Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    9 mijar û 10 peyam
    stranbêjên kurd ên bi kurdî nizanin an naaxivin - tirşik
    stranbêjên kurd ên bi kurdî nizanin an naaxivin
    (4) (0) (10)
    di mijarê de bigere

    1. hema bêje pirraniya stranbêjên kurd ên li bakurê kurdistanê ne.. bi qewlê biwêjekî nanê xwe ji îsa dixwin û selewatan li mûsa pêxember tînin.. heq ew e ku devê wan û dengê wan û zimanê ku pê diaxivin bê boykotkirin.. yek ji wan aynur doğan e, ji xwe hewce nake ez behsa stranbêjên lokal ên kurd ên ku nedikarin ne bi tirkÎ Û ne bi kurdî derd û merema xwe bi zar û ziman bikin, bikim..



    2014.06.10-00:07 | endazer

    2. hind hene ev bi salana stranên kurdî dibêjin kurdî ji di zanin lê xiret nakin sê-çar hevoka bi kurdî binivîsin.



    2014.06.10-23:23 | ciwanpiroz

    3. hingî mirov li stranbêjên kurdî guhdar dike û mirov fahm dike ku bi kurdî nizanin, mirov naletê li koka xwe tîne. min îroj li straneke guhdar kir ku navê wê yê ''awaz baran - tu evîn'' bû, hingî zilamê xelet telafûz dikir, zikê min êşiya.



    2015.03.19-13:33 ~2015.03.28 23:03]| remlavêj

    4. berî herkesî tûran şengul hat bîra min.lê ez dibêjim qey nêzîkî 10 qenalên muzîkê bi kurdî hene û asta stanbêjiyê û gohdarkirinê bi çend sloganan an jî bi evînek erzan sînorkiriye. ew sînor jî wan kêfxweş dike ,wan aciz nekin *



    2015.03.28-23:15 | diranfîq

    5. Yusuf harputlu û ND jî ji van ne camêrane.yek bûye hingivfiroş bi zamanê kurdî hey hey diaxife dike bênûştê devê xwe ya dine ND ee zaten hûn pir baş nas dikin ne hewce ye em ser wî 2 tîpan bînin ber hev.



    2015.03.29-00:52 | quşxaneli

    6. bazirganên kurdî ne. min îro du ji wan stranbêjan li barek dît ser hunerê bi tirkî diaxivîn. kesên kurdî dinivîsin, kurdî distrin divê kurdî jî biaxivin. heger nakî nexwe bicehme here ji tirkan re bibe îbo an jî ceylan



    2020.02.21-02:34 | hespêsor

    7. Hîç fahm nakim çima hewl nadin ku bi kurdî biaxivin !
    Dengê wan wextê ku bi kurdî stranan dibêjin pirr xweş e, lê belê wextê ku tu dibînî ku xên ji stranan bi kurdî peyvek ji devên wan dernakevin, mirov ecêp dimîne.

    Ev kes stranên kurdî tenê, wekî bazirganan, bi kar tînin.



    2020.02.22-00:11 | bayê kurdo

    8. Huner , gotar , jiyana xwe ve ji bo kurdan mînak in.

    Baş ango nebaş!

    Lê bi min ew kesên ku li ser sitrana kurd in û di jiyana xwe de tirkin , fehş in û xayînên.Bi gotinên wan divê mirov bawer neke.

    Kesên ku xwe qurbana zimanên tûranîyan dikin bila bimrin yaw.



    2020.02.22-00:55 | brzn

    9. Stranbêjên dengê gelekên wan xweş in lê mixabin piranî nizanin bi zimanê xwe. Ev pirsgirêkeke me Kurdan a mezin e mixabin. Divê di serî de kesên wekî stranbêj û lîstikvan pêşengiya ziman bikin ji ber ku ew bêtir xwe digihînin mirovan.



    2020.06.03-13:56 | xabûrî

    10. Xwezî serbangê serbang jî di nav vê kategoriyê de bûna.



    2020.06.03-17:02 | yusiv

    Hemûyan Bixwîne

    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    uğur kaymaz [2]
    helbesteka jan dost heye li ser uğur kaymaz. (bnr: serbazo) (stur: ...
    xewa havînê li ser text [2]
    hûnikîya şeva havînê ya piştî qelekijêna roja wê şevê dilê mirov xweş,...
    xewa havînê li ser text [2]
    Em ketin meha gulanê êdî roj bi roj germ zêde dibe.Nizanim çima diho ş...
    12.11.2017 erdheja li kurdistanê [1]
    çi rewşeke reş î xirab e ku em nikarin destê xwe dirêjî birayên xwe ki...
    bêmoralbûna kurdan [1]
    bi rastî, ez jîyana xwe ya rojane de dikenim, nsn dixwim û vedixwim. Û...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » stranbêjên vê taliyê
    » kurdî zimaneke helbestî ye
    » enwer mehemed tahir
    » kurdî-der izmir

    Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi anket muzik ziman
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî