet Vefik Paşa ku nivîskarê Lugat-î Osmanî ye (1876), ji xirça kurdî tê. xirç, xirçîn ango dev avêtin, gez lê dan e.

nizanim çima zimanên serdest tenê peyvên pejoratîv ji zimanên bindest werdigirin.



19.12.2020 01:45 ~01:48 | ezcan

70. Peyvê "Dızlamak" Ji Kurdî ketiye Tirkî. Bi taybetî li ser medya civakî gelek bikar tîne. Wateya wî bi Kurdî "Dizîn, diz kirin e". Xwerû Kurdî ye.



19.12.2020 16:53 | mafperwer

72. tirsîn = tırsmak



01.05.2021 23:29 | brzn

73. Rêber



02.05.2021 00:21 | omerdincar

74. avaya kurdî wek ova derbas bûye. ava/132043

û qasê dizanim avdanka kurdî jî wek avadanlık derbas bûye.



09.08.2021 22:41 | ezcan

75. teşt/136542



08.09.2021 00:09 | hueyn

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik v3.0 [2]
ka ez jî agahdariyeke bidim) slav tirşikanên hêja, mergehez malper...
tehdîdên kurdî [3]
Ezê te li berekê(kevir) ve vedim, Ezê lingê te bişkênim, Were meydan...
îtîrafên tirşikvanan [1]
ev demeke dirêj berê min li tirşikê taybetmendiyek zêde kiribû û ji bî...
tirşik agahdarî [1]
Silav tirşikvanên hêja, Di demeke kin de versiyona nû (v3.0) wê wer...
horhorik [2]
Tirşikvanek fantastîk e. Miqayeseya xweşikbûna memik û welatê xwe di...
belki ev jî bala te bikişînin
» peyvên ku dikarin şûna inşallahê bên bikaranîn
» kurdîstan aktuel
» tirkî fikirîn û kurdî gotin

Kategoriyên mijarê:: anket ziman
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî