Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


18 mijar û 20 peyam
serhado - tirşik
serhado
(3) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. hunermendek rapa kurdî ye. li swêdê dijî û bi eslê xwe ji midyada mêrdînê ye. ji ber nebaweriya ji xwe ku karibe bi kurdî rapê bike, pêşî bi zimanÊ swêdî destpêkiriye û paşiyÊ derbasî kurdî bûye. heta niha sê albûmên wî hene:

xewna jiyan - 2007

xeyala evîn - 2009

bihuşta xeyalan - 2013

ji navê albûmên wî xuya ye ku wek her kurdî xewn û xeyalên wî jî gelek in.

albûma wî ya dawî bi nexşên dengbêjî hatîye xemilandin û bi rastî serkeftî ye jî. ji ber vê yekê, wek heskiriyek dengbêjan, ev albûm ketiye nav favorîyên min. berdewama serkeftinê jê re.



02.06.2014 21:05 | qivaro

2. Yek ji hunermendên ku deng jê nayê ye. Normalde min hej rap ê nedikir belkî jî min di go eyb û şerme kêr me nayê û min xwe jê dûr dixist lê xêra vî camêrî hinek sempatîya min bo rap ê çêbu. Loma jê hez dikim înşellah dîsa wek berê hunerê xwe pêşkêşî guhdarvana bike.



31.12.2019 00:37 | azad30

3. klîbek nû wek navê hêvî parvekirîye. lê çend roj bû em bendê bûn.



Serhado - Hêvî (official audio)





02.06.2020 00:32 | golikvan

4. Albûmek nû bi navê hêvî weşandiye. 5 stran di albûmê de hene û peyvên hemû stranên vê albûme serhado bixwe nivîsandiye. Bi rastî jî di mûzîka hip-hop a kurdî de serhado serkêşek e. Pîroz be. Albûm li ser youtubê tê gûhdarkirin:
Here lînkê



08.06.2020 20:49 ~20:49 | serburiyek

5. bavê hîp-hop a kurdî albûmek nû belavkirîyê.

keremkin...

Serhado - Derewe




;ab_channel=Serhado



05.09.2020 15:00 | golikvan

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
ên ku dixwazin zarokên xwe bi kurdî mezin bikin [3]
Ne ez im ji ber ku zarokên min tunne ne. ger tûnne bin, ezê çawa wan b...
kompleksa îkarus [3]
(bnr: icarus complex) Îkarûs karakterek ji mîtolojîya yewnan e. Li ...
inglourious basterds [5]
Di derbarê Şerê Cîhanê yê Duyemîn de gelek fîlm hatine kişandin (Rizga...
tiştanok [1]
"Xalê min tê ji deştê qete(parçe) himbanek li piştê"( berisv...
Grass: A Nation's Battle for Life [1]
yekemîn berhemeke sînemayê ye ku qala kurdan dike. berhemeke hêja ye j...
belki ev jî bala te bikişînin
» serhado

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi muzikstrnbj
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî