21. axaftina ku dikutê mêjiyê mirov, dema ez li ser twîttirê dibînim ku kurd pesna vê axaftinê didin, dîn dibim. kesên ku jê hez dikin, beguman ne li zimanê xwe xwedî derdikevin û ne jî piçek aqil di serê wa de heye! |
|
14.05.2020 21:27 |
merwano
|
22. Ewqas jî xerab nekin vêya yaw * belê em amedî ji aliyê ziman de qelsin lê ev jî taybetmendiyek e. Camêrek bi navê (bnr: mustafa gazî) li ser vê axaftinê xebat kiriye û di heman katî de gelek helbestê wî yê kurdî jî henin ku bûye stranê ser zimanê me. Mînaka vê axaftinê: |
|
15.05.2020 04:13 |
rizgarm
|
23. Dibêjin devoka Tirkî ya filan derê xweş e bêvan derê nexweş e. Tirk jî van devokan di henekên xwe nê genî da bikar tînin. Nanê vê rûreşiya me dixwin... Erê hemû jî rûreşiya rewşa me ye. Em bi zimanê xwe biaxivin dê nebin pêkenokên Tirkên ehmeq. Ha ez nabêjim bê devok bi Tirkî biaxivin an Tirkîya Stenbol biaxivin. Bi van devokan qure nebin û bi zimanê xwe biaxivin. |
|
15.05.2020 05:26 |
rozerinbitlisi
|
24. altan tan di turabidin'den berriye'ye de dibêje ev şêwe tirkî ji dewr û zemana aqqoyûnlû û qereqoyûnlûyan maye. zimanê wan herdu begîtiyê jî tirkiya azerî bûye. û dibêje ji ew çax de li navenda diyarbekirê kurmancî-zazakî nayê axaftin. wek mînak malbata cemîlpaşazadeyan herçiqas serhildêrên dewra xwe bin jî ne bi kurdî lê bi tirkî xeber didan. sedemekê din jî navenda diyarbekirê ne homojen bû bîleks gelek heterojen bûye ji berê de, ango Ermen, suryan, Ereb, tirkmen tev li nav hev bûne û loma zimanê kurdî li navenda diyarbekirê li gor navçeyan qels maye. |
|
15.05.2020 11:25 |
tizbîkêş
|
25. Min her digot û her dê bêjim tiştek bê wate ye. Kurdên wisa diaxivin bê hurmetiya xwe dikin. Yên ku wisa diaxivin derhal jê dûr dibim. ez hurmeta xwe digrim* |
|
15.05.2020 12:12 |
de facto hozan
|
26. Çiqas zimanê dijminê me be jî, mirov hindî pak û spehî biaxive/bizane çêtir e. Ne ji bo zimanê wan, ji bo mirovan… |
|
13.06.2022 22:08 ~22:10 |
evcebarê pirê
|
27. nîşana bişaftinê ye. yanî sembola windakirina ziman û nasnameya xwe ye. loma jê dibehecim. |
|
29.01.2023 01:39 |
mirovekirind
|
rexşê belek [1] |
|
pelûl [1] |
|
tirşik translate [3] |
|
kerguh [3] |
|
pelûl [1] |