Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
gelo colemerg dikeve kîjan herêma kurdistanê - tirşik
gelo colemerg dikeve kîjan herêma kurdistanê
(5) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. pirsa ku pir serê min êşandiye..

wê rojê ez bi hevalekî xwe re ketim nîqaşê li ser vê. wî digot "colemerg dikeve herêma serhedê" min jî "digot na ne gengaz e, colemerg dikeve herêma botanê". lê belkî nakeve herduyan jî. ger tirşikvanek bersiva wê ya rast dizanibe bila ji me re bêje..



25.05.2014 00:45 | mergehez

2. ez bawêrim ku lî alîya botanêda yê



25.05.2014 00:47 | picassoyê kurdî

3. ehim ehimm.

niha bi qasê ez dizanim, colemêrg tam ne aîdê heremekê ye. hinek jê dikeve di nav botanê û hinek jê dikeve serhedê. lê a rast ez jê ne ewle im.



pênas ; pirsa ku hatibû bîra min jî.



25.05.2014 00:49 | brusk56

4. dEMA MIROV LI DEVOKA COLEMÊRGÊ DINÊRÊ TEQEZ MIROV DIKARÊ BIBÊJÊ DIKEVÊ DI NAV HERÊMA BEHDÎNAN De.. eZ GELLEK CARAN ÇÛMA BAŞÛR. aXAFTINA KESÊN LI colemÊRGÊ HEMA BÊJÊ EYN WEKE AXAFTINA KESÊN KU LI DIHOK, ZAXO, AMÊDIYÊ Û BAJARÊN DÎN YÊN LI HERÊMA BEHDÎNAN DE DI AXIVIN E.. EZ DIBÊJIM NE BOTÎ NE.. dEMA MIROV LI GOVENDA COLEMÊRGIYAN DINÊRÊ MIROVÊ BIBÎNÊ GOVENDA COLEMÊRGIYAN BI ALIYÊ ÇEPÊ VE DIÇÊ.. dEMA TI LI BOTA DINÊRÊ GOVENDÊN WAN BI ALIYÊ RASTÊ VE DIÇIN. eV JÎ JI RIKBERIYA DI NAVBERA MÎRÊ BOTA Û MÎRÊ HEKARIYA TÊ... tÊ GOTIN KU MÎRÊ HEKARIYA JI MÎRÊ BOTA ACIZ DIBÊ Û DIBÊJÊ ÊDÎ EM DI GOVENDÊN XWE DE WEKE WAN NA REQISIN. vÊCA BIRYAr DIDIN KU ÊDÎ GOVENDÊN XWE BER BI ALIYÊ ÇEPÊ VE BIGRIN.. eV NÎŞANEYEK E KU COLEMÊRG NAKEVÊ HERÊMA BOTA.. wEKE HUN JÎ DIZANIN KU SERHED TÊ WATEYA SERSÎNOR.. dEMA MIROV DI MEYZÊNÊ DÊ BIBÎNÊ KU COLEMÊRG JÎ DIKEVÊ SER SÎNOR.. sÎNORÊ FERMÎ Ê DI NAVBERA TIRKIYEYÊ Û ÎRANÊ DE.. bI VÎ AWAYÎ HERÊMEK E SERHED E YANÎ HERÊMEKE SERSÎNOR E.. lÊ JI ALIYÊ ÇAND, ADET Û AXAFTINÊ VE JI SERHEDÊ CÛDA Ye...yANÎ MIROV BI REHETÎ DIKARÊ BIBÊJÊ KU COLEMÊRG DIKEVÊ HERÊMA BEHDÎNAN DE..



25.05.2014 01:05 | nan û av

5. colamêrg dikeve herêma hekariyê.. niha pirr şaşî hene hin kurdên me dibên qey dema komara tirkiyeyê ava bû navê colamêrg hat guhertin û bû hakkarî.. lê ne rast e hekarî bixwe navê wê heremê ye lê colemêrg navê wî bajarî ku dikeve di bin herêma hekariyê.. ango hekarî bixwe herêm e û têde wek colamêrg û gever û şemzînan û çalê bajar hene û heta li quntarên wanê sînora herêma hanê dirêj dibe jixwe beriya tirkiyeyê mîriya hekariyê hebû



25.05.2014 01:22 | ferhenga şikestî

6. ji aliyê zimên ve nêv herêma behdînanê ye. bi min di zelalkirina sînorên herêman de tiştê herî girîng ziman e. ji aliyê siyasî ve jî berê beşek jê girêdayî mîraniya şîrwanê, beşek jî girêdayê wanê bû. Carinan jî weke herêmeke serbixwe bi navê colemêrg derketiye holê.



25.05.2014 02:15 | oxir

7. cilemergê heta pişta şirnexê an ku qileban û qeza elkê ji di navde dibe behdînan. cilemerg, gever, çelê, şemzînan, qeza elkê, qileban bi rabin û rûniştina xweve bêhtir nêzikî behdinan e. tixubên botanê heta gundikê melê tên. tişta ez dizanim.



17.06.2014 14:14 | ciwanpiroz

8. Em dikarin bibêjin dikeve herêma Behdînan. Jixwe Kurdiya wan ne wek ya serhedê ye ne jî ya Botanê ye. Li başûrê Wanê jî bi taybetî nêzîkê Colemêrgê axaftina wan wek ya Colemêrgîyan e.



10.11.2019 20:56 | hesinkar

9. (bnr: orteya kurdistanê)



18.02.2021 22:52 | de facto hozan

10. Bi serê xwe herêmek e.



26.06.2022 23:32 | evcebarê pirê

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» gelo komeleya nivîskarên kurd tê girtin
» herêma kurdistanê

Kategoriyên mijarê:: jiyan
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî