1. wergera ku ji ber gunditiya civaka me li pÊş nakeve û kes nan jê naxwe. |
|
28.05.2014 00:04 |
dijber
![]() |
2. dema dibêjin wergerî: |
|
28.05.2014 12:24 |
gulan
![]() |
3. ji bo zimanê kurdî tiştekî gelekî baş e. |
|
28.05.2014 21:22 |
simurg56
![]() |
4. ji bo firehkirina asoyên nû û birrÎna qonaxên nû li zimanê kurdî tiştekÎ elzem û bivê nevê ye.. lê wekê her tişteka bi kurdî ji ber çend egeran bi başî nayê kirin û di destê îşbîlmezan de tê edemkirin.. egerek ji egerên pêşîn, kadroyên kalîfiyê yên perwerdeya vî karî standine û bi ji bilî kurdî bikaribin xwe bi çend zimanan îfade bikin hema bêje nîn in, egereka din yên ku bi çend zimanan zanin û kêm zêde serwextî karê wergerê Bûyîne jî ji ber ku karê wergera bo kurdî karekî nanûziko ye, xwe nayêxin di bin vî barî de, û egereka din jî wergerên bo kurdî zêde nayên xwendin, ji ber ku çavê xwendevanên kurdî neelimîne hevokên girîft û kompleks û dema mirov ji zimaneke din bo kurdî wergerê dike mecbûr an divê, teksta li ber wergerÊ Bipalîne û dawerivîne û bi hevokên kurt û kurmancî mebesta xwediyê tekstê bi îfade û îbaREYÊN XWE Ji nû ve binivîse an jî divê cih li erd û axa zimanê kurdî fireh bike, û xwe li ''li herî jorîn firrÎna bêbask'' biceribîne.. filan |
|
29.05.2014 21:09 |
endazer
![]() |
5. Wergerên wek vê wergerê ye: |
|
01.12.2014 00:59 |
xendekî
![]() |
6. wergerên ji zimanê xwe werdigerine. rewşa kurdî ji hêla wergerê kêm e lê baş e. Hin wergêrên Ku ji wî zimanî werdigerînin |
|
01.12.2014 01:16 |
berxweda
![]() |
7. (bnr: öyle yıkma) / (bnr: wilê xira neke) |
|
05.12.2014 14:24 |
xendekî
![]() |
8. werger ji çend stûnên bingehîn ên wêje û ziman yek e. bi wergerê di nav gel û çandên cuda de têkilî û agahdariyên civakî, polîtîk, çandî, felsefe, ziman û yên etîkî çêdibin. komunîkasyon pêk tên, zanîn û agahdarî bêtir û xurt dibin. derî û pencereyên şopandinê li ber xwendevan vedibin ku ji derî civak, çand û wêjeya xwe, yên gelên din jî bibînin, binasin û kelk û çej ji wan bigirin. ji aliyê din ve werger gencîniya hejmar û wateya gotin, termînolojî û têgehên ziman geş, xweş û dewlementir dike. du ziman û çanda dide berhev. ji zimanê din gelek peyv û terman werdigire, li hember wan yên nû dibîne an jî diafirîne. herweha hejmara peyvên ferhengê zêde dike. çarçova ziman fireh dike û bi pêş dixe. kirasê teng diçirîne. dest bi dirûtina kirasekî firehtir, gulgulîtir, rengîntir û xweşiktir dike. |
|
19.03.2015 20:59 |
remlavêj
![]() |
9. tiştê ku pêşeroja jiyana min da dixwazim di warê aboriyê de bikim. weşanên li ser aborî mixabin di zimanê me da pir kêm in. |
|
25.03.2015 19:29 |
kurê xelkê
![]() |
10. Li gorî min, heke yek dixwaze wergerên bike divê çanda her 2 zimanê ku bi dê werger bikî baş bizane. Têkiliya û pêşketinê werger bi zanîna çand a her du zimanê ve giredayiye. |
|
28.03.2020 18:17 |
roz
![]() |
![]() |
pêşniyarên ji bo ji nû ve avakirin û belavkirina zimanê kurdî li nav xelkê li bakurê kurdistanê [3] |
![]() |
25.09.2017 referandûma serxwebûna başûr'ê [1] |
![]() |
ewropa an koreya başûr? [1] |
![]() |
dema ku li dibistanê di dersa tirkî de nota xwe di bin 70'î de bidest bixin [1] |
![]() |
kêmasiyên tirşikê [1] |