Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 11 peyam
xana hesenpaşa - tirşik
xana hesenpaşa
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. li amedê navê xan-cafeyekî ye.. bi tirkÎ jê re dibêjin hasanpaşa hanı li ser cadeya gaziyê, li pêşberî mizgefta mezin e.. di biniya xanê de bi navê pirtûkfiroşiya ensarê pirtûkfiroşek têra xwe mezin û dewlemend heye.. xan li ser du qeta ye.. qeta ewil ango qeta li ser zemÎnê bi piranî dikanên diyarîfiroşiyê ne û li ser qeta didoyê jî dikanên ku lê taştê û çay û qehwe û nargîle filan tên firotin hene.. xan wekê daîreyekî çarnikar dorpêçkirî ye, li nava xanê hewşek heye û li vê hewşê jî cihê rûnitşin vêsa xwe dan û westa xwe berdanê heye..

dema mirov têdikeve xanê li herdu aliyên xanê jî cihê xwarin û vexwarinê yanî luqente hene, xwarian wan nayê xwarin û zehf buha ne, piştî mirov xwe ji destê dellalên luqenteyan xilas dike, şalpiroşek derdikeve pêşberî mirov, şalên spehî û erzan lê hene mirov dikare jê bikire..



06.06.2014 14:00 | endazer

2. xana ku ji aliyê hesen paşa ku kurê sokullu mehmet paşa ye ve di sala 1572 an de hatiye çêkirin.



cihekî xweş e. heçî tûrîstên tên amedê teqez tên li vê derê jî. ji xwe tam di hemberê mizgefta mezin e. taştêya wê derê zêde zêde dewlemend e. yanê dikarim bêjim ku mirov taştêyek wisa nikare li wanê bibîne. lê gelek bûha ye jî. ez xelet bim 20 tl ye. weke din ji bo çay vexwarinê jî derek gelek xweş e.



06.06.2014 15:11 | brusk56

3. (bnr: mêvaniya li bajarê amedê)



06.06.2014 15:30 | endazer

4. Xana ku niha ez tê de runiştime ye.

Stûnên xanê yên kemer zehv balkêş in.

Qemeramanek hatîye wêneyan dikişîne,

Fîte fîta cixareyan e û merivên devdorê min kefa wana cîh e.

Hewa jî xweş e. Lê her derî polêz hene.



11.06.2016 15:43 | bûtîmar

5. Xana ku bi taştêyên xwe bi nav bûye. Xwarin û vexwarinên wan biha ye. Cihê Rêgeha geştiyaran e.
(bnr: xana zêlûyan)



03.08.2020 11:09 | kajav

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» xana zîro

Kategoriyên mijarê:: cihuwar
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî