Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
filîtê quto - tirşik
filîtê quto
(4) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. kurê şemê xatûna reşkotanî ye. bi destana kû hatîye gotin, filît li ser rêya kerwana sekinîye û ji kerwanan xerac û bêş xwastîye.

lê rojek yekî bi navê mamê alê etmanekî gotîye: "ez nikarim bêş bidim te."

filît jî gotîye: "ka sîleha xwe bide"

çek û sîleh di navbera kurda de tê wateya "namûs" ê . ji ber vê yekê mamê alê çeka xwe nedaye.

û şer û pevçûn pêk hatîye û derketîye.



welleh encama wê çibûye? ez jî nizanim.

tiştê ku ez zanim wîsa ye...



14.07.2013 17:30 | berxêres

2. Reşkotî ye, Kurrê Quto yê duduwa ye. Binyata mala Quto, Ji rexê Hekarîya hatine û dighê mala Ferhoyê 'Uzêr Axa. Ji êlên Kurdîstanê yên navdar, ji "Heft BavêSîna" ne. Felît, weke êl ('eşîr), Reşkotîye û weke malbat, ji Pîroka (Piroya) ye. Dostê min î hêja, Ahmet Aydin di nameya xwe de van agahdariyan dide: Husênê kurrê Hesenê Felîtê Quto ku temenê wî li dor 90 salan bû, di sala 1960'an de, bi hev re rûniştine. Di wê rûniştinê de Husên bi devê xwe, li ser bapîrê xwe dipeyive. Dibêje: Serpêhatîya bapîrê min bi du awayan tê gotin. Ya yekê, bi awayê ku em dizanin û di nav herêmê de tê gotin ku di bawerîya min de a rast eve:

- Kalkê min Felît, mêrxasekî hezjixwekirî û navdar bû. Dilê wî di keçekê de hebû. Ew û peyayekî xwe Suryanî (filleh), berbi gundê dergîstîya xwe bi rê de diçûn. Peyayê wî ji Felît re dibêje;

-Li Kanîya Baderesê, karwanê Etmaniya li ser kanîyê danîne, sîlahên baş li ba wan hen in. Belkî em tivingeke baş ji te re ji wan bistînin û bi tivingeke rind em herin ba hezkiriya te.

Felît, gotiye:

- Em herin.

Gava gîhaştine ba Kanîya Baderesê, rastî karwên hatine. Birastî çekên baş, hêja bi karwanê Etmanîya re hebûne. Felît ji yekî tivinga destê wî xwestiye da ji bo kirrînê, lê binêre. Xwediyê tivingê, ji ber ku xerîbê herêmê bûye, bawerî bi Felît neanîye û gotîyê;

-Merev sîleha destê xwe nade destê nenasa.

Felît qeherîye, gotiye;

- Bi zorê be jî, ezê ji te bistînim.

Mêrik:

-Ev tiving wê bibe qelenê(nexdê) dîya te!

Bi van devjengîyan, gotinên wan bi serê hevûdu de neçûye, gotinek ji wî, yek ji yê din, şer dest pê kiriye. Etmanî dişkên. Hem şer dikin û hem berê xwe ber bi welatê (eşîra) xwe vedikin û karwanê xwe dajon. Şer ji Kanîya Baderesê dest pê dike heta ziyareta Şêxê Vindê-navbera wan 10- 15 km ye-didomîne. Dîsa li gora nameya Ahmed Aydin, ji 120 kesên Etmanîyan bi tenê Mahmê Elîyê Etmên sax dimîne, darê xwe datîne, dest ji ber xwe berdide, xwe dispêre Felît. Felît dighê ba wî, dibêje;

-Te dît, tu bû sebebê evqas însanan. Ma rast bû, te weha kir? De ka wê tivingê bide min!.

Gava Felît destê xwe dirêjî tivingê dike, Mahme Elîyê Etman nigê tivingê dikşîne, Felît birîndar dibe. Felît li zîyareta Şêxê Vindê birîndar dibe, lê bi saxî wî tînin gundê Taharîyê. Li ber sîdana dara tûyê can dide.



Awayê duduyan, bûye weke efsaneyekê ku bêtir li derveyî herêmê deng vedaye, kesên ku yek bihîstîye, dehên din bi ser vekirîye, belav bûye, ew jî ev

e:

Felît mêrxas û mezinekî êla Reşkota ye. Di zarotîya xwe de sêwî maye, dîya wî Şemê ew xwedî kirîye. Dema destê wî dar digre, yanî dibe zilam, doza mezinaya Reşkotan dike û mezinaya Reşkotan bi darê zorê digre destê xwe. Koçer û karwanên di nav axa Reşkotan re derbasdibûn, baca rê, xûkîtîya çêrê didane Felît. Gava karwan ji alîyê Silîva dihatin, li Deşta Silîva, liKanîgulanê diçû pêşîya wan, yan peyeyên xwe rêdikirin, baca xwe ji wan distend. Yan koçer ji Zozanan, ji Bîngolê, Şerefdînê, ber bi Qerejdax û berrîyê ve pezên xwe tevgel dikirin û koçemal berjêr dibûn, di nav kîjan êlê re derbas dibûn hesabê çêra pezên xwe dikirin û heqê erdê, baca rê didane wan. Her weha gava di nav Reşkotan re derbasdibûn-ku rîya wan, bibê nebê di wir re bû- xûkîtîya rê, çêrê ya Reşkotan, didane Felît. Etmanî, êleke bi xwe bawer in. Li pişta Bayqanê li dora Xîzana Bedlîsê cîwar in. Karwanê Etmanîyan, li xwe danaynin bac û xûkîtîyê bidin kesî, tew kurrê jinebîyekê (Felîtê Quto), gava xûkîtîyê ji wan bixwe, serhevdîyeke gelek mezin e. Li ser baca rê şerê wan dest pê dike.



''Filît lawo, maman î xweş maman î

Nebxêr, nizanim çi karwan bû hate bi giranî

Mi dî bavê Hesen çend peyayên Reşkota bi xwe re hilanî

Xwe berda pêşîya Mamê Etman, vî karwanî

Go: -Lawo, ka baca te ji min re anî?

Mamê Etman digo:- Filît lawo

Em karwan in, karwançî ne,

Lawo, em xerîb in, em rêwî ne.

Filît digo:- Ez bi enîya bavê xwe kim,

Ezê tivinga pîkê te ji te bistînim.

Mamê Etma digo:- Ez ê tivingê bi te dim,

Ezê dîya teya Şemê ji yextyarê bavê xwe re bînim.

Mamê Etman derbek berda bejn û bala bavê Hesen

Di zincîra seetê re lê dixîne

Roka me hilatî ji aliyê Bota

Şewq û şemala xwe da bejn û bala bavê Hesên

Her çar peyên me Reşkota.

Xwezî Mamê Etman biçûya cî-warê xwe,

Li ser kurrê min, li gor şîr û bextê xwe bigota.

Roka me hilatî ji alî Silîva,

Şewq û şemala xwe da peyayên Reşkota, van tivingên toqezîva.

Mamê Etman derbek berda kurrê mi rebenê,

Serê wî birrî ji balîf û nazbalîfa.

Filît lawo, Maman î xweş Maman î

Mi kes nedî, nala Mamê Etman

Li welatê xerîb, şer dikir, mêr dikuşt û dest hilanî

Bira diya wî bi tenê, bê:- Mi çog da erdê, lawek anî

Çawa çira mala Quto vemir an, konê me datanî ...''



Felît û dîya xwe li gundê Baderesê rûdiniştin. Gundê Baderesê di qontara Çîyayê Qêre di tixûbê Reşkotan û Sînkîyan de ye. Kanîya Baderesê di guhereke pirr mezin de wek ava aşekî ji binê tahtekê derdikeve, di biniya wê re darên fêkî, bax û bîstan in (Di vê dema dawîyê de Hecî Nûrîyê mala Nêsir xanîyek li ser vê mêrgê ava kiriye, bi cîran û derûdora xwe bûye şênîyekî gelek xweş).



28.07.2013 06:04 | endazer

3. filîtê quto - ji antolojiya dengbêjan



(…)

Apê Emê digo; Elî lawo tu rabe here cem Filîtê Quto berxê Şemê,

Bê apê min î Emê li te kiriye silav û kilavê Xwedêwo,

Bibê: Apê min î Emê gotiye “Filîto lawo te mêr kuştibe em bidine te

xwîna mêrêwo,

Eger te jin rewandibe em bidine te qelenê jinêwo,

Neha bi wê yekê qayil nabî were mala me rûne bi erf û edetê dinêwo,

Heta devê te bigere ez ê bidime te mal ji xiznêwo,

Neha tu bi wê yekê qayil nabe hêstira pêşî navê wê Hedo ye,

Hêstira navîn navê wê Xeco ye,

Bira hedya ji xwe re biqetîne bibe xerc û xeraca serê rêwo,

Em ê karwanî ne bira pêşiya karwanê, me berde çavê sawî û sakûlên

me li rêwo,

Ha malxerabo…

Ax heylor heylor heylor…

Heylor heylor heylor heylor…

Elî derhal çuye cem Filîtê Quto,

(…)

Lê belê wextê Elî ji Filîtê Quto ra dibê vê xeberêwo,

Filît dibê: Elî lawo here cem apê xwe yê Emêwo bê wele Filît gotiye,

Min mêr nekuştiye ku bide min xwîna mêrêwo,

Min jin nerewandiye ku bide min qelenê jinêwo,

Ez qet nayêm li mala wî rûnanêm bi erf û edetê dinêwo,

Le derdê min ne hêstira pêşî, hêstira navî her du dehşikê wî kerêwo,

Le ji apê xwe yê Emê re bibê, Filît gotiye bira Bazinbeleka milê xwe,

Ji min re deyne xerc û xeraca serê rêwo ha

Şem rebeno…

(…)

Le dibên Elî derhal fetilî hatiye cem apê xwe yê Emêwo

Digo: Apo bi sê qesema Filîtê Quto li me dike dewa Bazinbelekêwo

Lê belê wextê ji apê Emê ra dibê vê xeberêwo,

Mûyê canê apê Emê dibin weka şûjin di kulp û qapûta ra dertêwo,

Derhal diqelêbe barkî lokkî devêwo,

Dike kozik û qeretûn xwe davêje berêwo,

Bi sê denga dike gazî dibê:

— Filîto lawo. Ew her du hêstirê ku mi dan te ew herêkirina xwîşka te

bûn.

Eger tu Bazinbeleka milê min dixwazî, qelenê dayka te ya Şemêwo ha

Malxirabo…

(…)



Antolojiya Dengbêjan,



30.12.2013 03:01 | xendekî

4. kilama ku bûye mestere ji bo strana filîto lawo ya koma wetan..

di herdu versiyon û varyantan de jî her girî û zarÎn dibe para şemêya diya filîtê nesekinî û newekirî..



30.12.2013 14:18 | endazer

5. yek ji bapîrên reşkotiyan e ku ew eşîr li aliyê êlihê û qubînê bi nav û deng e.



dema ku karwanê eşîra etmankiyan ji ber gundê wî re diçin rê li ber wan digire û bi tena serê xwe derdikeve pêş nêzî 60 zilaman û bacê ji wan dixwaze. serokê karwanê dibêje "heta vêga etmankiyan bacê nedaye ti kesî lê ji bo xatirê mêrxasî û wêrekiya te sê hêştir tevlÎ barê xwe ve bila bibe heqê bacê." lê belê çavê filît li tivinga ku li ser milê xortê bi navê elî ye ketiye û dibêje divê hûn tivingê bidin. tiving namûs e. ferqa standina tivingê û standina jina yekî tine ye. mezinê etmankiyan ji loma qayil nabe ku tivingê bide û eşîra xwe bihetikine. dibêje te pere divê çi qas divê em bidine te lê em nikarin tivingê bidin. lê filîto ji gotina xwe nayê xwarê. mamê elî jî heyirî û neçar dimîne û radihêje tivingê û li ser filîto direşîne û ew dikuje. piştî ku reşkotî dibihîzin ku etmankiyan filîto kuştine ew jî li hespên xwe siwar dibin û dikevin pey etmankiyan û li ser karwanê wan direşînin. li bûyerê ji karwana qerase tenê sê kes difilitin û bi kotekî xwe digihînin gundê xwe, yên din bi tevahî dimirin.

ji bo agahiyên berfirehtir : http://www.nefel.com/epirtuk/pdf/salihe_kevirbiri_filite_quto_02.pdf?NR:113



ku em vegerin îro. eşîra reşkotiyan bi çendan salan e li ser navê partiyên dewletê dibin namzed û şaredariya qubînê qezenc dikin. li qubînê wek "mala axê" tên binavkirin. paşnavê wan bi axlebî karabulut e. bdpê di sala 2004'an de şaredariyê qezenç kir. lê piştî 5 salan namzetê reşkotiyan ku ji akpê tevlî hilbijartinan bûbûn dîsa şaredariyê bidest xistin.



06.03.2014 22:13 | oxir

6. karapetê xaço ;

Heylo heylo heylo heylo heylo heylo
Heylo heylo heylo heylo Şemê rebenê
Şemê digo Filîto lawo
Li me hatî karwanê xwê yo
Daniye li Kaniya Badereşê
Lawo ser avêyo Şemê rebenê
Dibê Filîtê Quto gelo digere
Dîsa li xirabiyê Şemê rebenê
Şemê digo Filîto lawo dilê minê
Wê dil dibêyo
Ne min go lawo neçe pêşiya vî terş û tarişan
De terş û talişî gune ne
Çavê jin û zarê wana qerimî ne
Wa li rêyo Şemê rebenê
Heylo hey lo hey lo hey lo hey lo hey lo hey lo
Şemê digo Filîto min go
Lawo karwan hato ji Bilêderê
Mamê Elî Etmankî bi sê denga dikir gazî
Li xulam û xizmetkara digo bavê kî no
Hûnê bara biqelêbin bikevine berê
Minê rojekê dua dikir
Serê min û Filîtê Quto kurê Şemê
Li Panava Qîre dîsa di hev de derê
Şemê rebenê
Şemê digo Filîto lawo min go ji Pozê Qîre
Heta Delana Paşo çend neqeb e
Dibê mertala bavê Hesen lawo
Gelo sorî gulkî bi keb e
Herçî şerê Bavê Hesen tê de ye
Daîm Qetilxwîn e bi xezeb e lê Şemê rebenê
Filîtê Quto bi sê denga
Dikir gazî li Mamê Elî Etmankî
Digo lawo hêstira pêşî
Hêstira paşî deyne baca rêyo
Xulam û xizmetkara digot
Gelo gelî xulaman hûnê hêstira pêşî
Hêstira paşî bidine Filîtê Quto
Bila bibe qelenê diya xwe ye Şemikê lo
Lê Şemê rebenê
Şemê digo Filîto lawo roja me derketî
Wî ji Anedolê
Şewq û şemala xwe da pozê Seydim Qasim
Tapiya Biro mertala Bavê Hesen gulkê dorê
Ji xêra mala Xwedê re
Gavê li bavê Hesenî Talekî û pêşîrtengî
Bira tê derketa çend peyayê Mala Hesen
Korê Şemê rebenê.
Şemê digo Filîto lawo
Karwan temam dibên em karwanî ne
Bila ji Mamê Elî Etmankî pêştir
Ji karwan û bazirgana
Li welat û şaristana negerîne
Îro derbekê dayê
Li bejn û bala Filîtê Quto
Li bavê Hesenî tal e
Û ka mêra ji mala wana ditepîne
Lê Şemê rebenê



02.01.2018 22:52 | kurdokercewsî

7. Yekî bikarhênerê twitterê ye @filitequto ji deşta mûşê ye.



02.01.2018 23:50 | mîr

8. Bê guman kesekî zordar û bêrehm biye ku li gelê xwe zilm û zordestiyê kiriye

Lêbelê tiştekî gelek baş jî kiriye; begê farqînê, zalimê dewrê yumnî begê (dibe ku navê wî tiştek din be jî) mala beg, îro paşnavê wan üstün e, wî dikuje û ji wê pêve zilma mala beg kêm dibe. Mala beg ji berê de neyarê kurda bûne û hevalê îttîhat terakkî û misto (Mustafa Kemal) bûne, hê jî nebûne meriv. Yanê Filîtê quto beg dikuje, Farqînê ji zilmê xilas dike.



10.04.2020 18:39 ~2020.04.11 01:10 | afa

9. kesên filît kuştiye emê mamê edmanekî ye. ji edmanekiyên bilîsê ye.



10.04.2020 19:27 | roberz

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» filîtê quto
» quto

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi dirok
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî