Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


26 mijar û 42 peyam
thomas friedman - tirşik
thomas friedman
(0) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. yek ji navdartirîn nivîskar û rojnameger û kolomnîstê amerîkayê ye.. di sala 1953an li minnesotaya amerîkayê hatiye dinyayê, bi eslê xwe cihû ye, û hefteyê du caran di rojnameya newyork timesê de dinivîse.. heta niha di sê şaxên cuda de sê cara xelata pulîtzerê hilgirtiye..



14.06.2014 22:43 | endazer

2. rojnameya rûdawê li ser rewşa kurdistan û rojhilata navîn pê re hevpeyvînek xweş çêkiriye;



Ji bo her beşdarî û gotarekê 100 hezar Dolaran werdigire, lê bê pere li Herêma Kurdistanê gotarekê pêşkêş dike û dibêje Amerîka ji bîr bikin û hûn bi xwe siberoja xwe ava bikin. Friedman yek ji nûserên herî navdar ên cihanê ye. Her çiqasî wî ji me re got ku ew hatiye da ku binivîse û zêde xeber nede, lê 24 xulekan li Silêmaniyê û li zanîngeha amerîkî hevpeyvîneke taybet ligel Rûdawê kir. Bi gotina Friedman, welatên Rojhilata Navîn bi ser nakevin eger siyaseta giştîkirinê pêrew nekin, nimûneya serkeftî jî ji bo wî Herêma Kurdistanê ye ku vêga opozisyonê biryar daye ku beşdarî kabîneya nû bibe.



Rûdaw: Beriya çend salan hûn hatin Kurdistanê û we behsa nihêniyên Kurdan kir. Vêga careke din hûn li vir in. Herêma Kurdistanê li kû ye?



Thomas Friedman: Bi awayekî giştî ez matmayî me. Di aliyê aborî de min pêşketinin mezin dîtin. Di aliyê fîzîkî de min pêşketinên mezin dîtin. Silêmanî bi tevahî şarekî cuda ye li gor heft salan berê. Di aliyê siyasî de jî min pêşketin dîtine. Vêga opozisyon di nav hikûmetê de ye, dora yek ji çarên kursiyên parlamentoyê biriye, li bereya dijatiya gendeliyê û desthilatdariya paqij û pêşkêşkirina xizmetguzariyan kar dike. Ez li vir wek kesekî me ku li ser erdê ye û li bilindbûna balafirekê temaşe dike û bi nêrîna min ber bi aliyekî baş diçe. Ji bo te ku tu di balafirê de yî, tu hest bi bilindî û nizmiyê dikî. Lê ji bo min ku ez li ser erdê me, balafir bi rexekî erênî ve diçe. Ez hertim behsa pêşketina Kurdistanê dikim. Berê min behs kiriye û îro jî behs dikim û dibêjim giraveke aramî û pêşketinê ye. Gelo demokrasiyeke tekûz e? Na. Gelo em xwediyê demokrasiyeke tekûz in? Na. Ne tekûz e, lê giraveke aram e û ev yek girîng e.



Hokara vê pêşketinê çi ye? Gelo ew siyaseta gişgir e?



Ez bawer dikim ku mezintirîn û girîngtirîn tişt ku ji Kurdan re pêk bê ew bû ku dawî li şerê navxweyî bê û siyaseta ne birin û ne windakirinê bê meşandin. Ji ber ku em ji dîrokê fêr bûne ku ew welat biserdikevin ku xwediyên siyaset û aboriyeke gişgîr in. Welatên ku ne xwediyên siyaset û aboriyeke bi vî rengî bûn jî winda kirin. Ev tiştekî sereke ye ji bo serketina Kurdistanê.



Ev serketina li Kurdistanê ku hûn behs dikin, hokara vê yekê çi ye ku berdewam e li welatekî ku tijî kêşe ye?



Ez tenê ew qasî dizanim ku berpirsên Kurd ji min re dibêjin. Ew jî ew e ku sînorên Iraqê parêzvanên Kurdistanê ne. Hûn li navçeyeke pirr tirsnak dijîn. Bi dewletên pirr bihêz dorpêçkirî ne, wek Tirkiye, Îran û Sûrî ku vêga di kaosê de ye. Hemû jî welatiyên ku Kurd li wan dijîn in. Hesta wan çawa dibe li hember Kurdistaneke serbixwe, Kurdistaneke ku hêj parçek ji Iraqê ye. Ji bo min wiha xuya dike ku sînorên Iraqê Kurdistanê ji cîranên wê diparêzin, bi cûreyekî ku dibe eger serbixwe be bi vî rengî neyê parastin.



Lê vêga pêwendiyên Herêma Kurdistanê bi Tirkiyê û Îranê re pirr baş in.



Ez baş vê meselê fêhm nakim. Boçûna min serbixwe ye. Bawer dikim ku diviyabû Kurd ji mêj ve xwedî dewleteke xwe bûna. Li gor min baş e eger ji we re here serî.



Li vir hûn ne wek îdareya Obama difikirin?



Erê, bawer dikim Kurd mileteke ku wek her miletekî din hêjayî cihê xwe ne, lê çawa bi dest tînin û kengî bi dest dixin, divê hûn bi xwe biryarê bidin. Hûn ji min baştir jeopolîtîkê dizanin.



Vêga Herêma Kurdistanê petrolê difiroşe, ev ne pêngaveke mezin e ber bi serxwebûnê ve?



Bi nêrîna min divê balans di navbera firotina petrolê û helwesta Bexdayê de bê ragirtin. Ji ber ku bi rastî vêga Iraq dewleteke faşil e, lê belê dikare baş bibe. Eger Iraq baş bibe jî û cihê xwe bigire, ku yek ji mezintirîn henardekarên petrolê ye li cihanê; û Kurdistan rêjeyek ji yek ji mezintirîn berhemhênerên petrola cîhanê jê re bê veqetandin, li Kurdistanê ji sedî sed rêjeyeke we ya kêm dibe. Ez dibêjim divê em bidin ber hev. Gelo çavkaniyên we yên pêwist ji bo serxwebûnê hene? Baş e, hûn çi ji dest didin eger Iraq hevgirtî bimîne?



Kêşe ewe ku Kurd ligel kê li Bexdayê reftarê bikin? Ew vêga mûçeyan dibirrin û sizayên mewdanî li gelê Kurdistanê dixin.



Hevsoziyeke min a mezin heye ji bo wê dilgiraniya ku Kurdistan xwe tê de dibîne. Lê ez hertim sersam bûm bi wê rola ku serok Talebanî di siyaseta Iraqê de dileyîst. Bawer jî dikim ku yek ji trajediyên vê demê nexweşketina serok e. Eynî di wê demê de ku li Bexdayê guhastin û hilbijartin û Malikî heye, bawer dikim Kurd dikarin navbeynkarên rasteqîn bin di navbera Sunnî û Şîeyan de li Bexdayê. Herweha di navbera Turkmen û Mesîhî û yên din de. Divê hûn biryar bidin, gelo hûn yariyên xwe kom dikin û diçin malê, yan hûn xwe wiha dibînin ku bêjin dikarin aqilmend bin û çavdêrî û navbeynkariyê di navbera wan grûpan de bikin. Bi dîtina min, hûn derfetên serketina Iraqê pirr zêde dikin eger Kurd di siyaseta Bexdayê de bi rolekê rabin û venegerin malên xwe.



Çima Amerîka piştevaniya Malikî dike?



Bi baweriya min, yek ji trajediyên rasteqîn ên îro li Iraqê şêwaza desthilatdariya Malikî ye. Divayabû ne wiha bûya, dikarîbû alî û pêkhateyan bîne ba hev. Lê wiha nekir û trajediyek ji Iraqê re peyda kir. Lewma ew yek ji bêhêvîtirîn serokên dinyayê ye.



Lê di hilbijartinan de timî Malikî yekem derdikeve?



Ji bo demeke kurt, erê di hilbijartinan de bi ser dikeve. Lê dûre rêveberiyeke xwar dimeşîne. Ev kêşeyeke rasteqîn e. Hêvî dikim Şîe û Sunnî û Kurd li Bexdayê bibin yek û hemfikir bin li ser wê yekê ku Malikî bê xanenişînkirin û kesayetiyeke din bikeve dewsa wî. Lê ev biryara Iraqiyan e. Tenê wê yekê dizanim, ku çar salên din ên Malikî yê ku bi vî rengî reftar dike, ne piştrast im heta çar salên din Iraqek bimîne.



Di nivîsa xwe ya dawî de, hûn behsa kişandina Amerîkayê ji vê deverê dikin? Gelo hûn ligel bûn ku Amerîka xwe ji Iraqê vekişîne?



Min behsa vê yekê nekir, lê du boçûnên min hene: ji aliyekî me karîbû amadekarî bikirina da ku Amerîka hinek leşkeran li Iraqê bihêle û bi rola navbeynkar rabe, kêşeya min bi vê yekê re nedibû. Lê ji aliyekî din ve û di dawî de her divê hûn bi xwe çareseriyekê bibînin. Pêkhateyên vî welatî, pêkhateyên sereke yên Kurd, Sunnî û Şîeyan divê rêyekê bibînin ji bo nivîsandina girêbesteke civakî derbarê çawaniya hevjiyanê wek welatiyên yeksan. Eger nikarin wiha bikin, hezar leşkerên amerîkî, 10 hezar, 150 hezar nikarin vê yekê bikin. Ev bi tevahî biryara we ye. Divê hûn bi xwe bikin û pêwendiya wê bi me re nîne.



Dibe ku me bi xwe biryara xwe dabe, lewra hinek dibêjin bihara kurdî?



Ev pirseke baş e. Careke din dibêjim ku du nêrînên min hene, ji aliyekî zelal e ku tiştên qewimîn derfetê didin Kurdan da ku serbixwe bibin. Lê serxwebûn di nav daristaneke ji agir de, siberoja wê çawa dibe gelo.



Lê ji bîra we neçe ku Tirkiye petrolê ji me re difiroşe.



Erê bêguman, lê Sûrî dişewite, Iraq dişewite, Îran ne aram e. Ez dilxweş im ku beriya her tiştî Kurd bi awayekî aram Kurdistanê ava dikin û ev pirr girîng e. Ez serbilind im ku min bi salan piştevaniya we kiriye û daxwaza xelatekê jî nakim. Hest dikim min xelata xwe wergirtiye li hember tiştê ku li vir rû dide. Rast e, ne tekûz e, lê erênî ye. Di eynî katê de, eger girava we ya aram tekane girav be ku di deryaya aloziyan de dorpêçkirî be, ev ner tiştekî dilxweşker e. Bawer dikim berjewendiya we di aramiya hemû navçeyê de ye.



Tiştê ku welatiyên Kurdistanê dixwazin ewe ku gelo karîna jiyana dewleta serbixwe ya Kurdistanê heye?



Nizanim. Ewqasî li vê derê nemame ku karibim bersiva vê pirsê bidim.



Di nivîsandinên xwe de, hûn bi Tûnis û Kurdistanê sersam in. Çi cudabûna van herdu deveran ji hev heye?



Gelo ne balkêş e ku du ji serketîtirîn bûniyetiyên siyasî yên îro li Rojhilata Navîn û cihana îslamî Tûnis û Kurdistan in. Du welatên ku me, wek Amerîka, tiştek ji bo wan nekir. Erê salên notî em alîkarên dirustkirina navçeya dijfirînê bûn, lê me ji bo Tûnis tiştek nekir, êdî çi ji me re dibêje? Dibêje we bêyî Amerîkayê kir. Biryara we ye. Dema hûn biryarê didin, xwedî siyaseta hevkariyê weke Tûnisiyan, piştî gellek şerî, wek Kurdistan, hûn biryar didin nêzîkî hev bibin. Hûn biryar didin zanîngeheke amerîkî bingeh bikin. Berhem Salih û kesên we bûn yên gotin bila zanîngeha amerîkî û çend zanîngehên we yên din hebin. We biryar da ku Hewlêrê û Silêmaniyê bingeh bikin, ligel cihanê bazirganiyê bikin û weberanînê bikin, weberanînê di perwerdeyê de bikin, me zor ne kir ku hûn nêzîkî hev bibin. We biryar da ku hûn vê yekê bikin. Dema hûn van tiştan dikin, 90 ji sedî hokar hûn in, 10 ji sedî hokar em in.



Gelo bêyî piştgiriya Amerîkayê tiştê ku li Kurdistanê heye winda nabe?



Nizanim. Nikarim xeyal bikim Amerîka bi niyaz be leşkeran ji bo parastina Kurdistanê bişîne.



Lê pirs di wê yekê de ye ku çima Amerîka piştgiriya modeleke têkçûyî wek Iraq û Afganistanê dike, lê ne amade ye piştgiriya Kurdistanê bike?



Pirsa te rast e. Hevrikiyeke ji bo dîplomatîka Amerîkayê, ji ber ku em nikarin kar ji bo hilweşandina Iraqê bikin, ez nabînim ev di berjewendiya Kurdan de be jî. Vêce eger em li vê derê kar bikin ji bo xurtkirina civaka sivîl li Kurdistanê û weberanîna vî celebî ji zanîngehan, ez ligel im. Lê şîreta min ewe ku hûn Amerîkayê ji mejiyê xwe derxînin. We wiha kiriye û hûn gihiştine vê derê. Ne em vî karî dikin, hûn kar dikin û bingehê datînin, lewma hûn hatin heta vê derê.



Bi nêrîna min gellekî girîng e ku hûn nikarin tenê dûrgehek bin, dûrgehek di nav deryayeke ajawe de. Kurd bi roleke gellekî girîng radibin ji bo komkirina Iraqê. Eger Iraq bi niyaz be yek be, pêwîstiya wê bi navberiya Kurdan heye, di nav pêkhateyên cuda de. Nabe dest ji vê yekê berdin. Dibe bişikin û dibe zehmet be, yan çi tiştê din, lê navberiya we, bi nêrîna min, girîngtir e ji navberiya Amerîkayê. Dest ji Iraqê bernedin, hûn nikarin bibin dûrgehek di nav deryayeke ajawe de.



Lê dibe ew navberiya Kurdan nexwazin?



Bawer bike, ev bêhêvîkartirîn tiştê Malikî ye. Serokwezîrekî şikestin dîtibe, rast e hilbijartin bir, lê piştre wek serkirde şikest.



Eger Malikî berdewam be, ne ji mafê me ye em cuda bibin?



Nizanim. Lê bila pêşî em hewl bidin biguherin. Piştre em bibînin em li kû derê ne.



Proseya çareseriyê li Tirkiyê baş diçe? Tu vê gavê çawa dibînî?



Ez kêfxweş im, vedigerim ser prensîpa xwe ya sereke ku siyaseta gişgir e, ew welatên ku xwediyên siyaseta gişgir in, vêce eger Kurdistan rê bibîne di nav opozisyonê û PDKê û YNKê de, da ku tev bi hev re kar bikin. Yan Tirkiye bêje xwişk û birayên me yên Kurd welatiyên vî welatî ne û pêwîst e rê bibîne ji bo hevkariyê. Binêre vê yekê çiqas sûd gihandiye Tirkiyê.



Wan jî bêyî piştgiriya Amerîkayê kirin?



Bêyî Amerîkayê kirin. Pêwendiya vî tiştî bi me re nîne. Kêşeyên me hene. Gelo di dînamîkeyên pêwendiyên navbera Tirkiyê û Kurdistanê de digihin? Dibe li Amerîkayê sê profesor hebin tê bigihijin. Em tênagihijin. Hûn bêhtir dizanin çi baş e, êdî karê we ye.



Di nivîsandinên we de bêhêvîtiya we li ser rewşa Sûriyê diyar e.



Sûriye bi xwe berevajî vê yekê ye ku me behs kir. Siyaseta ne gişgir, li şûna gotina ne serketî û ne şikestî, tiştek bo hemû aliyan, em jê re dibêjin leyîstika sifrê bi dest ket, hemû tiştê min yên te ne jî. Binêre çi bi ser welatê xwe de anîn. Li wêneyên Heleb û Humsê binêre. Wek bajarê Dresden ê piştî şerê cihanê. Kê ev bajar ava kir? Niha cenga sar nemaye. Rûsya naxwaze pereyan bide û hemû kêşeyên te çareser bike. Kî bingeh dike? Esed biriye, çi biriye? Welatekî wêran? Bi vî awayî ji siyaseta welatê gişgir dûr dikeve û derencamê dibîne.



Gelo çareserî ji bo Sûriyê çi ye?



Nabînim çareseriya leşkerî hebe. Baweriya min ewe ku tenê çareseriya dîplomatîk heye. Herwiha dibînim ew rola ku pêwîst e em Amerîkî bibînin ewe ku ligel Rûsyayê rûnin, tevî ku dibînim gellekî zehmet e em ligel Rûsya, Erebistana Siûdî û Îranê rûnin, ku leyîstikvanên sereke ne, ji bo em bigihijin peymeneke beşkirina desthilatê, weke ku li Bosneyê bû.

Ev take rê ye û çareseriya leşkerî nîne. Gelo Elewî destberdar dibin? Ev diyar nake. Gelo Sunne dest berdidin? Ew jî diyar nake. Tenê çareseriya leşkerî ewe tevan tevan bikujin. Ew tenê çareseriya leşkerî ye.



Piştî Sûriyê tê gotin buhara erebî şikest? Bi nêrîna we hokar çi ye?



Bi nêrîna min hokara sereke ji bo buhara erebî xortên Ereb û Misilman bûn li vî beşê cîhanê. Li ser platformeke text dijîn, dibînin cihan tev çawa dijî, du tiştan dixwazin: Yekem, wek welatî mamele ligel wan bibe, ligel erk û maf. Ne ku bi wî awayî be ku wek mînak ez serok Mubarek desthilatê radestî kurê xwe bikim. Duyem di çarçoveyekê de bijîn ku karibin di girîngiya pêgeha xwe de bigihijin. Eve ku ez jî kesek im dixwazim rêya ber xwe vala bikim. Ti kelemên din nexim rêya têgihiştinê di pêgeha xwe de. Ev du tişt bûn ku xortên kur û keçên Ereb û Misilman dixwestin.



Lê buhara erebî ji bo azadiyê bû, ne ku ji bo nan bû?



Bi nêrîna min, bi awayekî sereke ji bo wan herdu tiştan bû.



Li Misrê diruşmên wan azadî, nan û şeref bûn. Nan jî kêşeyek bû.



Erê, ji aliyê wan kesan ve pêşrewî dibû ku bi rastî dixwestin pêgeha wan a li ber çav bê girtin û wek welatî mamele ligel wan bibe, ne ku wek tişt.



Çima buhara erebî li Sûriyê rawestiya û neçû welatên Kendavê?



Esed bi mebest kire şerekî tayifî û welatên Kendavê gellekî biçûk in. Milyonek kes li vê derê, milyonek li wê derê. Nabêjim ku welatên rasteqîne nînin, lê ne wek Misrê niştecihên wan 80 heta 90 milyon kes in. Hokar gellek in. Lê hokara sereke ya şikestinê ew bû ku xwepêşanderên xort nikarîbûn nerazîbûnê hilgirin û bibin nav partiyên siyasî ku karibin hilbijartinê bibin. Piştre destûrê binivisînin û çaksaziyê bikin. Ev şikestinek bû bo hemû şoreşên buhara erebî.



Niha piştî şikestina buhara erebî hinek kes dibêjin çend têgeh jî dûbare hatine danasîn. Ji wan jî çima ji bo Amerîkayê demokrasî wê demê ye ku Îslamî tê de bisernakevin? Nêrîna we çi ye?



Tê digihijim ku tu çi dibêjî. Misr wek mînak. Bi rastî Misrî bi xwe bûn ku Mursî û desthilata Ixwan Muslimîn rawestandin. Hokar jî ew bû ku Mursî peyrewiya siyaseta gişgir nedikir, wî jî nizanîbû çawa reftarê bike. Ez nabînim ku Sîsî jî serketî be. Baş e. Baweriya min ne bi serketin û ne şikestinê heye. Eger siyaseta te ya gişgir nebe û tu sekûlar be jî tu dişikî. Eger siyaseta te ya gişgir nebe û tu Îslamî be jî her tu dişikî.



Xelk di vê rewşê de çi bikin?



Çareserî ewe ku bi rêya zehmet fêr bibe. Kurdistan bi rêya zehmet fêr bû, di şerê navxweyî de derbas bû. Ez her tiştî dixwazim, ne PDK û ne YNK, min her tişt divê. Kurdistan di vê zehmetiyê de derbas bû. Niha hinek ji bo te hinek ji bo min.

Dibe Kurdistan bibe modelek ji bo wan welatên Rojhilata Navîn?



Erê. Partiyeke opozisyona we heye ku li dijî gendeliyê bû, li dijî desthilata xirab. Niha di hikûmetê de ye. Bila em bibînin edaya wan çawa dibe.



Hevpeyvîn: Hêmin Lihonî



http://rudaw.net/kurmanci/interview/14062014



14.06.2014 22:44 | endazer

3. kolûmnista nytimes'ê ye. pirtûkeka xwe yê navdar bi navê the lexus and the olive tree heye.

îsal li suli forum'ê axiviye. mina her gavê axaftinek xweş çêkiriye.

Here lînkê



28.03.2016 15:53 | cinorek

dengdanên dawîn (yên din..)
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Nivîskarên ku eyb kirine û simurg56 bi hêrs kirine. Yên ku simurg bin ...
nefreta tirkan ji bo penaberên sûriyeyiyan [1]
nefreta ku kes bi sebeba wê nizane. ên ji penaberên sûrîyeyiyan nefret...
duayên kurdî [1]
Çavên xwedê li te be, Destê xwedê li ser serê te be, Xwedê piştevanê...
duayên kurdî [1]
1. Xwedê te neke dest û mistan Weke gotina tirkî ya ele ayağa ...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Herhal bêhna wan teng dibe, tiştek balkêş di tirşikê da nabînin ji ber...
belki ev jî bala te bikişînin
» thomas friedman

Kategoriyên mijarê:: niviskarsiyasi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî