(18) (8) (1) |
|
1. li gorî nûçeyeke ekurdê, berî çend deh salan erebî bû lê ji ber otonomiyê, piştî salên 90î, êdî ji bo ciwanan bûye îngîlîzî. gelek ciwanên kurd, ji bo pirsa zimanê erebî, gotine qet nizanin an jî tenê piçekî fêhm dikin lê axaftinê nizanin û hwd. yanî di navbera ereb û kurdên îraqî de barîyer û benda zimên çêbûye. |
|
06.06.2014 00:14 |
simurg56
![]() |
2. îngîlîzî ye, li zanîngeha dîcleyê, li fakûlteya fen-edebiayatê, hefteyê du caran ji bo ku dersa taybet ya kurmancî didim çend mamosteyên beşa fîzîkî diçim.. 5-6 xwendekarên ji bo başûrê kurdistanê ji bo masterê têne vir, bi mamosteyan re û dema em liqayî hev têne bi min re bi îngîlîzî diaxin.. dido jê dihokÎ ne kurmanc in, û yek jê hewlêrî ye soran e, bêyî pirsigrêk em bi kurdÎ ji hev fêhm dikin, lê yên mayî soranên ji silêmanî û kerkûk û nizanim ji kû dera soranîstanê ne, ji xwe ji kurmanciya min fêhm nakin ez jî tu gûyî ji soraniya wan fêhm nakim.. û ya ecêb gelekî kêm bi erebî zanin.. |
|
06.06.2014 00:19 |
endazer
![]() |
3. lê çend sal dî muhtemelen tirkî wê cihê îngîlîzî bigire.. |
|
06.06.2014 00:24 |
endazer
![]() |
4. bi îhtîmalek mezin erebî ye. yanê ger bi gotina zimanê duyemîn, behsa zimanê piştî kurdî herî tê zanîn hatibe kirin, ev yek bi min erebî ye. |
|
06.06.2014 01:46 |
brusk56
![]() |
5. tirkî ye. |
|
12.12.2020 17:12 ~17:16 |
tizbîkêş
![]() |
6. Teqez tirkî ye. |
|
12.12.2020 17:35 ~19:12 |
yûsiv
![]() |
7. heke go hebkî aqlê wan hebúya t'ya tirkî nedixistin deve xwe. ger weke go di mijarê da tê gotin zimanê başûriya yê duyem tirkî be, tiştekî go mirov bêjê nîn e. hemû tab, ked û xebat vala ye. |
|
12.12.2020 19:26 |
hueyn
![]() |
8. tirkî ye. Duh jinek ji min re nivîsî got: Tu dikarî malbateke Zaxoyî bi Kurdî fêrî tirkî bikî? |
|
22.04.2021 15:41 ~15:52 |
ezcan
|
9. îro di Twitterê de Tevlî odeyekê bûm. Hemû jî duhokî bûn. Tenê keçikek tirkî dizaniya, dimilekê me hat û keçik pê re tirkî peyivî. Dimilo got “Sen nerde yaşıyorsun? (Tu li kû dijî?)” |
|
27.06.2021 00:59 ~01:00 |
asîmanê sêwî
![]() |
10. çend xoş fesadî başuriyan deken;) ez başûrî me rast e kesên wisa hene, lê ez jî li vir ber xwe dikevim û dilê min jî aciz bûye ka çend westiyame heta wan bidim fêm kirin yên hez dikin dijminê we ye! lê siyaseta dagîrkaran û bandora wan bi ser nifşên nû bi taybetî heye û hukumeta başûrê Kurdistanê bi xwe li gel Tirkiyê dost e ka dibe mîlet jî çawa be? hikumet mîletê rezîl kirye siyaseta wan jî bi ser xelkê bi bandor e hezar carî mixabin lê dîsa jî em nabe biryar bidin li ser hemû kurdên vira jiber ku bi çend mirovên gêj ne wate ye ku hemû wisa nin bila em piştgiriyê bidin hev yên Kurdperwer,, û yên heyranê dijminê xwe ne wenda bikin bitaybetî niha li vir yên ku Kurdperwer in wenda ne yên ku tirk hez in xuya ne divê em Kurdperwer piştgiriyê bidin hev ji hemû aliyekî welat em biserkevin û em bi bandortir bin li ser wan siyaseta dijmin û xwefiroşan hilweşînin. |
|
27.06.2021 12:34 ~12:36 |
hewlêriha
![]() |
11. û ji bo zimanê duyem jî ez dibêjim Înglizî ye ne tirkî an erebî an tiştek wisa li vir dikarim bibêjim piranî Înglizî dizanin paşî zimanê şêrîna kurdî |
|
27.06.2021 12:42 |
hewlêriha
![]() |
12. Îngîlîzî û tirkî ye. Îngîlîzî normal e Lê Çima tirkî? Bandora rêzefîlmên tirkan gelek e. Sedemên din jî deriyê xabûr e ku hema bêje hemî cûreyên xwarinê li vir derbasî başûr dibe. |
|
27.06.2021 17:18 |
kajav
![]() |
14. erê lo hetmen înglizî ye, ma kî dikare bêje tirkî ye? Navê canikê nanivîsim bes bizanin helbestvanekê ciwan a başûrî ye ku îsal weşanên avesta kitêbekê wê çap kir. (Bi kurmancîkirina osman mehmed) |
|
14.09.2021 03:17 |
asîmanê sêwî
![]() |
15. xemginiyek mezin e ji bo min. Dema ku dibînim ciwanên me van tiştan temaşe dikin dilê min dişewite. van salên dawîn tirkî gelek belav bûye him li bal soranan him jî li bal Behdînan. çend roj berê hevala min a rojhilatî jî got li vir ev fîlm gelek belav in û gelek kurmanjên li vir dixwazin fêrî tirkî bibin. |
|
14.09.2021 10:42 |
خەزال
![]() |
16. başûr tam hatiye erebîzekirin. vê dawiyê gava çûm ji kurdî pitir min erebî bihîst. hetta îddia min e di demeke nêzîk de wê êdî partiyên iraqê dema hilbijartinên giştî li herêma kurdistanê wê dengên zêde werbigirin ji ber ku êdî nifûsa ereban û kurdan nêzîkî hev bûye. li başûr Parayı veren düdüğü çalar ango Bide exçe, here bexçe. |
|
02.02.2023 21:44 ~21:49 |
ezcan
|
17. Em dibêjin başûr başûr lê zimanê bakur ê yekemîn dibe Tirkî haya we jê heye? |
|
04.02.2023 21:04 |
xabûrî
![]() |
![]() |
kurdgpt [1] |
![]() |
kesrewan [2] |
![]() |
bismil [2] |
![]() |
tiştên ku bêhemdî kenê mirovî tînin [1] |
![]() |
epictetus [1] |