Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


17 mijar û 26 peyam
tirkên bi kurdî diaxivin - tirşik
tirkên bi kurdî diaxivin
(12) (1) (1)
di mijarê de bigere

19. (bnr: 404 not found error)



11.01.2015 20:29 | berxweda

20. hevalekî min wisa heye, ji muğlayê ye, hema bi devoka nisêbinê diştexile, ne yek du peyv hema bi xweşî ha, bi xwedê eferim jê re



11.01.2015 21:26 | elomelo

21. Yek ji wan bûka me ye * Tirk e wek bilbila Kurmancî dipeyive heta ku bi gedên xwe re jî Kurdî dipeyive ne bi tirkî * Canikê wê rojê digot " ku kurdistan ava bibe ez ê gedên xwe jî bigrim herim kurdistanê. Biraqe bavanê min bi pasaportê werin cem min " *



17.08.2016 12:28 | biaqila malê

22. di rojhelatê de tiştekî normanl e
piraniya malbatên azerî ku li bajarên wekî mehabad û bokan û seqiz û sine dijin kurdî dizanin hetta polîsên azeriyên ku çend sal li bajarên kurdan kar dikin jî kurdî hîn dibin
em jî bi wan dibêjin tirk ne azerî
ewan jî bi xwe re dibêjin tirk (turk)



14.06.2017 22:17 | mindal

23. ez her roj dibim şahidê vê kesê. lawik ji herêma behra reş e, lê ji ber hevalên wî hema giş ji sêrt û bidlîsê ne, kurmancî fêr bûye. li bin mala min, di dikanekî erebeşuştinê de dişoxile. kengî wî ez dibînim, dest bi axaftinê dike û dikene. ya qomîk ev e ku her dawiya hefteyê ez wan dibînim ku govendê girtine û bi emînê erbanî xwe dihejînin û serî jî vê kurrik dikşîne. carinan ji telefona xwe bi berguhkê van mûzîkên da'wetên kurdî bi dengekî bilind guhdar dike û hema tiliyên wî îşareta "kî-ne-em"ê dike. * ez kena dikujim. *



11.01.2018 00:29 ~00:30 | biruya hayao miyazaki

24. Yek ji van kesên kêmdîtî Argun Çakir e ku ji Muglayê ye. Camêr dikare baş bi kurdî axive, binivîse heta edebiyata kurdî jî dişopîne. Îcar ji Mugla ya Tirkî kesekî mişt Tirk çawa fêrî kurmaciyê bûye. Heyran mêrik li ser mitirbên Nisêbînê doktoraya xwe nivîsiye. Bi qasî sê salan çûye nêzî sînorê di navbera bakur û rojavayê Kurdistanê ango li mehleya Kanîkan li malên mitirb maye û bi wan re ji emrê xwe sê sal borandine. Yekîn bikin heta fêrî kuro, lo û lê jî bûye ku tu xwe bikujî jî tê pê dernaxî ku ev kur ne Kurd e. Niha li Ingilistanê dijî, bi karê hunerî re mijûl e. Jenvanekî kemançê yê baş e.
Ev jî lînkeke ji nivîsên wî ye: http://www.yeniozgurpolitika.org/index.php?rupel=nuce&id=41103



11.01.2018 17:45 | hejîro

25. Hevalekî ji kargehê ji bo xoşewîsta xwe hînê kurdî dibe û bi rastî jî gelek pêş ketiye. Dildara wî ya ku mêrdînî ye gotiye ku tu ji min hez dikî divê tu hînê kurdî bibî. Camêr hertim têtin li cem min û pirsên xwe yên derheqê kurdî de ji min pirs dike. Çiqas dikarim alîkar dibim lê carinan kêm dimînim. Dê van rojan destpê qursê kurdî bike.

Helal be ji bo wê jinê ku şertek wiha daye ber wî tirkê.



02.06.2019 14:41 | xelîl

26. hejmara wan gelek gelek kêm e. pirê caran motîvasyona wan, wek li jor jî hafiye diyarkirin, xoshewîstên wan in. carna sedemên wan ên siyasî hene; hin çepgirên tirk bala xwe didinê, carna jî wan mirovan bi xwe kurdên asîmîlebûyî ne, li zimanê xwe vedigerin. gelek kes dest bi hînbûnê dikin lê hema bêje ji sedî sedê wan dev jê berdidin.



02.06.2019 23:51 | roza

27. (bnr: güneş murat tezcür)

ev mêrik jî li ser qaîdeya zanistê hewl daye û xwe fêrî kurdî kiriye. diyar e piraniya tirkên kurdîzan ne ji ber meraqê, wekî oryantalîst û mîsyoneran ji ber deşîfrekirinê hîn bûne.



15.08.2019 00:55 | tizbîkêş

28. Ev xanima bi qedr û qîmet ji bo hevjînê xwe hîn bûye û zarokên wan şerm dikin tirkî xeber bidin.



18.05.2021 22:04 | ezcan

29. (bnr: argun çakir)



28.10.2023 19:02 | mirovekirind

30. Min berî aniha çend rojan bûyereke bihîst ku ez heft ecêbmayî mam. Lazên ji alîyê behra reş ên ku xwe ji Tirka dihesibînin û ji wan bêtir dikevin dûv dewa wana, êdî Yeko Yeko diçin Agirî û li wir fêrî zimanê kurdî dibin. Li ser talan, bi xêra Kurmancîya ku elimîne xwe davêjin dewa Ewropa, Emerîka...
Nîşe:
Îcar were û neteqe ...



29.10.2023 23:30 | pîroz

dengdanên dawîn (yên din..)
qijika reş [1]
Quz xeyîdî çolê ket Kîr xemilî dorê ket Welle sixêfeke wisa cara y...
qijika reş [2]
Wek rebbê nifir û biwêjên kurdî jî tê nasîn.;dddd...
îtîrafên tirşikvanan [1]
Ji bo ku youtube'ê bi awayekî Premium bikar bînim mehê carekî emailekê...
pêşniyarên taybetmendiyan ji bo tirşikê [2]
Meriv paş zemanekê tirşikê jebîr deke. Keşka tirşik de mêhê da carê ...
xemakê [2]
li şûna bersivandina deneme-yan dikeve tirşikê* wekî din, hêvî diki...
belki ev jî bala te bikişînin
» tirkên ku dîroka rast nizanin
» kurdîesk

Kategoriyên mijarê:: ziman
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî