Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    2 mijar û 2 peyam
    peyvên hevpar yên di navbera zimanê kurdî û îngîlîzî de - tirşik
    peyvên hevpar yên di navbera zimanê kurdî û îngîlîzî de
    (10) (3) (2)
    di mijarê de bigere

    1. zimanê kurdî di nav zimanên îranî an aryanî de tê dîtin û qebûlkirin û zimanê îngîlîzî jî di nav zimanên cermen de tê dîtin û qebûlkirin.. ev herdu malbat û binemala zimanan jî di nav zimanên hînd-ewropî de tê qebûlkirin ji aliyê otorîteyên zimannasiyê ve.. çendî bi toz û tirabêlka zemên re hinekî dûrayî û dirêjayî ketibe di navbera van herdu zimanan de jî lê hê jî di herdu zimanan de peyvên hevpar yên ku dema cara pêşîn mirov guhlê dibe fêm dike ku bi hev re lêzim in û têkiliyeke organîk di navbera wan de heye hene..

    camêrekî lîsteyeka peyvên hevpar yên di navbera van her du zimanên merivên hev de amade kiriye û di koma zimanê kurdî de parve kiriye.. ez ê lîstê di vir de jî parve bikim û belav bikim herkes bi qasê zanîn û karîna xwe dikare peyvan jê bikuje an lê zêde bike..



    no -- no,na,nê -- hayır

    star-- stêr,astar-- yıldız

    mine(mayn)-- min e --benim

    four(for) -- çor,çar,çer-- dört

    eight(eyt)-- heyşt-- sekiz

    man(men) -- mer,meri,meriv,mirov-- adam

    two(tu) -- du,do-- iki

    nine(nayn)-- neh,new-- dokuz

    new(nyu)-- nû,nuva,nuh,newe --yeni

    shoe(şu) -- sol --ayakkabı

    slob(slop) -- silop(pislik,bok) --çamur

    head(hed)-- heş,hej --akıl

    egg(eg)-- hêk --yumurta

    brother(bradı) -- bira,birader,bro --erkek kardeş

    be(bi) -- bû,bî --olmak

    maid(meyd)-- me--(bayan,dişi) bayan hizmetçi

    barricade(berikeyt) --berîket--(berî-ket-in=engelleme) barikat,engel

    I(ay)-- ez,az,a,e,ay,ey-- ben

    me(mi) -- mi,min-- beni

    community(kominite)-- kom,komel --topluluk

    you(yu) -- tu-- sen

    we(wi) -- wê(siz),wê(o)-- biz

    beech(biç)-- bî(söğüt) --kayın ağacı

    being(bing)-- bîn,bûyîn --varoluş,oluş

    bade(bid)-- bê-- söylemek

    black(blek)-- belek--(alaca) siyah

    door -- dari,deri,dar--(ağaç,odun) kapı

    blow(blou)-- bo,ba --esmek,rüzgar

    book(buk)-- birtuk,pirtuk-- kitap

    bring -- birin(götürmek) --getirmek

    call(kol)-- kol,kal--(melemek) bağırmak

    cry(kri) -- qirî,girî --bağırmak,ağlamak,çığlık

    chew(çu) -- cu,cut --çiğnemek

    chick(çik)-- çik,çuk,çêlîk-- kuş,yavru kuş

    chin(çin) -- çen,çeng --çene

    peeble(pebl)-- pêl --çakıl taşı

    pedl -- pet(pençe),pe(ayak) ---ayaklık

    pen-- penus(kalem) --tükenmez kalem

    horse(hos) -- hasp,hesp --at

    hop-- hilp,hop --sıçramak

    ten-- deh,dew-- on

    berry(beri) -- ber,beru(iğde,palamut) --yumuşak meyve

    home(hom)-- hol,holik(küçük ev ,kulübe)-- ev

    sport(spot),boast(boust) --fort --övünmek

    better(betır)-- bêtir(daha çok) çêtir(daha iyi),baştir(daha,iyi) --daha iyi

    nude(nut)-- rut --çıplak

    now(nau) -- nuha,aniha,nuka,nu-- şimdi

    thin(tin)-- ten,tenik --ince

    leg -- ling --ayak

    right(rayt)-- rast --sağ

    right(rayt)-- rast --gerçek

    mortal(mortl) -- mirî,merde-- ölümlü

    mother(madır)-- mader-- anne

    mam,ma ma,mae,--(mak,ma,me,mo) anne

    nail(neyl) -- neynûk,neynû-- tırnak

    navel(nayvl)-- nav,navik --göbek,merkez

    near(niı)-- niz,nizik --yakın

    negro(nigrou) -- negir,negewr(büyük olmayan,beyaz olmayan)-- zenci

    neither(naydı)-- nedu,neduya,neherdu --ikisi de değil

    name(neym)-- nav,name, --isim

    nickname(nikneym)-- navûniçik,niçikûnav,niçik --lakap

    nose(noz) -- poz --burun

    part-- par --pay

    time(teym)-- dem,tim--(her zaman) zaman

    piss(pis)-- mîz,mîs --sidik

    rout(rut)-- rê,rû-- yol

    railway(reylway)-- rêyêhesin-- demiryolu

    see(si)-- dî,bî,wî --görmek

    beir-- bir,birin --götürmek

    fire(fayr)-- ar,agir,atr-- ateş

    earth(ört) -- erd --yer

    term-- germ --sıcak

    court(kort) -- kort --(alan) tenis alanı

    remain-- man,mayîn --kalmak

    send -- şand --göndermek

    want-- xwest,west --istemek

    shame(şeym) -- şerm --utanma

    gazalle(gazıl)-- xezal --ceylan

    jew(ceu) -- cuhî --yahudi

    leb -- lêv-- dudak

    brow(bruw)-- birî --kaş

    fly(flay), -- firî --uçmak

    juvinile(cuvanıl) --ciwan --genç

    cut(qeat)-- qet --kesme

    salt(solt) -- şor, sole --tuz

    ache(eç)-- êş --ağrı

    short(şort)-- kurt-- kısa

    here(her) -- hir, hira, hera,-- burda

    dress(dres)-- kiras-- giysi

    eagle(igl) -- eylo --kartal

    rain(reyn)-- barîn,baran --yağmak,yağmur



    14.07.2013 05:24 | endazer

    2. a niha di metnekî îngîlîzî de liqayî peyva coneê ya îngîlîzî ya ku di sê wateyan de tê bi kar anîn ahtim.. wateya pêşÎn şekl û şêweyê geometrîk ku jê re konî jî tê gotin ya duyem kum û kuleh û kuvik û kolos û ya sêyem jî kov, kûvik e.. axirê ev peyv hem ji aliyê fonolojiya xwe ve û hem jî ji aliyê şekl û şêweyê ku salix dide an teswîr dike ve bi ser kum û kovik û kona kurdî ve diçe.. û bawer im ku ji heman reh û rayekî ve birêkeftine û paşê ji hev û din veqetiyan e..



    14.07.2013 06:23 | endazer

    3. dîsa peyva cubeê ya îngîlîzî ya ku ji bo şekl û şêweyên geometrîk yên çargoşe tê gotin ku bi tirkî jî jê re dibêjin küp.. di devoka mêrdîn-şemrex ya zaravayê kurmancî de ji tiştên çargoşe wekê libên şekir re kabik tê gotin.. wek peyva coneê peyva cubeê jî hem ji aliyê dengnasiyê ve û hem jî ji aliyê şekl û şêweyê xwe yê dîtbarî ve gelekî bi ser peyva kabikê ya kurdî diçe.. û muhtemelen ev herdu peyv jî berê ji kokekî birêkeftine..



    14.07.2013 06:29 | endazer

    4. drop-dilop



    20.08.2013 17:38 | terkexem

    6. rast - right

    (her du zimanan de jî ev peyv him tê wateya "tişta ne derew" him jî tê wateya "aliyê rastê")



    20.08.2013 19:22 | simurg56

    7. henna(en);hınne(ku);kına(tr).

    ew pey hema hema di hemÛ zimanan de yek. ez nizanim origina wÊ li kijan diyarÎ hatiye.



    04.10.2013 08:49 | cinorek


    12. peyva herî navdar nehatiye nivîsandin, bila para min be

    brother - bira

    farisî de jî bîrader e.



    24.02.2014 23:21 | kevçiyê dil

    13. bi îngîlîzî: gazelle

    bi kurdî: xezal



    22.07.2014 00:23 | simurg56

    14. bi ingilîzî: swim

    bi kurdî: sowayî an jî sobayî



    22.07.2014 04:10 | xendekî

    15. jamie carragher (futbolvanê liverpool ê berê)
    xwendin: kerîgir. kerî gir.
    bapîrên jamie ji gelî goyan mişextîy liverpool bûne.



    20.02.2020 14:27 | hespêsor

    16. peyvên ku gelek ji wan rasthatî ye. belê pêwendiyeke di navbera van her dû zimanan da heye lê gelek peyv jî bi tesadufî li hev hatiye.



    09.12.2020 12:42 ~2021.08.22 15:02 | hueyn

    17. gelek in, û hayê me ji gelekî ji wan jî tune ye. du sedemên evê hene. ya yekem hin bêjeyên hevreh zêde naşibin hev. mesela dema mere li rasta kurdî û righta îngilîzî dinêre yekser xuya ye ku ev hevreh in. lê dema mere dema kurdî û timea îngilîzî binêre dibe ku em texmîn nekin ku ev hevreh in ji ber ku zêde naşibin hev, lê hevreh in. ya duyem hin bêje hevreh in lê wateya wan guheriye. bo nimûne: veşartina kurdî û helmeta îngilîzî hevreh in, lê kî dişê hew li wan binêre û bibêje ev hevreh in, hem wate guheriye hem jî naşibin hev, lê hevreh in. loma min got hayê me ji gelekan tune ye.

    hey min destê xwe pê kiriye dixwazim qala tiştekî din jî bikim. di kurdî de sê wateyên rastê hene û bi heman awayî di îngilîzî de jî sê wateyên rightê hene. ji bo baştir bê têgihiştin ez ê tirkiya wan bibêjim, bibexşînin.
    rast: sağ, doğru, haklı
    bi heman awayî righta îngilîzî jî van sê wateyan dihewîne.

    tiştekî din: piraniya hejmaran hevreh in. û ne hew bi îngilîzî re, di hemû zimanên hîndû-ewropî de hevreh in. herwiha piraniya cînavkan jî bi heman awayî hevreh in.



    12.12.2020 10:02 ~10:05 | keyomerd

    18. di ferhengên kurdî de nîn e lê ji rod'a îngîlîzî re em jî dibên rot. yanî gopala dirêj.



    15.08.2021 00:36 | hueyn

    19. Bilêvkirinên Hinek gotin dişîbin hev
    Ewe………….mîh, mî
    Knee…………jûnî
    Worm………..kurm
    Walley……….newal
    Berry…………dirî
    Tight…………pihêt,
    Cave…………kaft, şkeft
    Tear…………..dirand, dirî
    Kid……………qidik, kidik
    Fire…………….Ar, agir
    Dark……………tarî
    Ballock…………hêlik
    Shit……………… rît
    Squirrel…………..simorik, sîhorik



    26.06.2022 07:32 ~07:36 | çomo

    Hemûyan Bixwîne

    dengdanên dawîn (yên din..)
    Şoreş mehmûdî [1]
    Stranbêjekî Kurd e ku van roja heyranê strana wî ya bi navê (vbnr: sêl...
    pêkenokên beredayî [2]
    Keçikek bona xwendina zankoyê çûye diyarbekîrê lê belê di rojên ewil y...
    wattpad [1]
    pêşbaziya the wattys dest pê kir û bo berhema yekemîn diyarî 5...
    seyidxan sevinç [2]
    cover-a wî ya sînemê +18 e, bêhna testesteronekê giran...
    fikrên orîjînal [2]
    Fikrên/pêşniyariyên li hemberî asîmîlasyonê ne. Mînakek hat bîra mi...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » peyvên biyanî di inglîzî de
    » hevpar û bêdor
    » yenge
    » navbera amed û nisêbînê
    » zimanên biyanî di tirşikê de
    » kurdîkirina google translate
    » îngilîziya 'kerê nemire heta qîfar şînbê'

    Kategoriyên mijarê:: ziman
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî