Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


42 mijar û 75 peyam
azadî - tirşik
azadî
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. wateya jîyanê ye.



14.07.2013 16:12 | berxêres

2. yanî ziddê bindestîye, hurrîyet.



08.09.2013 23:51 | kurdane

3. ew e ku mirov dikaribe li nav civakekê tirr bike û qet şerm neke.



16.10.2013 17:08 | gernasnenas

4. wateya wê gorî mirovan diguhere, lê ma ewqas, yek dixwazê tirên azad bike yek dixwaze bijî. de ka em bêjin azadî ew e ku heta yekî din zirarê nebîne çi bixwaze kirin e.



16.10.2013 17:27 | azadixwaz

5. rengÊ na çekuye de sûr esto. sÛr azadî yo...

seke ma demo vîyarte de vatîme:

bicî sosyalizm Û bicî ala sûrÊ ma...



22.10.2013 13:52 | cinorek

6. Weke agir e, ger ku tu wê biavêjî wê der û dorê te bibe tarî, ger ku hilbigrî destê xwe wê destê te bişewite. Ev gotina ku min got ya mele seîdê kurdî ye ku ji bo îmanê gotiye.



16.01.2014 01:03 | ceso

7. Ji bo standina vê peyvê gelek kes dibin dîl.dîl



13.02.2014 20:50 | ehmed berojî

8. îzafî ye. wekî her mefhûm û têgînê... wekî nêrîn û awirên çavan, wekî her şêweyê jiyanê, wekî her jîndarî... azadî jî îzafî ye. anku li gor her kesî t'arîf û salox û danasîna wê ji hev cuda ye. çawa serê pêçiyên mirovan ji hev cuda ne, wisa. azadî jî ji bo herkesî ji bo hertiştî di rengekî din de ye. ji ber vê hindê herkes ji hêla xwe ve yanî li gor raman û fikra xwe li vê mefhûmê dinêre, dinirxîne, didarizîne û rave dike, belkî jî şirove dike. mirov gava ku qal û çêla tiştekî dikin, di rastiyê de qala xwe dikin, ne qala wî tiştî. yanî xwe vedibêjin, azadî jî wisa. yanî gava ku yek qala azadiyê dike baş bizanibin ku qala xwe dike. herwekî tiştê ku ez aniha dikim.



mirov li gor bandor û bertekên jiyanê qalib û qalik digire. anku mirov çi jiyabe, wî vedibêje. belê em werin azadiyê. çî ye? kî ye? ji çi tê? çima him lihevketî û him xwerû ye? çima him bijan e û him şadî ye. çima mirov bêyî azadiyê nikare bijî lê bi azadiyê re jî xerîb û evdal e. belê di serî de min gotibû ku azadî îzafî ye. ez ê jî ji wê hêlê ve şiroveya xwe rapêşî we bikim.



bi gelemperî azadî " tevgera bêyî asteng e. " ava ku her li herik e. bayê her bi liv û tevger e. av ku her li herikê be û ba jî ku her li liv û vizînê be, ev yek dibe azadî lê gava ku ba li avê ket, av jî li bendê ket êdî ev yek ne azadî ye, ev yek êdî azadiya pêşîlêgirtî ye. azadî ev e, ku ev be, mirov çiqas azad e? mînak, civak... mirov çiqas dikare derkeve derveyî civatê? çiqas dikare rol û wezîfeya ku civakê lê siwar kiriye red bike? zewac, meslek û kar, kariyer, polîtîka, mal û malbat... mirov çiqas xwe serdestê van tiştan dihesibîne û çiqas xwe bindestê van tiştan dihesibîne? Ma ne, hinek bindestê daxwazên xwe ne, hinek bindestê mal û malbata xwe ne, hinek bindestê civakê, hinek bindestê xwe û hinek bindestê van tiştan hemûyan e.



vepirsîn, vepirsîn, vepirsîn... mirov çiqas dikare xwe, dora xwe û civaka xwe vepirs bike? çiqas? belkî hîç. belkî jî vepirsîneke xapînok. mixabin ji neteweyên herî şareza û medenî bigre heya yên herî paşmayî, mirov bende û hêsîrên paradîgmaya civaka xwe ne. herwekî kî ji me dikare hilde serê xwe û here çolekî di zikê konekî de bijî. mirov nikare. belkî wê hinek vê yekê di demeke nêz de pêk bînin. mirov nikare, lewre zarok, mal û malbat, welat, hêvî, armanc, hest, daxwaz... dirêj dibe diçe. vana hemû rê li mirov digrin. nahêlên mirov rastetast li ser jiyanê bifikire, birame, biponije, bihizire bê ka em çi ne? te dît ku jiyan qediya. belê azadî... min mirovên evdal dîtine ku azad bûne. herwekî, feqiyê teyran, baba tahîr uryan, melayê cizîrî, yunus emre, diyojen, ... û min mirovên serokdewlet dîtine ku bendeyê îxrtîras û daxwazên xwe bûne. herwekî ataturk, hitler, stalîn, mao...



azadî çî ye? mirov e. mirov çiqas wekî xwe be. ewqas azad e.



