Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
nexweşîna kurdên bakur ya axaftina bi tirkî - tirşik
nexweşîna kurdên bakur ya axaftina bi tirkî
(6) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. nexweşîna kurdên bakûr:axaftina bi tirkî.

li erebê siwar dibim, pere didim ajovan û dibêjim jê heqê kesekî bigire.

bersiv bi tirkî ye.

li marketê alavan dikirim, pere didim xebatkar.

bersiv bi tirkî ye.

mînak gellek in. erê min fêm kir bişavtin û bişavtin lê ew qasî jî? gidî.

http://www.amidakurd.net/qunciknivis/h%C3%BBn_%C3%A7awa_dikarin_tam_as%C3%AEmile_bibin



13.07.2013 19:48 | gulan

2. tiştekî kirêt e. lê ev yek dikare bê guherandin.heke ne tenê tu,ez tu ew em hemu wek te tevbigerî wê zimanê bazirganîyê,zimanê sukê bibe kurdi dîsa



13.07.2013 14:10 | feqiyêteyran

3. demekî nivîskarê kurd zinarê xamo derheqê vê babetê de di bloga xwe de nivîsek parve kiribû.. niha dikim nakim bi ser ve nabim..



13.07.2013 22:21 | endazer

4. gelek jê qûna xwe diçirînin lê dîsa jî nikarin wekî tirkekî biaxivin...



16.09.2013 00:40 | doktorodi

5. çimkî keçikên xweşik bi tirkî diaxivin loo



16.09.2013 00:52 | (î) i ya bi kumik

6. dîsa sûc bû para jinê *



07.10.2013 23:47 | gulan

7. hey xwezî tirkiya wan jî tirkî bûya, nake serîkî sergîn û dîsa jî ji hefte heşte xwe nayên xwarê.



26.12.2013 22:53 | gulan

8. (bnr: qaşokurd) kurdê ku bi kurdekî re bi zimanekî ji bilî kurdî biaxive ne kurd e.

dizanim di hevoka min de nakokiyek heye ku çawa "kurd ne kurd be" lê ew dibêje ez kurd im encex tevger û reftarên wî/wê tiştekî kurdayetiyê nîşan nadin.



26.12.2013 22:57 | dijber

9. li gorî gotegoteke kevn, qijakeke reş bi dengê xwe ne memnûn bûye. ev qijak dema ku dengê bilbilê dibihîze, biryar dide ku dewsA DENGÊ XWE, DENGÊ BİLBİLÊ DERXE. DÛV RE, Bİ DEMEKE DİJÊJ TEQLÎDA DENGÊ BİLBİLÊ DİKE. HER ÇİQAS BİCERİBÎNE JÎ, DİKE NAKE PÊK NAYÊ. dawîyê de di armanca xwe de biserneketî dibe. dev ji biryara xwe berdide û vedigere li ser eslê xwe. lê bele, di demeke kurt de, qijak pê dihese ku dengê xwe jî bîr kirîye. ne dikare dengê xwe derxe, ne jî dengê bilbilê. ango, ne dibe bilbil, ne jî wek qijak dimîne. dibe tiştekî ecêb û li ortê de dimîne.



(bnr: qomutenım welleh ben tırkım)



27.12.2013 12:09 | nazim tolhildan

10. zimanê Tirko li wan hesanîtir tê, ji loma berê kûnê didine zimanê xwe. Qaşo, ma dema ku tu ji dayik bûyî tu bi tirkî axivî?



27.12.2013 21:00 | daskan

11. mixabin ku nexweşiya ku bi xêra rêzefîlmên virko li başûr jî peyda bûye. min li înternetê li platformên cûda gelek kurdên başûrî yên ku tirkîzan in naskirine. bi rastî dema ku laqî wan dibim bêhn li min diçike çi hêrsbûnê.jixwe li malperên forûman ê başÛriyan binêrin, avatarê (wêne) hemûyan lîstikvanê rêzefîlmên virkoyî ne. her wiha bi qasî ku min ji hevalên ku çûne başûrê bihîstî, dema ku li başûr, başÛriyek laqî bakuriyekê tê hema demildest dest bi nîşandana jêhatîbûna xwe ya li zimanê tirkiyê dike. baş e ku ez neçûme başûr Û laqî wan nebûme Û kîrê behlÛl Û polat...



27.12.2013 21:18 | oxir

12. ji axaftina bi tirkî a gelê kurdistana başûr normaltir e.



(bnr: evîna tirkiyê a di nav gelê kurdistana başûr de)



12.06.2014 00:53 | brusk56

13. ez Ê dawiya dawÎ ji ber vÊ nexweşiyê lal bibim. hingÎ ez kurdÎ dibÊjim, dipirsim, dibersivÎnim ew hê bêhtir bi zimanÊ din diaxive. hişÊ min tevlÎhev dibe, zimanê min lal dibe. lÊ ez lal jÎ bibim kerr jÎ bibim ez Ê her ev bim...



12.06.2014 20:06 | xendekî

14. Doxtor ez dibêm qey ez ê qûsmîşkim



28.01.2015 06:54 | xeteraqirêj

15. yê xelkê şekir dikeve, tansiyon dikeve; ya me her tim iq dikeve... bi taybetî li amedê 4 ziman tên axaftin: tirkiya zarokan, tirkiya ciwanan, tirkiya pêxasan, tirkmanciya kurmancan...



(bnr: dema ku xwedê hiş belav dikir, tu li kuderê bûyî)



19.03.2015 16:53 | remlavêj


17. Keçikên li zankoyê di pola min de lîstika herî zêde kî kurdî nizane dilîzin. ger yek bêje fêm dikim lê nikarim biaxivim, ya din dibêje du sê hevokan fêm dikim ya din jî dibêje du sê peyvan dizanim . Ewên wiha dibêjin jî navê wan teva kurdî ye raperîn, Rojîn, nûjiyan, hêlîn hwd ji bajarên wek Amed, Colemêrg, Mûşê ne .



22.10.2023 23:39 ~23:40 | navîgiranmezelîwêran

18. min re vê hestê didin:

ger ez ba bûma
min ê biçûma welatek dûr
ger ez baran bûma
min ê bîranînên xwe paqij bikira
îcar jî vê kulê nemirim
ji bilî egîd û tirşikvanan
careke din ji xelkê xwe sar bibim



22.10.2023 23:56 ~23:59 | ciwanzêr

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» nexweşîna kurdên bakur ya axaftina bi tirkî
» kurdên serhişk
» bakur
» axaftina şivan perwer ya bi elmanî
» tirkî fikirîn û kurdî gotin

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi jiyan ziman
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî