Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 11 peyam
xwebûn - tirşik
xwebûn
(21) (1) (2)
di mijarê de bigere

1. bi tirkî benlîk: parçeyê kesayetî ku mirov dike xweyek û mirov ji xweyekên din dide veqetandin.



14.07.2013 04:54 | berxêres

2. (bnr: ezahî)



21.07.2013 12:56 | berxêres

3. rojnameyek kurdî ye. îro dest bi weşanê kiriye. ser xêrê. yê her heftî derkeve.



21.12.2019 22:07 | xwelî li ser

4. Rojnameya ku bîstek berê min bi daxuyaniya Selîm Temoyî jê hayedar bûm ku dest bi weşanê kiriye û Heftane ye. Pîroz be



21.12.2019 22:40 | darînê daryo

5. di serî de ji bo serxwebûnê hatiye lihevanîn. ji xwe xoybûn jî forma şaş ya xwebûnê ye. neyse baş e ku serxwebûnê zora wê birriye ji ber jê xwestir û hêsantir e.



21.12.2019 23:20 | ma min çi ji kê kiriye?

6. min ne malpera wê dît, ne jî hesabekî medyaya civakî. bi rastî jî rojnameya bi kaxizê bê belavkirin êdî miriye. ew dewr çû. çû û nema tê.

de bila, li ser xêrê be.



22.12.2019 00:20 | giyanstêr

7. rojnameya nû a ku bi navek gelek xweşik dest bi weşanê kiriye.
ser xêrê be.



22.12.2019 00:22 | brusk56

8. Nivîskarên xwe li hesaba xwe yî twitterê de nivîsîne.

Nivîskarên Rojnameyê:

Selîm Temo
Yildiz Çakar
Ayhan Erkmen
Samî Tan
Mizgîn Ronak
Şener Ozmen
Agît Yazar
Felemez Ulug
Ramazan Olçen
Wisif Zozanî

Navê hesaba ya twitterê: @RojnameyaXwebun



22.12.2019 13:31 | xwelî li ser

9. Nuçeyek gelek xweşê. Gelek nivîskarên kurdî ku hem çar perçeyên Kurdistan ê hem jî ji gelek welatên Rojhilata Navîn nivîskarên kurdî civîyane û rojnameyek kurdî derxistîne ji bo agahîyên berfireh ;

Here lînkê



22.12.2019 17:07 | azad30

10. piştî dewra erojnameyê nija dîsa rojnameya kaxedî wê derkeve. rojnameya elektronîk karekî zehmet e, divê sepaneka te ya xurt hebe, divê malpereka te ya gelek gelek xurt hebe, ekîbeka xurttir hebe; ev hemû wê bikaribun wê erojnameyê ji quncikên tarî yên înternetê derxe û bigihîne xelkê. axir rojname wek kaxed xweştir e. navê rojnameya xwebûnê jî têra xwe xweş çêbûye.

gotine yek ji armanca rojnameyê ew e ku alîkarîya yekîtîya netewî ya Kurdî bike.



22.12.2019 19:26 | xendekî

11. bi xêr û xweşî û bereket û emirdirêj be.



22.12.2019 22:50 | kurê xelkê

12. hêvî dikem demdirêj be. têde nivîskarên hêja hene.
pêdîviya kurmancî bi rojnameyê heye lê ew ne rojname ye mixabin ev 'hefte'name ye rojname ew e ku her roj weşana nû bênavber diweşe...



22.12.2019 23:47 | ferhenga şikestî

13. li amedê bi tenê li pirtûkfroşa pirtûkakurdî û li pirtûkfroşa lîlavê dê bê firotan
ma min çi fêm kir ji vî îşî? ma wisa dibe?
her du jî li ofîsê ne û ger rêya meriv li wir nekeve meriv nikare bistîne.
çima li hemî bufeyan belav nakin min fêm nekir, ger wisa be dê neyê firotan. bi tenê klîkek bistîne û ger wisa be jî tîraja vê heftenameyê hezarî jî derbas neke.



30.12.2019 15:33 | ferhenga şikestî

14. Divê her bûfeyek navendî de divê bê firotinê. Ez jî qet rast nehatim . Herhal pirsgirêkek çêbuye herhal ê ku "xwebûn" ê derdixin vê yekê jî baş dizanin.



30.12.2019 17:44 | azad30

15. Çapa dawî bi destê min ket ku bixwînim. Min bi meraq lê nêrî lê min tu feyz jê nesitand. Ez li benda rojnameyeke rengîntir bûm ku tê de mijar û nivîsên têr û tije bixwînim lê hema bêje tu ferqa wê ji rojnameyên kurdî yên wekî azadiya welat ku dilê mêriv ji dinê reş dikir nebû. Dîsa rûpelek ji bo "jin"ê hatiye veqetandin, yek ji bo çîrok û karîkatûrên qerfî ku kenê mêriv pê nayê û nivîs û şîroveyên li ser polîtîkayê yên dûrî rexneyê. Dil dixwest ku vê carê ji bilî wan, cih bidana nivîskarên nû û ciwan; mijarên wek aboriyê, sporê, modayê jî. Bi hêviya hejmarên xweştir û dewlemendtir...



22.01.2020 01:53 | xeyda

16. ser platforma spreakerê dest bi weşana podcastan kirine, aqûbet ser spotifyê be. Here lînkê



21.03.2020 15:13 | tizbîkêş

17. Ser xêrê be
ji bo podcast hêsan e (bnr: podcastên bi kurdî) çi ye ? ango bi min wisa dixûyê nizam lê kurd zêdetir pê mîjûl dibin.



21.03.2020 15:41 ~15:43 | brzn

18. Li ser xêrê be.
li ser malpera xwe dest bi weşandina xaçepirsê kiriye.
(bnr: xwebun.org/xwebunxacepirs)

*xaçepirs: bulmaca, crossword puzzle



28.03.2020 00:39 ~00:41 | cinorek

19. Xwebûn.. peyvekê çi xweş. Xwe-bûn. Nasnameya me li dilê me da veşartî ye. Bi taybetî jî gele kurd, divê çanda serdest an tirk,faris û ereb berdin û li xwe bigerin.



28.03.2020 17:45 | roz