30.04.2014 02:38 ~2015.07.16 03:53 | ceso

9. yek ji elementa ideolojîya lîberalîzmê, ya bi navê "liberty" e.



li gorî vê elementê, divê çi ji dilê mirov tê wî/wê ew yekê bike. tenê asteng ev e ku wê azadîya te ji azadîya din re nebe asteng.



30.04.2014 11:51 | ervah.azad

10. di her rewşî de karîna hilbijartina her du vebijêrkên ji hev cuda, ye.

man an jî neman, kirin an jî nekirin, beşdarbûn an jî beşdar nebûn; ger di rewşekê de ne mecburê yek îhtîmalê bin, wê demê belkî em bikarin bibêjin ku tu azad î.



30.04.2014 21:41 | simurg56

11. bi qewlê evdila peşêw ji bo bidestxistina wê mêranî divê!



''we çi divên,azadiya xwe?

Azadiya we hezar sal e

Keçikek e û di berê we de radize

Lê kanî, kanî mêraniya we!''



24.09.2014 05:22 | endazer

12. kul û derdekî sed salane yê kurdan e..

bi şeref ne bi tenê em, dê nêvî û nêvîçirçirkên me jî bi vê hesretê bimirin..

tiştekî gelek pîroz e hem azadiya ferdî hem jî azadiya kollektîf, ji ber ku em kurd bi awayê kollektîf azad nîn in, em nikarim bi ferdî jî bibin azad



28.02.2015 14:15 | ferhenga şikestî

13. Azadî



Li deftera xwe ya dibistanê

li darên maseya xwe

li xîzî li berfê

navê te dinivîsim



Li hemû rûpelên nivîsandî

li hemû rûpelên vala

li kevirî li xwînê li kaxezê li xweliyê

navê te dinivîsim



Li wêneyên zêrrkirî

li çekên şerrvanan

li taca paşayan

navê te dinivîsim



Li çolistan û dehlistanê

li hêlîna firrindeyan li nokan

li dengvedana zarrokiya xwe

navê te dinivîsim



Li seyriyên şevê

li nanê sîs yê rojê

li demên dezgirtî hev

navê te dinivîsim



Li zeviyan li qeraxa esman

li çengên çivîkan

li aşê siyan

navê te dinivîsim



Li her hilma elindê

li deryayê li keştiyan

li çiyayê şeyda

navê te dinivîsim



Li kefa ewran

li dilopên xuhokî yên bahozê

li barana tund û bêtam

navê te dinivîsim



Li dirûvên dibiriqin

li demjimêrkên rengan

li rastîniya fizîkî

navê te dinivîsim



Li şiverêyên haybûyî

li rêyên vebûyî

li meydanên di ser kinarên xwe re berfire dibin

navê te dinivîsim



Li lampeya hildibe

li lampeya ditemire

li xaniyên hatî hev

navê te dinivîsim



Li fêkiyê awêneyê

û odeya parvekirî

li doşeka xwe ya vala

navê te dinivîsim



Li seyê xwe yê hesûd û sernerm

li guhên xwe yên durhîkirî

li destê wî yê goc

navê te dinivîsim



Li nêrdewana ber deriyê xwe

li tiştên nas

li hurmîna bayê pîroz

navê te dinivîsim



Li rûyê pencereya surprîzan

li lêvên hişyar

li raserî bêdengiyê

navê te dinivîsim



Li stargehên xwe yên ruxandî

li bircên xwe yên hilweşî

li dîwarên bêriya xwe

navê te dinivîsim



Li dûriya bêbêrîkirin

li tenêtiya tazî

li gavên mirinê

navê te dinivîsim



Li saxiya vegerrî

li xeteriya rê lê hatî girtin

li hêviya bêbîr

navê te dinivîsim



Û bi hêza peyvekê

dîsan dest bi jiyana xwe dikim

hatim dinyayê daku te binasim

da ku nav li te bikim



paul Éluard

Werger: husein muhammed



20.12.2015 13:46 | xwelî li ser

dengdanên dawîn (yên din..)
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1]
(bnr: botoks) (bnr: li nîveka rêyan da rêzbûn û wisa meşiyan) (bnr: ...
warê stranan [1]
Weke berdewama qonaxa nû ya projeyên ji bo meyla hilberandina naveroka...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [4]
eyb dikin û xelet dikin.

tabî hemû ne wek hev in. hinek...
belki ev jî bala te bikişînin
» azadî bi derbirîna hestan destpê dike

Kategoriyên mijarê:: yendin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî