Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
tirkên bi kurdî diaxivin - tirşik
tirkên bi kurdî diaxivin
(12) (1) (1)
di mijarê de bigere

1. nebateke endemîk e, kêm peyda dibe, tov Û toximê wan divê li mûzexaneyaneka kurdistanê de bê muhefezekirin.. yek ji wan cengiz çandar e Û yê dî jî parêzer ramazan baran e, û yek jî tonguç ok e, camêr di hebsê xwe dielimÎne kurdî û komûnîst manÎfestoya karl marks werdigerîne kurdî..



08.06.2014 16:42 | endazer

2. (bnr: elametên qiyametê)



08.06.2014 17:15 | brusk56

3. di cihanekî ku kurd bi kurdî napeyvin, mirovên ku divê destê wan bê maçîkirin. lê min domayÎya jîyana xwe de qet ji wan nedî.



08.06.2014 21:59 | rûbar payîz

4. hezaran caran kurdên bi kurdî na axifin kêmtir in.



09.06.2014 09:07 | nazim tolhildan

6. Min koreyî jî dîtiye lê min tirkek nedîtiye ku kurdî bizanibe, tê gotin ku cengîz çandar fêrî zimanê kurdî bûye lê min hê bi guhên xwe seh nekirine



(bnr: fêm ediyorum ama peyivînamiyorum)



09.01.2015 23:59 | ferhenga şikestî

7. yên ku qet rasta min nehatine. tabê ez yên 2-3 hevokê bi kurdî hîn bûyîn nahesibînim.

ji xwe ger tirkek kurdî hîn bibe divê li mûzeyekê de bê pêşkêş kirin û herkes here bibîne.

ji ber ku tirk xwe wek serdestê kurdan meznê kurdan dibînin bi hesanî naçin kurdî hîn nabin.



10.01.2015 00:06 | brusk56

8. rastî min jî nehatine.

min bi çavên xwe elmanê xas nas kiriye ku ji gelek tirşikvanan baştir kurdî dizane.

min li ser înternetê jinek amerîkî nas kir ku bi qasê min kurdî dizaniya û heta ji bo wergerine.comê, ji îngîlîzî wergera kurdî jî kiribû.

lê min tirkek wisa nedîtiye.



10.01.2015 00:18 | simurg56

9. ez bixwe qet leqayî wan ne hatime lê min ji xwediyê medyayê nivîskar selahaddîn abê seh kir ku cengîz Çandar fêrî kurmancî bûye.



10.01.2015 03:06 | seydayê_peyvan

10. min çend hewalÊ xwe hÎnÎ kurmancÎ kiribu..hewalÊ tırkÊ baş bÛN



10.01.2015 12:27 | tirşikçi

11. Ê ku ne hêsan e bê peyda kirin. Min bi xwe dest bi hîn kirina hevalekî xwe ya tirk kiribu lê hê jî hînî kurdî nebuye.



10.01.2015 15:09 | azadixwaz

12. (bnr: senî sevîyorim û pifff)



10.01.2015 15:45 | xendekî

13. abdullah öcalan e tabîî.. binêrin di vîdeoya li lînka jêr de wekê bilbilekî bi kurmancî diaxive û ji xwe li ser bextê wî dibêjin diya wî jî tirk e..





(min niha bi çaveke objektîf berê xwe dayê, bi xwudê eger ne serokê pkkê bûya di eslê xwe de yekî gelek şirîn û sempatÎk e.. * )




14. gelekin. ajan, hin palês û leşkerên tirk û hwd...



10.01.2015 15:57 | nazim tolhildan

15. û sê xwendekarên min hene ez dersa kurmancî didim wan, yek jê dimil e yek jê ereb e û yek jê tirk e, vêga di asta fêhm dikim lê nikarim biaxifimê de ne lê hey xwudê hez ke me dil heye em bi hev re pirtûkeka astrofîzîkê ji îngîlîzî wergerînin kurmancî, bi xwe jî di beşa fîzîkê de akademîsyen in ji xwe..




16. dengên kurdî wek dengên tirkî telaffûz dikin, mirov dîn û har dikin lê keyfxweşiyeke 'ecêb jî didin. (çima, nizanim.)

baş e, bila zêde bin lê bila nebêjin "ez gelek baş îm, tü çava yî?" filan û fîstan..



10.01.2015 19:43 | terkexem

17. ji bilî etarên ku dihatin gundan, ku ew jî ji bilî çend gotinên nizanîbûn, bûken tirkan bona xwesûyan re axaftinê hîn dibin lê pir pir hindik in û hinbûna wan jî ne bi awayekî perwerdehî ye..



10.01.2015 19:45 | havka

18. tişta ku xeyal e. heke kesin werê hebin jî koka wan bikolin hunê bibînin ku ew di eslê xwe de ne tirk e.



11.01.2015 13:30 | berxweda

20. (bnr: there is not)



11.01.2015 20:09 | vêca çiyeeee

21. (bnr: 404 not found error)



11.01.2015 20:29 | berxweda

22. hevalekî min wisa heye, ji muğlayê ye, hema bi devoka nisêbinê diştexile, ne yek du peyv hema bi xweşî ha, bi xwedê eferim jê re



11.01.2015 21:26 | elomelo

23. Yek ji wan bûka me ye * Tirk e wek bilbila Kurmancî dipeyive heta ku bi gedên xwe re jî Kurdî dipeyive ne bi tirkî * Canikê wê rojê digot " ku kurdistan ava bibe ez ê gedên xwe jî bigrim herim kurdistanê. Biraqe bavanê min bi pasaportê werin cem min " *



17.08.2016 12:28 | biaqila malê

24. di rojhelatê de tiştekî normanl e
piraniya malbatên azerî ku li bajarên wekî mehabad û bokan û seqiz û sine dijin kurdî dizanin hetta polîsên azeriyên ku çend sal li bajarên kurdan kar dikin jî kurdî hîn dibin
em jî bi wan dibêjin tirk ne azerî
ewan jî bi xwe re dibêjin tirk (turk)



14.06.2017 22:17 | mindal

25. ez her roj dibim şahidê vê kesê. lawik ji herêma behra reş e, lê ji ber hevalên wî hema giş ji sêrt û bidlîsê ne, kurmancî fêr bûye. li bin mala min, di dikanekî erebeşuştinê de dişoxile. kengî wî ez dibînim, dest bi axaftinê dike û dikene. ya qomîk ev e ku her dawiya hefteyê ez wan dibînim ku govendê girtine û bi emînê erbanî xwe dihejînin û serî jî vê kurrik dikşîne. carinan ji telefona xwe bi berguhkê van mûzîkên da'wetên kurdî bi dengekî bilind guhdar dike û hema tiliyên wî îşareta "kî-ne-em"ê dike. * ez kena dikujim. *



11.01.2018 00:29 ~00:30 | biruya hayao miyazaki

27. Yek ji van kesên kêmdîtî Argun Çakir e ku ji Muglayê ye. Camêr dikare baş bi kurdî axive, binivîse heta edebiyata kurdî jî dişopîne. Îcar ji Mugla ya Tirkî kesekî mişt Tirk çawa fêrî kurmaciyê bûye. Heyran mêrik li ser mitirbên Nisêbînê doktoraya xwe nivîsiye. Bi qasî sê salan çûye nêzî sînorê di navbera bakur û rojavayê Kurdistanê ango li mehleya Kanîkan li malên mitirb maye û bi wan re ji emrê xwe sê sal borandine. Yekîn bikin heta fêrî kuro, lo û lê jî bûye ku tu xwe bikujî jî tê pê dernaxî ku ev kur ne Kurd e. Niha li Ingilistanê dijî, bi karê hunerî re mijûl e. Jenvanekî kemançê yê baş e.
Ev jî lînkeke ji nivîsên wî ye: http://www.yeniozgurpolitika.org/index.php?rupel=nuce&id=41103



11.01.2018 17:45 | hejîro

28. Hevalekî ji kargehê ji bo xoşewîsta xwe hînê kurdî dibe û bi rastî jî gelek pêş ketiye. Dildara wî ya ku mêrdînî ye gotiye ku tu ji min hez dikî divê tu hînê kurdî bibî. Camêr hertim têtin li cem min û pirsên xwe yên derheqê kurdî de ji min pirs dike. Çiqas dikarim alîkar dibim lê carinan kêm dimînim. Dê van rojan destpê qursê kurdî bike.

Helal be ji bo wê jinê ku şertek wiha daye ber wî tirkê.



02.06.2019 14:41 | xelîl

29. hejmara wan gelek gelek kêm e. pirê caran motîvasyona wan, wek li jor jî hafiye diyarkirin, xoshewîstên wan in. carna sedemên wan ên siyasî hene; hin çepgirên tirk bala xwe didinê, carna jî wan mirovan bi xwe kurdên asîmîlebûyî ne, li zimanê xwe vedigerin. gelek kes dest bi hînbûnê dikin lê hema bêje ji sedî sedê wan dev jê berdidin.



02.06.2019 23:51 | roza

30. (bnr: güneş murat tezcür)

ev mêrik jî li ser qaîdeya zanistê hewl daye û xwe fêrî kurdî kiriye. diyar e piraniya tirkên kurdîzan ne ji ber meraqê, wekî oryantalîst û mîsyoneran ji ber deşîfrekirinê hîn bûne.



15.08.2019 00:55 | tizbîkêş

31. Ev xanima bi qedr û qîmet ji bo hevjînê xwe hîn bûye û zarokên wan şerm dikin tirkî xeber bidin.



18.05.2021 22:04 | ezcan

32. (bnr: argun çakir)



28.10.2023 19:02 | mirovekirind

33. Min berî aniha çend rojan bûyereke bihîst ku ez heft ecêbmayî mam. Lazên ji alîyê behra reş ên ku xwe ji Tirka dihesibînin û ji wan bêtir dikevin dûv dewa wana, êdî Yeko Yeko diçin Agirî û li wir fêrî zimanê kurdî dibin. Li ser talan, bi xêra Kurmancîya ku elimîne xwe davêjin dewa Ewropa, Emerîka...
Nîşe:
Îcar were û neteqe ...



29.10.2023 23:30 | pîroz

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» tirkên bi kurdî diaxivin
» kurdî ji farisiyê zêdetir iranî ye

Kategoriyên mijarê:: ziman
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî