Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 11 peyam
mem û zîn - tirşik
mem û zîn | 0
Nivîskar: ehmedê xanî | kurmancî | roman | 232 rûpel

wergera li kurdîya îro: jan dost Ji dema Ehmedê Xanî de heta destpêka sedsala 20an zimanê kurdî yê nivîsandinê zêde nehatibû guhertin. Jixwe herfên la...
mem û zîn
(9) (1) (1)
di mijarê de bigere

18. Nêzîkî salekî ye min di pirtûkeke kurmancî de xwendibû dinivîsand navê pirtûkê ehmedê xanî şaş tê zanîn û çewt tê nivîsandin. Di eslê de navê berhemê şêx ehmedê xanî memozîn e. Memo kurd e zîn jî kurdistan e. Digot ne mem û zîn e. Lê ha mem û zîn ha memozîn. Çî ferqî lê heye min netiwanim hetanî em katî.



22.07.2017 20:52 | rûbar

19. şahesera ehmedê xanî ye, ku li gor gotinên jan dost li parîsê destxeteka mem û zînê ya bi suryanî û erebî derketiye:
Here lînkê



13.10.2017 10:27 | xendekî

20. Ew pirtûk, mesnewiya ehmedê xanî ya bi kurmanciya îro ye û ji aliyê jan dostî ve hatiye amadekirin. ji kevinbûn û dijwarbûna nivîsa ehmedê xanî ez newêrim mem û zînê ya resen bixwînim. Him peyvên erebî bi min kêm in û him jî kurmanciya min ne ewqas baş e.

yên wek min, dikarin mem û zînê wek çîrok an wek roman bistînin û j'xwe re bixwînin. min pêşî romana mem û zînê (ronî war) kirîye û bi kêfxweşî xwendiye. Ango haya min ji meseleya mem û zînê çê bû. bo vê romanê Here lînkê îcar dor hat mem û zînê a bi kurmanciya îro a jan dost. Aniha dixwînim. Gelek gelek kêfa’m jê re hat. Heke min wê jî qedand, vêca dor were berhema resen a ehmedê xanî, helbet bi kurdiya latînî. Xanî bi alfabeya erebî nivîsiye. Bi alfabeya erebî ez îro nikarim, ji hişê’m çûye. Ez pir zû ji medreseyê qut bûm.

sererastkirin: agahî



28.10.2018 00:50 ~2022.12.19 21:38 | mirovekirind

21. Berhema ku herdem li ber destê min e. Ez çi pirtûkê bixwînim ber wê pirtûkê re Mem û Zînê jî dixwînim. Li ba min ya Mehmet Emîn Bozarslan a ku ji weşanxaneya deng derketiye heye. Dema ez pirtûkê bixwînim dîroka despêkê û dawîkirinê di serê pirtûkê de dinivisim. Îro min nêri heya naha min (2009ê min pirtûk kiribû) 7 caran pirtûk xilas kiriye. Naha ez cara 8ê ye dixwînim. Pirtûk nêvî bûye. Ez çi qasî bixwînim dîsa jê têr nabim.



30.11.2019 20:07 | nan û av

22. Yekem pirtûka ku min dawî kiribû. Bi saya vê pirtûkê min dest xwendina pirtûkan kiribû. Lê min wergera tirkî xwendibû. muhammed said ramazan el-buti wergerandibû. Dema mamosteyê min ê matematîkê vê pirtûkê destê min de dîtibû , gotibû ev kesê ku wergerandiye di mizgeftê de hatiye kuştin. Dema min vê gotinê bihîst gelek dilê min êşiya bû.



10.12.2020 17:20 | yûsiv

23. (bnr: kesên navdar ên di mem û zînê de)



22.03.2023 23:30 | mirovekirind