Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
tirkên bi kurdî diaxivin - tirşik
tirkên bi kurdî diaxivin
(12) (1) (1)
di mijarê de bigere

1. nebateke endemîk e, kêm peyda dibe, tov Û toximê wan divê li mûzexaneyaneka kurdistanê de bê muhefezekirin.. yek ji wan cengiz çandar e Û yê dî jî parêzer ramazan baran e, û yek jî tonguç ok e, camêr di hebsê xwe dielimÎne kurdî û komûnîst manÎfestoya karl marks werdigerîne kurdî..



08.06.2014 16:42 | endazer

2. (bnr: elametên qiyametê)



08.06.2014 17:15 | brusk56

3. di cihanekî ku kurd bi kurdî napeyvin, mirovên ku divê destê wan bê maçîkirin. lê min domayÎya jîyana xwe de qet ji wan nedî.



08.06.2014 21:59 | rûbar payîz

4. hezaran caran kurdên bi kurdî na axifin kêmtir in.



09.06.2014 09:07 | nazim tolhildan

5. Min koreyî jî dîtiye lê min tirkek nedîtiye ku kurdî bizanibe, tê gotin ku cengîz çandar fêrî zimanê kurdî bûye lê min hê bi guhên xwe seh nekirine



(bnr: fêm ediyorum ama peyivînamiyorum)



09.01.2015 23:59 | ferhenga şikestî

6. yên ku qet rasta min nehatine. tabê ez yên 2-3 hevokê bi kurdî hîn bûyîn nahesibînim.

ji xwe ger tirkek kurdî hîn bibe divê li mûzeyekê de bê pêşkêş kirin û herkes here bibîne.

ji ber ku tirk xwe wek serdestê kurdan meznê kurdan dibînin bi hesanî naçin kurdî hîn nabin.



10.01.2015 00:06 | brusk56

7. rastî min jî nehatine.

min bi çavên xwe elmanê xas nas kiriye ku ji gelek tirşikvanan baştir kurdî dizane.

min li ser înternetê jinek amerîkî nas kir ku bi qasê min kurdî dizaniya û heta ji bo wergerine.comê, ji îngîlîzî wergera kurdî jî kiribû.

lê min tirkek wisa nedîtiye.



10.01.2015 00:18 | simurg56

8. ez bixwe qet leqayî wan ne hatime lê min ji xwediyê medyayê nivîskar selahaddîn abê seh kir ku cengîz Çandar fêrî kurmancî bûye.



10.01.2015 03:06 | seydayê_peyvan

9. min çend hewalÊ xwe hÎnÎ kurmancÎ kiribu..hewalÊ tırkÊ baş bÛN



10.01.2015 12:27 | tirşikçi

10. Ê ku ne hêsan e bê peyda kirin. Min bi xwe dest bi hîn kirina hevalekî xwe ya tirk kiribu lê hê jî hînî kurdî nebuye.



10.01.2015 15:09 | azadixwaz

11. (bnr: senî sevîyorim û pifff)



10.01.2015 15:45 | xendekî

12. abdullah öcalan e tabîî.. binêrin di vîdeoya li lînka jêr de wekê bilbilekî bi kurmancî diaxive û ji xwe li ser bextê wî dibêjin diya wî jî tirk e..





(min niha bi çaveke objektîf berê xwe dayê, bi xwudê eger ne serokê pkkê bûya di eslê xwe de yekî gelek şirîn û sempatÎk e.. * )




13. gelekin. ajan, hin palês û leşkerên tirk û hwd...



10.01.2015 15:57 | nazim tolhildan

14. û sê xwendekarên min hene ez dersa kurmancî didim wan, yek jê dimil e yek jê ereb e û yek jê tirk e, vêga di asta fêhm dikim lê nikarim biaxifimê de ne lê hey xwudê hez ke me dil heye em bi hev re pirtûkeka astrofîzîkê ji îngîlîzî wergerînin kurmancî, bi xwe jî di beşa fîzîkê de akademîsyen in ji xwe..




15. dengên kurdî wek dengên tirkî telaffûz dikin, mirov dîn û har dikin lê keyfxweşiyeke 'ecêb jî didin. (çima, nizanim.)

baş e, bila zêde bin lê bila nebêjin "ez gelek baş îm, tü çava yî?" filan û fîstan..



10.01.2015 19:43 | terkexem

16. ji bilî etarên ku dihatin gundan, ku ew jî ji bilî çend gotinên nizanîbûn, bûken tirkan bona xwesûyan re axaftinê hîn dibin lê pir pir hindik in û hinbûna wan jî ne bi awayekî perwerdehî ye..



10.01.2015 19:45 | havka

17. tişta ku xeyal e. heke kesin werê hebin jî koka wan bikolin hunê bibînin ku ew di eslê xwe de ne tirk e.



11.01.2015 13:30 | berxweda

18. (bnr: there is not)



11.01.2015 20:09 | vêca çiyeeee

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» tirkên ku li şûna ala kurdistanê ala ganayê şewitand
» kurdîkirina navê kesên navdar

Kategoriyên mijarê:: ziman
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî