Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    5 mijar û 7 peyam
    peyamên çeppikkirî yên di vê mijarê de; hîvron
    peyamên çepikkirî

    1. mûzîka kurdîde dengek xweş e. dû albûm peşkeş kirine û albûma sisê di demek nêzde derdikeve. albûma yekêmin bi navê koma hivron derxist. nusret imir û kudbettin. pistê wû nusret ma tenê û albûma bablîsok derxist. niha ji albûmek li ser ehmedê xanî û mem û zîn amade dike. ez bêjim albûma nu ji albûmên berê cudatir e û formatek felsefiye.



    2013.07.13-15:19 | serburiyek

    3. car carna bablîsok

    car carna çavên te

    car carna bablîsok min dikuje

    car carna çavên tê



    Hemû hêzkiriyên min hivronê guhdar kirine bi saya min.



    2013.07.14-01:31 | dengêmintête

    5. yek ji daner û damezrînerên komê nisret eslê xwe ji cizîrê ye paşê bi malbata xwe re bar kiriye êlihê û ez ne şaş bim niha li navçeyeka amedê di bin banê şaredariya navçeyê de qursa lêxistina gîtarê dide zarokan.. piştî albûma pêşîn qudbeddîn ji komê veqetiya lê nisret bi heman navî dirêjî da kar û xebatên xwe yên mûzîkê.. nisret xweyê dengeke zîz û zirav û tenik e ji ber hndê di hnek stranan de mirov dibêje qey detone dibe.. di straninên xwe de cih dane an cih didin helbestên şairên kurd yên wekê faqiyê teyran û rênas jiyan û melayê cizîrî.. ev yek ji bo mûzîka kurdî a modern qonax û pêngavek girîng e.. tevî stranbêjên wekê mehmet atlı, burhan berken, mirady, cesûr rekawt, hanî, mehmet akbaş, sakina teyna hîvron jî ji bo sibreoja mûzîka kurdî ya modern cihê hêvî û bendewariyan e ji bo berhemên xurt û serkeftî ne.. axirê rêya wî/wan vekirî û dengê wî/wan li dinê be..



    2013.07.14-04:54 | endazer

    13. koma xwedanê musîqayeke gelek dilhebîn.. helbestî.. lê min hêvî û awat ji hezretê ehmedê xanî ye ku li merqedêd xwe li bîra van camêran bîne ku kurdî her bo stran-gotinê nîne.. herwiha bo peyam-belavkirinê ye, bo weshandina malperan e.. kelîmata kurdî nîne li ser malpera wan a fermî..



    2013.10.07-21:46 | gordereş

    16. bihna albÛma nÛ tet...

    ahan jÎ li vir karÊ xwe yÊ davÎn heye:

    Hivron-Mem u Zin/Welat- Evin












    2013.10.25-18:23 | Şoreşa Penûsa Kurdî

    20. min ji gelek kesan bihîstiye, dibêjin; her çend muzîka wî û dengê wî xweş û cuda be jî îmaja porê wî qet xweş nîne. ma camêr nikare îmajek din ji xwe re çêke? qe nebe bila porê xwe ji nava serê xwe ber bi pişta guhên xwe ve neke duşax ev mode ji zû ve ye miriye.



    2013.11.29-10:54 | mîrêhekarya

    25. Navê komekî ye. Lê yek kes tê de heye. Ew jî nisret imir e. Niha li vîyanayê perwerdeyê dibîne. Armanca wî muzîka kurdî li gorî Avrupayê li hev bîne. Mirovekî serkeftî ye.



    2020.05.31-13:40 | yûsiv

    26. Pel TV'yê bi solîstê komê nisret îmîr re hevpeyvînek çêkiriye. Va ye lînka wê:











    2020.06.01-01:37 ~2020.06.09 19:05]| xeyda