2. şırnak bi kurdî şirnex e ne bi tirkî.. şırnak bi tirkî şırnak e û bi kurdî jî şirnex e.. |
|
2013.07.02-16:17 |
endazer
![]() |
4. Cizîrê je re dibêjin (bnr: kaşkê kero) le Mirovên wa zehf camêrin |
|
2013.07.13-22:33 |
stajyer kurd
![]() |
5. bajarê ku li cizîrê ji ber ku erdê wê li gorî erdê cizîrê zêde bi kaş û kendal e û biçekî ji ber zikreşiyê jê re dibêjin kaşê keran.. |
|
2013.07.13-22:40 |
endazer
![]() |
6. Şirnex bajarekî gelek nav şirîne.Tê gotin destpêke navê wê şehr-î nûh bûye.peyre şehrneh, şernex, şirnex hw. tirka jî jêre gotîye şirnak. Bajarekî welatparêze, merîvê wê mevanperwerin, di şerde jî serhildêre! Kengê tekoşîna rizgarîya gelê kurdîstan dest pê kir, navê wê li herderê hat nasîn.Heta wûsa navê şirnex tirs xist nava dijminên dagirker. gelek ciwanên şirnex di nav tekoşîna kurdistanê de wekî tekoşerê serê çîya, jîyana xwe ji dest dane, bi hezaran welatîyê bajêr îro jî li zindanê dijminandene. wekî serokê şeredarîya şirnex ramazan uysal û serokê şeredarîyên hemû navçeyên şirnex îro li bin navê kck de girtîyê zindananin. wekî wekîlê gel bdp ê şirnex faysal sariyildiz û selma irmak jî li zindanêdene. navê şirnex bi navê cizîra botan bi hevre şirînin. yek bê ya din nabe. |
|
2013.07.13-23:27 |
urartu3000
![]() |
7. Şirnexî camêr in û mêr in jî xwedê wan xwedî bike rebbî lê em batmanî jî ne hindik in loo em jî baş in mêr in mêrxas in * |
|
2013.07.14-00:15 |
babrisok
![]() |
8. tevde axayên bê gundin, lê her tim bi kurdî diaxifin, kurdiyîke xweşik û dewlemend. |
|
2013.09.16-20:52 |
tivirloismail
![]() |
9. cizîr Û şirnex bitemamî ji hev û din cida ne ... şirnexî devletçî ne, qoricî ne lê belê van salan piço û piço ev rewş tê guhertin ... cizîr pir welatparêztir e ... ez jî şirnexî me lê belê rastî holê ye ... |
|
2013.09.16-23:52 |
botan
![]() |
10. bajarekê çiyayî ye.! |
|
2014.01.02-23:27 |
xendekî
![]() |
11. ji duh ve camêrekÎ ji gundekê derdora şirnex, mêvanê min e.. di nav şitexaliyê re behsa zewaca xwe kir, go berê men hej keçikekî şirnexiya esîl dikir, min ji bavê xwe re go de here ji min re bixwaze, go min kir û nekir, min belkî sed insan kirin di navê re, lê dîsa jî qebûl nekir.. min go xêr e çima qebûl nekir? go navê keçikên şirnexiyên esîl yanî keçikên bajarî bi pîsîtayiyê re derketiye.. axirê go mesele jî ev e; |
|
2014.06.20-01:03 |
endazer
![]() |
12. li gorî abdullah yaşın navê şirnex ji şernexweş te. an ku şerê wê nexweş e. |
|
2014.06.20-18:27 |
ciwanpiroz
![]() |
13. (bnr: tezên fantastîk yên kurdî yên li ser etîmolojiyê) |
|
2014.06.20-20:26 |
simurg56
![]() |
14. Bajarê ku 31.03.2019 hilbijartina herêmî ya tirkiyê de partîyêkî tirka yekemîn hilda ye. |
|
2019.04.03-18:40 |
brzn
![]() |
15. welatê min e. min hinek tişt li vir dît di derbarê Şirnex de hatî gotin ez gelekê xemgîn bûm. Ew kesên dev avêtî Şirnex çend caran çûne şirnex, çend caran di demên komkujîyên li wir hatî kirin û kesê qal nekirî de li wir ma ne? Şirnek cihek kurdewar û welatparêz e. îro ji alîyê çandê, kevneşopîyê û zimanî ve biqasî şirnex cihek zindî tune ye. |
|
2020.04.13-22:07 ~22:57]|
soryazyus
![]() |
16. Bajêra ku her tim ji bo tirkîyê bûye bajêrek kambax (bo ku her tim şaredarî dest kurdan de bû) û bo kurdan jî bajêrek serkêşîyê de mînak bû.Mixabin piştê hilbijartinên herêmî yên dawî de ketiye destê dagirkeran. |
|
2020.04.13-22:14 |
brzn
![]() |
17. Bajarêk bi encama hilbijartina xwe a dawî de min qehirîye. Tiştên wiha mixabin hêvîyên me dikujin. |
|
2020.04.13-22:43 |
kajav
![]() |
18. Bajarê ku ez ne ew lê navçeya wî cizîra botan pir dixwazim bibînim. Ji ber ku warê evîna mem û zînê ye, qedîm e û çi zanim ez herkesî li Cizîrê kurdîaxêv difikirim. |
|
2020.04.13-22:53 |
xabûrî
![]() |
19. bajarê mirov ji dîmena pêşbera wê têrnabe. bi taybetî ji zivistanê heta heyva gulanê çiyayê cudî xemlûrewşek dehşetengîz li xwe dike. xinya wî kesî heçî bizane keyf û heza vê dîmena efsûnî bike. |
|
2020.04.13-23:29 |
hespêsor
![]() |
![]() |
pirtûka ku nivîskarên tirşikê herî dawî kirîne [2] |
![]() |
name [3] |
![]() |
îtîrafên tirşikvanan [1] |
abdullah koçal [1] |
|
![]() |
keçikên sivik [3] |