Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


26 mijar û 34 peyam
havîna 2014an - tirşik
havîna 2014an
(1) (0) (10)
di mijarê de bigere

1. havînek ecêb e.

li amedê min tu caran nedîtibû ku ev qas baran hatî. niha li edeneyê me û baranek wisa dibera ku wê ji %100 bibe sedema lehiyê. min baranek wisa nedîtibû. xwedê xêr bike ..



2014.06.07-15:00 | brusk56

2. vê havÎnÊ li sêrtê piçek din jî baran bibare, şÛna fisteqan findiqê derkevÎn *



2014.06.07-16:15 | xelîlêzer

3. li dîlokê jî gelek baran barî va roja. wekidî havîna bê şer e.



2014.06.07-17:12 | ciwanpiroz

4. gorî van gotinên li jor in, havîneke xweş e, ser xêrê. bi baran û bê germî...



2014.06.07-23:06 | azadixwaz

5. havîneke xweş e, kengî baran tê, welatên skandînavyayê tên bîra min (hîç neçûmê, lê derheqê wan de min gelek tişt xwendine) lê çawa liqayî amediyekî tême pê dihesim û bi ser xwe ve tême ku li xopana kurdistanê me..



2014.06.07-23:16 | endazer

6. divê ev baranan qût nebin, ger carekê xatir bixwaze emê di bin tava rojê de dojehê team bikin. aqûbet li mehên bê jî, xwedê bike. him em ti team ji mehên vê zivistanê nekirin. hema tav xwe şaş kir û neket xewna xwe yê zivistanê. aliyê din jî baran û brûsk ji xwe xweş in.



2014.06.08-00:26 | biruya hayao miyazaki

7. qaşo-havîn e.

hevaleke min ê reben ev salake bû li benda hezîranê bû ku here betlaneyê, lê mixabin dema roja rezervasyona wî hat her der bû lehî, ewr û boran.



2014.06.08-11:26 | simurg56

8. havîna ku, baraneke wisa dibare ku, yê bêjî qey kurdistan bûye daristanên tropikal yên amazonê.



2014.06.08-14:31 | nazim tolhildan

dengdanên dawîn (Yên Din..)
alî babacan [1]
hewl dide partiyek ava bike û bi hevalên xwe re jî li bajarên kurdista...
botan international [1]
Saziya ku ji bo standardkirina zimanê kurdî di warê çapemeniyê de hati...
kotlin [1]
Ew jî û flutter jî du zimanên pirr tevlihev in yaw. Min tiştek ji wan ...
kurdên femînîst [5]
yek ji wan kurda bi van kurdên femînîst/126131 ,kurdên femînîst/128536 peyamên xwe, wekî ku ji bo wa...
kurdên femînîst [3]
kurdên femînîst ên ku ketine zimanê nezanan. bi ya mirovekî (ne)zan...
belki ev jî bala te bikişînin
» havîna stenbolê

Kategoriyên mijarê:: jiyan
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî