Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


17 mijar û 24 peyam
problematîka standardkirina zimanê kurdî - tirşik
problematîka standardkirina zimanê kurdî
(3) (0) (8)
di mijarê de bigere

1. kes nizane karê kê ye?



2013.07.14-18:46 | berxêres

2. karê TRT6ê ye..



2013.07.15-00:11 | mam selam

3. û bîla bîrêz Bilind Arniç bibe serokê kombexata vê komeleyê, bî hêzeke 'medenî'..



2013.07.15-00:13 | mam selam

4. madem kesekî negirtiye ser milê xwe kar û wezîfeya tirşikê ye helbet.. henek aliyekÎ ji xwe standartîzasyonek kêm zêde çêbûye di nav devokên kurmancî de yanî heçî sê çar pirtûkên bi kurdî xwendibin ji xwe bihêsanî dikare ji her devokekî fêm bike.. ya girîng û elzem ew e ku zaravayên kurdî yên wekê dimilkÎ û soranî û kurmancî û kelhûrî bi hev û din ve bên nêzikkirin.. yanî yekî soran dema biştexile yê kurmanc qenebe divê fêm bike bê ka feqîro behsa çi dike..



2013.07.18-13:09 | endazer

5. yeqîn zimanê pirr-devok ji roja roj de wekî "problem" tê zanîn. lê ferzkirina vê yekê dişibe tektîpkirineke faşîzane. ew jî gumanim jê heye ku tesîra kemalîzma virnî ye li ser pişta me bûye bar. lew, divê zimanê kurdî heteroglasia'ya xwe biparêze û ji hemû peyvdankan sûdê wergire. jê pê ve karê zemên e. ew ê bere bere xwe xweş û delal bike û dê gelek nuansên gramatîk û peyvên "ne-kamil" di bîra dîrokê de bixeniqin. kamilbûna zimên ne bi standardîzasyonê lê encax bi nermijandin û berfirehtirkirina hizra lengûîstîka pêk tê. ev yek jî ne karê çend akademiyan e. karekî sext î giran e baba. jê re dem û dewranên dirêêêj lazim in.



2013.08.20-19:24 | terkexem

6. problematika ku hêdî hêdî tê çareserkirin e. bi weşanên kurdî û bi rojname, kovar û pirtûkên kurdî hêjmara heval akademîkan zêde bûye li kurdistanê. ev jî êdî dibe sedema fêhêbûna kesên ku zêdê heremî û bi devok diaxivin. ji ber vê jî kurdên ketî di nav bajaran, qene bilêvkirina gelek peyvên xwe diguherîne û bi vî awayî jî xwe nêziktirê heremên din dike û alikariya standartîzasyonê dike .



2013.08.20-21:30 | brusk56

7. problema ku carina dibe rewşên seyr.

îro ji froma têkiliyê ya turkcekurtcesozluk.com'ê, ji min re peyamek hatiye şandin. û camêr ji min xwestiye ku hevokek kurdî jê re wergerînim tirkî. heta vir her tişt normal e, lê hela binêrin hevoka şandî:

"A dizonima du ji şanekiya be min...ez ji şanekima be ta....du ji min fem ka rindemin...ez voma ...dilemin li taye...diledaji li mine..ez ve dizonime...bıpe rindemin sabirke...ez ji te hazdikime ...du ji ve bizane ..."



2013.11.04-23:03 | simurg56

8. ev pirsgirêk wulo naçe serî; kurdologên me rûnin û hinek ji vir hinek ji wir bistînin devoka nav hevdû bixin û bêjin he ji we re standart kurdî!! ji xwe nikarin pev bikin .yanî heke tişteke wulo bibe jî safî nakin. ew ê bêje ev peyv ne di vê wateyê de ye ew ê din bêjê na di vê wateyê de heye. yê ku bêje na ez ê dilê wî/wê bihêlim filan bêvan. *

çawa çareser dibe bêjim li gor xwe; divê xwendin û nivîsandin zêde bibe. divê heya gel ji wan heremên din hebe. çi dikin çawa dipeyivin... divê di nav hev de bijîn. * û bi kurdî bipeyivin. piştî demekî wê ev mesele çareser bibe. herkes ji hevdû fêm bike. neke jî yê bipirse. bipirse jî dîsa fêm nake û paşî xwe bavêjin dewa tirkî û ev mesele dîsa yê wulo bimênê.!! tufîî!!



2020.02.15-16:51 | xwelî li ser

9. Pirsgirêka ku van rojan li ser Wîkîferhengê Here lînkê tê gotûbêjkirin e. Pergala standardkirinê divê çawa be dema mirov difikire ji heqê wê nikare derkeve. Ka pêşnîyazên we hebe xêra xwe bibêjin.



2020.08.10-04:30 ~04:30]| serfiraz hêvî

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (Yên Din..)
social phobia [1]
nexweşiya ku dema çareser nebe jiyana mirov rûdixîne. nexweşiyeke derû...
rola kurdan di şêra navbêra azerî ermeniyan de [1]
welatê ku dikeve navbêra qarabax û ermenistanê welatê kurdan e...
cefilîn [1]
Lerizîna Ji ber tirs û xofê ango sarî, mahd xeliyê, kelêcanê. Gotina (...
rojnivîska tirşikvanan [1]
Mijara ku dixwazim her roj tê de çend peyamên nû hebin e. Bi taybetî...
koremişk [1]
Dimilkî em dibêjin muşo kor (n) Heywanê ku çavê wî kor e. çav...
belki ev jî bala te bikişînin
» problematîka paşnavên kurdî
» zimane kûrdî liser google.tarnslate
» kurdî wenda dibe gelo ?

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi ziman
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî