Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


16 mijar û 23 peyam
tîmûrleng - tirşik
tîmûrleng
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Tamerlane ango Tîmûrê ku leng e, lingekî wî leng-kût-seqet bû.yek ji keyê tirk-mongolan ê navdar e.



Bi zilm, zordarî, barbarî, talankeriya xwe tê nasîn. Çavkaniyên Rojavayî wî wekî mongol binavdikin lê Tirk dibêjin ew bi eslê xwe Tirk e û wî wekî keyekî, mezinekî Tirkan nîşan didin û pesnê wî didin. Tîmûrleng heya parçeyekê Kurdistanê jî dagir dike û di serdariya xwe de tirs xofeke mezin li ser şaristaniyên herêmê dihêle. Cihê ku artêşên Tîmûrleng lê derbasdibin kevir li ser kevir nedima. Hemî pirtûkxane dirûxand, hemî dewlemendî talan dikir. Di diroka devkî ya Kurdî de derbarê zilma Tîmûrleng de gelek gotin hene. Bi kurtî Tîmûrleng bi barbariya xwe di dîrokê de ciheke mezin girtiye.



30.05.2014 20:45 | xwelî li ser

2. her Çiqas navê wî bi biranînen nexweş tê hişê me jî, navê wî di nav kurda de wekî tîmûr, temir, temirxan, xantemir tê lê kirin.



Meriv heyrana hêz û qewet e, kî bila bê dost û dijmin ferq nake, seba vî sendroma stokholmê ye



18.11.2014 14:37 | mîr

3. di kitêba salman rushdie ya bi navê the enchantress of florenceê de wateya navê wî wek tîmûr/demir: iron ango hesin û leng: kulek derbas dibe, zilamê hesinî yê kulek.

hesin madeneke wisakî ye ku her tim bûye nîşaneya qûdreta hukmê û qûdreta îlahî.

(bnr: kawayê hesinker)

(bnr: kurdalaegon)

(bnr: ilmarinen)



10.09.2020 00:47 ~2020.10.16 07:52 | tizbîkêş

dengdanên dawîn (yên din..)
îy yo hee [1]
Strana binavûdeng a koma the cranberries e. zarok bûm. Jin...
fuckîro rebeno [1]
ez jî nizanim çi ye. min tirşikê dixwend .hema ji nişka ve hat min wek...
nexweşiya mirovê vî wextî [2]
Pirsgirêkek din: her kes di bubble-ê xwe de dijî. Tenê mijarên hilbija...
helbestên ku tirşikvanan nivîsandine [1]
Xwîna-Pak Ji te re dibêjim, Tu yî tu! Erê hem jî gelek baş dizanim...
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1]
Raffî Mardoyan - fatima salih axa

...
belki ev jî bala te bikişînin
» tîmûrleng

Kategoriyên mijarê:: dirok
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî