Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
qur'an zagona bingehîn e - tirşik
qur'an zagona bingehîn e
(5) (2) (1)
di mijarê de bigere

1. qur'an ji bo misilmanan zagona bingehîne. weke pirtûkên pîroz yên din nîne. ji ber ku, ne tenê tev li tiştên olî dive, hema bêje di jiyana misilmanan de tev li her tiştî dive. jiyana rojane dizayn dike, xwarin û vexwarina mirov dizayn dike, cilûbergên mirov dizayn dike. tev li têkilîyên jintî-mêrtîyê dibe. heta tev li emê çawa bifikirin jî dibe. ji bo vê yekê heya kurd misilman bin, nikarin bibin sekûler û heya qur'an bandora xwe ya makezagonîyê berdewam bike misilmanên paşde bimînin...



17.06.2014 15:25 | nazim tolhildan

2. belê rast e dîn ji bo ola îslamê zagon û hukmên sereke û bingehîn e, heta vir tu pirsgirêk tune ye. di qur'anê de ez hê pêrgî rê nîşandana fikirînê ya ji bo mirovan nehatim. bi tenê nêteke pak û paqij heye ku ji bo mirovan pêşniyaz dike û dixwaze. yanî nabêje bavê xwe wisa bifikire û diya xwe weha bifikire û niza hevalê xwe wilo bifikire. niza vêya bifikire lê wêya nefikire falan û bewan. Quran dibêje bifikirin bigerin bipirsin bikolin têgeha 'eşhedû' heye li gorî alimên ku min xwendine di vir de xwedê dixwaze bêje ku bi awayekî jiberkirî yanî ezbere nejîn nebêjin min bawerî anî, bixwînin û bi xwendinê, min mantiqa xwe baweriya xwe ji xwedê û quranê bînin. quran teşwîq dike ku xalidên xwedê bila bifikirin. dema Aristo dibêje bifikirin dibe felsefe û otantîk dibe, lê dema quran dibêje bifikirin vêca jî dibêjin çima tevlî me dibe?

quran tevlî cil û bergan nabe bi tenê dibêje beden û laşê xwe biparêzin.ji ber mirovên din. bi taybetî jî ji bo jinan dibêje ( ji bo ku gilêza zilamên lêçan neyê devê wan)

kîjan îdeolojî tevlî têkiliya jin û mêran nake? kî ne ku li derve heta êvarê slogana 'jin jiyan azadî' diavêjin' kî ye ew kesê ku dibêje 'kadını yarattım? ango di kurdistanê de jin kole bûn, xulam bûn, xizmetkarê mêran bûn û rûmeta wan û kesayeta wan tunebû lê ez hatim niha jin êdî hatina li ser xwe... xwediyî van gotinên hanê kî ye? înşallah "we ji min fêm kir"



tu eleqa û têkiliya paşve mayînî û quranê bi hev ve tune ye, yên ku wisa dibêjin di jiyana xwe de carekî jî quranê venekirine nexwendine ez dixwazim dirêj jî bikim lê ew mijareke din e



17.06.2014 15:49 | ferhenga şikestî

3. ji ber ku qur'an tevil her tiştên me dibin, rast e qur'an zagona bingehîn e ji bo misilmanan..



çima dema ku mÊrek piyê jinekê dibîne, girêza wî ji devê wî diherike? Ev pirs jî pirseke bingehîn e ji bo daxwaza qur'anê ya ji bo nixumandina jinan. (ji bo xwedê çend pirs):

1-- te ji bo çi zilam wisa afirandiye?

2-- qey gunehê te bi jinan nayê ku tu wan dixî di bin cil û bergên zêde û nehewce?

3-- nêrîna mêrên emerîkî û nêrîna mêrên siûdî ji bo çi ne yek e? mêrên emerîkî li qur'ana te nanihêrin lê dema piyê jinekê dibînin, girêza wan naherike û destdirêjî wê nakin..

û wisa didome..



rêberatÎ dema ku dibêje min jin afirand bi awayekî mecazî dibêje û vê gotina xwe jî weke ku li jor heval serhat avcı jî gotiye, rave dike. rêberatî dibêje min wan ji koletiyê xelas kiriye. ew di rewşeke wisa debûn kî mere nikaribû ji wan re bigota mirov û min wan xelas kir, wan gihandin asta mirovbûnê..



17.06.2014 16:02 | mergehez

4. ji xwe hevalê serhat avcı tişta rast gotiye ji bo vê yeke ne hewceye ku em tiştekî lê zêde bikin.kesên bi aqil û mantiq dizanê ku qur'an di tu dema ne bûye sedema paşdemayîne her tim pêşdeçûyine ji xwendekarên xwe re kiriye hedef.

ez illeh dibêjim û ezê dîsa ji bibêjim her bijî murîdên turan dursun ji ber ku hûn hene ez misilmanim û ez qur'anxwendim.



nîşe: min ev gotin avêt holê, ki bixwazê bila ji xwe re bibe ki naxwazê bila ji bo vê gotine gilî û gazindan neke!



17.06.2014 16:05 | karmatî

5. pirsên xwe ji bîr mekin dema hûn mirin hûn ê yekser yanî dîrect ji xwedê bipirsin, ew senarîstek qenc e wê bersiva pirsên we bide:-)



17.06.2014 16:07 | ferhenga şikestî

6. di kurdistanê de hê jî li hemberê jinan şîddet heye û bi awayekî tund! dema ku jin di bin bandora mêran de binpê bibin, tê wateya -nemirovbûnê? ji bo xwedê kenîna qeşmeran li xwe neyênin. dema rewşen bedirxan ala kurdistanê di îngîlîstanê de daçikandibû, serokê we hê nehatibû dinê, dema leyla qasim operasyoneke dîrokî li îranî pêk anîbû serokê we hê zarok bû, û niha jî pêşmergeyên jin li hemberê îdîşê têdikoşin çima ew ne mirov in? an jî asta wan asta hovanan e? kurdistan bi tenê ji bdp'yiyan pêk nayê 40 mîlyon in û ji xeynî çend hezar xebatkarên bdp'yê tu car bandora ocalan li ser jinan nebûye. ma jixwe hem mêr û hem jin 'ji wî fêm nakin' ku vêca çawa biguherin? û guherîna jinan ne tenê berhema wî ye kaka, dinê diguhere dinê ezxulam. 30 sal berê başur wisa bû? çima li wir jî ocalan guherand?

neyse min mijarê şolî kir biborînin, çend qural û qaîde û aqîdeyên quranê hene bawer bikin di mejiyê min de jî çend gumanên têvel hene lê ez nabêjim te çima wisa kir, lêdikolim ji ber ku em însan kêm in, kêmîn in. xwe bi xwe dibêjim teqez meseleyek heye ku vê yekê wisa ye û bi pirsê ber bi lêkolinê bi rê dikevim.. berê jî ez bawer im hatiye pirsîn ku çima goştê berazan heram e? lê niha bi lêkolînên zanîstiyê hatiye eşkerekirin ku goştê berazê, hesta hesudiyê dikuje û di însanan de hormona hevzayendîtiyê hildiberîne falan û bewan



17.06.2014 16:28 | ferhenga şikestî

7. mijareke ku hesase û divê şaş neyê fêhm kirin. bêguman hemû îdeolojîyan bi avayekî tev li jiyana rojane, cilûberg, têkilîyên mirovan, qaîdeyên fikirîne dibe. li ser de ez bi rihetî dikarim bêjim ku, di dawîyê de armanca hemû îdeolojîyan afirandina mirovên weke wan difikirine. ev helwesta tişteke nebaş e û mixabin îdeolojîya partiya kurdên welatparêz an jî kurdên pkkyî de jî ev şaşîyana hene. xêncî xwe kurdên din welatparêz qebûl nakin û dixwazin ku her kurd weke wan be. dema ku ez piştgiriya fikrekê, partiyekê an jî îdeolojîyekî bigrim jî xeletên wan dibinîm. weke kesên din çavên xwe kor nakim.



serhat avcı yê delal peyama xwe piçek bi reaksîyonî nivîsiye û şaşiyên wî hene. ger hemû îdeolojiyan mudaxile li jiyana mirovan bike jî, ev yeka nayê maneya "Kur'an dikare mudaxile bike". tiştên şaş şaşin. gotina ku "min li kurdistenê jin ji koletîyê xelas kir" gotina Öcalan nîbe, ya pêxember be jî dîsa şaşî şaşî ye. û ez vê yekê jî nizanim ku axaftin kîngê hat li ser gotinên Öcalan. ez parêzerê Öcalan nînim û ger şaşîyên wî bên gotin, ez dikarim qebûl bikim. lê gotina min li ser rexnakirina qur'anê ye. min got qur'an weke pirtûkên pîroz yên din nînin. bi rastî jî wisa ye, qur'an ne dişibe tewratê, ne jî dişibe incîlê.incîl û tewrat tenê li ser manewiyatê ye, lê qur'an li him li ser manewiyatê min ji ser jiyana mironahîye hatiye nivîsandin. ango încil û tewrat makezagon nînin, lê qur'an makezagone û min ev yeka rexne kir. ango min qur'an li pirtûkên din re berawird kir, ne li îdeolojîyan re...



xêncî wê, li birazîyê min ê 8 salî heya kalikê minî 80 salî her kes dizane ku, qur'an tev li fikirînê dibe û dema ku dibêje "laşen xwe biparêzin" ev yeka jî tev li bûna cilûbergan e. eger arîsto û qur'an heman tiştan bêje, lê mirovek ferqê têxe di nav gotinên wan de, di nêrîna min de ker ji wî mirovî çêtire. û hemin pirs hate li ser aristo, li gorî min û hemû feylesofên felsefeya diyalektîkê, têkilîya misilmantiye û paşde mayîne heye. ji bo vê yekê fêhm bikin çend heb pirtûkên ne pîroz xwandin û piçek lêkolîna diyalektîkê bese.



17.06.2014 16:53 | nazim tolhildan

8. îdîayek rast e.



kesê misilman be, divê li gor şert û gotinên ola îslamê bijî. li gor şerîatê jiyan, serê her misilmanî farz e. yanê ger tu bêjî ez misilman im, divê tu li gor şerîatê jî bijî.

şerîat jî tevlî her tiştî dibe. ji şêweya cilan heta modela aborî, ji mafê jinan heta têkiliyên malbat û jin û mêran, tevlî hemû tiştan dibe. dibêje ew esasên beriya 1500 salan ji aliyê xwedê ve ji mirovan re hatî şandin, divê herdem serdest be.



misilmanên rastî, li dijî pergala demokrasiyê têdikoşe. dixwaze rêveberiya dewletê li gor qaîdeyên îslamê be. ger li dewleta ku ew tê de ye ne li gor îslamê bê rêvebirin dixwaze bigûherîne û ji bo wê jî çi ji destan hat dike. misilmanên rastî dizane dengê jinan heram e, dizane perwerdeya bi keç û kurikan tevlihev heram e û zarokên xwe naşîne dibîstanên wisa.



lê misilmanên vî zemanî, tenê beşên îslamê ên ku dixwazin bibînin, dibînin û distînin. mesela ji xwe re dibêjin profesorê îlahiyatê an jî fikihê û nizanim çi, paşê diçin li ser televîzyonan, li hember spîkerên nîvtazî, bi dekolte, ser vekirî, çeqrût rûdinên û behsa xweşiya îslamê dikin, dibêjin îslam, ola xweşbîniyê ye, îslam dînê rehetiyê ye. erê welle tu tenê tiştên bixwazî jê bistînî ola rehetiyê ye. lê ger tu temamê îslamê binêrî tu dev ji vî dînî berdî..



17.06.2014 18:15 | brusk56

9. Dema pênasên têgehan şolî û nezalal bin jixwe gengeşî jî ji bo her du aliyan jî hewldaneke vala dibe ji ber ku em hê li ser çi û bi kîjan tarîfan dipeyivin ne diyar in. mesela tiştên ku ez ji paşdemayînê fêm dikim û tiştên ku yekê/a din ji paşdemayînê fêm dike, dibe ku cuda be. lewma jî pêwist e ku em têgihîştin û fêmkirina xwe rave bikin piştre bikevin qirika hevudu.

a yekem paşdemayîn çi ye?

bi ya min paşdemayîn ew e ku dema ku di civateke de fikirîn qedexe be û pêşve neçe, hilberîn çênebe, alav û amûrên serdemî ji netew û civatên din peyda bibe, dibistan û zanîngehên te tune bin an jî bi awayekî entegrebûyî ya ji cîhana nûjen û serdema nûjen re nebe, zaroyên civatê di kar de bixebitin, rêjeya mirinê ya ciwanan zêde be, tendurîstî, ragihîn û ragihandin, veguhestin tune bin, aboriya te li ser hilberîna amûr û alavên serdema nûjen nebe, ji çandin û heywan û palatiyê be û asta refahê ji derûdora civatê hanê kêmtir be tu paşdemayî yî..

de vêca ez werim bersiv û ravekirina xwe ya li gorî pênasa xwe..

ummeta îslamê paşve ye? Erê paşve ye. lê çima? ji ber ayetên xwedê paşde ye? yan jî ji ber rêveber û qaşo-alimên ehmeq?

her du ji hev gelek cuda ne. ez dixwazim gengeşiya xwe li ser kurdistan û tirkiyeyê bimeşînim (ji ber ku têde me)

niha tirkiye qaşo sekuler e û makezagona wê laîk e, di nava zagonên wê de tu diyarde û emareyên quranê tune ye û xwe jî wek awropayê dibîne ango dixwazim bêjim ku tu bandora qaîdeyên quranê li ser rêvebirina tirkiyeyê tune ye, gelek zelal e!

pekî bavê min tirkiye pêşve ye? ji sedî 95 bêhtir hemwelatiyên vê dewletê misliman e lê rê û rêbaz û rêgezên birêvebirina vê dewletê ne li ser qaîdeyên quranê ne. qaşo ji xwe re perwerdeyeke zanîstî hilbijartine û amûrên serdema nûjen bi kar tînin lê dîsa jî paşve ne lê cardî dibêjim tu eleqeya quranê bi vê yekê re nîn e lewra şerîat tune ye. dewleteke laîk, bonapart, tund û îdeolojîk e, sedema paşdemayîna vê dewletê jî girêdayî van tiştan in. bi kurtasî sedem ne quran ne îslamiyet ne jî ayet û hedîs in.. dîndarên tirk ên vê dewletê ehmeq, hov, nezan, nijadperest, tirsonek, dexel û zexel, kor û fêmkor in lewma jî li gor ruhiyeta quranê tevnagerin ji ber tirsonekî û ehmeqiya xwe li gorî fermanên vê dewletê tevdigerin. ji ber vê jî tawan, suc, qebhet û gunehên dîndaran nekin stûyê quranê! ji min re ayeteke tenê bînin ku têde gerîn û legerîna li ser zanîstiyê qedexe be, ez ê bêjim temam û qebul bikim.



kurd ji ber çi paşde ne? ji bela ku ji çar aliyên xwe bi neyarên hovane rapeçandî ne. hê keys û derfet nedîtine ku bêhna xwe bidin. di sedsela bîstemîn de hama bêje hemû neteweyên misilmanan dewleta xwe ava kirin lê bi tenê em man. eger nekarîbûna avakirina dewletê, girêdayî quranê bana wê demê di nava misilmanan de dewleteke tenê jî ava nedibûn. kurd hem ketin dehfik û xefikên misilmanên bêbext hem jî di nava kurdan de êlî û neyariyên dîrokî hebûn ku destê xwe ranehêştin ji bo ku dewleteke serbixwe ava bikin. tabî gelek sedemên din jî hene lê naxwazim peyama xwe pirr dirêj bikim.

wek encam dikarim bêjim ku dewletên misilmanan paşve ne lê ne ji ber quranê ye ji ber misilmanên ehmeq û korfêm paşve mane..

niha hz. mihemed dibêje ku "tu dema di nava şer de bibî jî nikarî extiyar, jin û zarokan bikujî". lê ev îşîda xwînxwar heyfa xwe li zarokan jî nahêle hama kî tê li ber wan tê kuştin lê digel ku quran kiryarên wan qedexe kiriye dîsa jî dikin. tu eleqeya wan û aqîdeyên quranê bi hev ve tune ye.



17.06.2014 18:42 | ferhenga şikestî

10. mijara aşkere kiriye ku nazim tolhildan ne tewrat,ne incîl ne ji qur'an xwendiye û tiştên ku bêyî bingeh ji aliyê wî ve hatiye nivîsandin.dibeje tewrat û incilê de makezagon tûne ye.ez pêşniyar dikim ku şûna pê peyvên diyalektîkî an ji arîstoyî hevokên xwe bixemilîne bila herê çav li tewrate bigerine û makezagoniyê bibîne.ez bawerim ku dema tewratê bixwîne û paşre quran’e bixwîne dê bimîne ecêbmayî.Neyse,ev ne mijara ku dirûtî û cudatiya di neqeba quran û tewratê de ye.

Ger em bên ser mesela qur’an zagona bingehinê…raste di jiyana misilmanan de qur’an zagona yekemin û bingehîn e dûvre hedîs û sinnetên pêxember tên.Wekî di sîstema demokratîk de zagon,qanûn,rêzname û hw.d di şerîatullahê de ji he ye.Yani hê hans kelsen nebû ev hiyeraşî di nav misilman de hebû.

Raste qur’an mudaxaleyê jiyana mirovan dike.Ji bo çê ev mudaxale tê kirin?dive mirov serê ewillî vê bifikire.

Ji ber ku dema pêxember hêzên xwe xurt dike û aşkere ola xwedê parve dike dewlemendên qureyşî pê aciz dibin û tên cem pêxember dibejin temam raste tu pêxemberî û em wek navên xwe bawerin ev kitêb û tiştên tu mirovan re dixwînî ne ji aliye te ve hatiye nivîsandin lê tu vî xebatî çima bi xulam û feqiran re dikî? Tu ji qureyşiyî û xwedî xwînek esîlî.were em bi hevre ola te parve bikin te pere bive pere,te jin bivê jin te çê bivê emê bi tere bin lê daxwazek ya me heye ew bîlalê reş neyne di civîna û xulamên di nav xwe de dîsa bike xulam.

-pêxember li wan dinere û dibeje “ hûn heyvê biêxin destek ya min de tavê biêxin di destê dîtir de ez ji doza xwe cuda nabim”

Yanî beriya 1100 salan yanî beriya serhildana firansî li dijî kesên feodal yanî xwedî mal û milkan re tevdikoşe û şerr dike.hemberî wan serê xwe natewine!hemberî zilm û zoriyê serê xwe natewine.

Ev tenê mînakeke ji ber ku di dîroka islamê de wekî vê mînakê hezaran mînak û xebatên sosyalîstî û demokratî he ye.

Beriya wî jinik wek heywanan bû tû qedir û qiymetên wan tûne bû di xutba dawiyê ewî jin kirin taca serên mirovan ,ewî dayik kirin taca serê dinyayê.û ew cinneta ku misilman ji bo wê dijîn exist di bin lingê dayikande.Hûn hê behsa çê dikin?

Xwedê ew qur’ana ku hûn dibejin tiştên xelet tê de hatiye nivîsandin dibeje na’let ew nimêja hewe be ger hûn sêwiyan xwedî dernekevin. (sosyalîsm)

Xwedê ew qur’anê de dibeje “mal û milk tenê ya xwedê ye” (sosyalîsm)

Xwedê ew qur’anê de dibeje “ di aliyê olî de zorî (tundî) tûne ye” (demokrasî)

Xwedê ew qur’anê de dibeje “ola te ji te re ola min ji min re” (demokrasî)

Ez dikarim ji we re bi peran mînakan bidim lê cardî xwedê dibeje " hûn çiqas bêjin betal e ji ber ku çav û dilên wan hatiye muhrkirin



17.06.2014 19:58 | karmatî

11. (bnr: de hadê belav bin)



18.06.2014 00:22 | ceso

12. rast e ji bo misilmanan destûreka bingehîn e, lê jiyana tu kesî bi zorê teyîn û dîzayn nake, tenê rê nîşa xelkê dike yanî rehberiyê dike, rêya ku diçe ser cinnetê û rêya ku diçe ser cehnimê datîne ber xwendeyên xwe.. lê hin misilmanên ku xwe wek wekîlê xwudê dibînin, îrade û îxtiyar û îctîhada ku xwudê daye evdên xwe îpotek dikin, ya ku camêrên wekê nazim ji îslamiyet û ji quranê sar dike jî gotin û kirin û reftarên van misilmanên ku xwe wek wekîlê xwudê dibînin e..

ez ji bo xwe bêjim eger ez li gorî misilmanan çûbûma niha belkî sed carî ez ji dîn derketibûm.. nizanim çi qas rast e dibêjin cat stevensê ku piştî bûyî misilman navê xwe kiriye yusuf islam, li derekî gotiye, xwudê kir berî ku ez misilmanan nas bikim, min îslamiyet û quran nas kir, hey nexwe ez tu carî nediçûm ser dînê îslamiyetê.. ez dirêj nekim, rahêjin tefsîreka quranê, -ne meal lê tefsîr- ji serî heta binî bixwînin, bawer nakim tu pirs û îtîrazek an nakokî û dudiliyek derheqê xwudê û îslamiyetê de di dilê we de bimîne..

lefza ewil ya quranê îqre'! yanî bixwîne ye, yên ku nexwînin ango nexwendibin, normal e ku lê bibin dijmin..



18.06.2014 02:45 | endazer

13. havalê delal karmatî disa bi nivîsandina xwe tirşik tertubelav kirîye şerme yek gotin dî em lê zide bikin anjî lê kêm bikin



18.06.2014 10:39 | birazî

14. 1-mijara ku li gori min edî gihîştîye armanca xwe, ji ber ku niqaş û ramanên xweş derketine holê û her kesî li gori xwe fikrên xwe diyar kirine.



2-mijara ku bi aliyê hin kesan ve şaş hatiye fêhm kirin, ji ber ku tiştên min negotin, wek min gotiye hatiye nîşan danîn. min tenê got “qur’an jiyana civakî dîzayn dike, ev yeka jî dibe sedema paş de mayîna civaka misilmanan”. Eger hûnê rexne bikin vê yekê rexne bikin. öcalan li kuderê derket, şert û mercên 1500 salî berê li ku derê derket û çi têkilîya van ji gotinên min re hene nizanim.



3-hemin gotin hate li ser şertên 1500 salî berê, ez wê mijarê de jî fikrên xwe diyar bikim, dibe ku karmatî fikrên xwe vegere û bêje “na lo welehî min şaş fêhm kir, ev nazim tolhildanê reben misilmanekî xas e”*. Ez ji xwe dîroka misilmantîyê baş dizanim. Demên cahilîyê de girîngiya hatina misilmantîyê qebûl dikim. Heta misilmantiyê weke şoreşeke girîng dibînim. Ji ber ku bi rastî jî di şert û mercên wê demê de misilmantî şoreşeke giranbûha bû. Heta di nav şoreşên dinyê de şoreşa herî mezin e. wê demê şert û qeîdeyên misilmantîyê li gorî qeîdeyên jiyana civakî, 1000 salî pêş de bû. Bi hatina misilmantiyê ve asta mirovahîyê qat bi qat bilind bû. Wê demê jin kole bûn, zarokên qîz sax û sax binerd dikirin. Lê bi hatina misilmantiyê ve cinnet kete di bin lingên wan, jin ji koletiyê xelas bûn û bûne xwedan deng. Em bi rihetî dikarin ku bêjin di dîroka dinyê de jin yekemcar bi hatina misilmantîyê ve di nav mirovehîyê de cîhê xwe girt. Ev hemû rastîtîyên girîngin û ti heqê kesî tuneye ku dijheviyê bike. Van tiştana ez ji xwe her dem li her derê dibêjim, di peyamên min de dijî van rastîyana min tiştek negotîye. Hûn çawa tiştên ez ji xwe dibêjim û tiştên min dijhevî nekirîye ve bersivên min didin???



4-ger hûnên bi qîmet bûna misilmantîyê ve bersiv bidin min, ger hûnê bi kirinên mihemed pêxember ve û hedîs û sinetan ve bersiv bidin min, qet nedin yê baştir be. Ew hemû tiştana rastin, lê heya 200 salî berê baş bû, ne ji bo îro. Qeîdeyên qur’anê êdî têra dizayn kirina jiyana civakî a modern nake. Û ez vê yekê ji nebêjim yê di dilê min de bimîne: dema ku hin nivîskaran hê di derpîyê xwe de dimîst, min dîroka hemû olan û mîtolojîyan dikola û mereq nekin min hemû pirtûkên olî jî xwandiye.



5-Nivîskarek dibêje: nizanim di qur’anê de zirt dinivîse han ji te re sosyalîzm. Di qur’anê de pirt dinivîse han ji tera demokrasî. Di qur’anê de çirt dinivîse han ji te re dîsa demokrasî. Ez jî dibêjim “peki zeki zekî müren de bizi görecek mi?”. bi tenê bona parastina tiştekî mirov ev qasî gotinên giramekî giranîya wan tuneye dibêje, mirov ev qasî demagojîyê dike… heso yê gundê me yê nîv mêjî jî dizane ku, ne tenê misilmantî, di fitrata hemû olan de feqiri, dewlemendî heye. Ango bingeha hemû olan de kapîtalîzm heye.



- Qur’anê de dibêje her tişt ya xwedê ye, lê sistema aboriyê de sosyalîzm tuneye. qur’an dibêje bila dewlemandan nizam çend parçe ji mulkên xwe parçeyekî bide feqîran. (kapitalizm)



-li gorî qur’anê, şahidiya 2 jinan weke şahidiya mêrekî ye. (Bakara 282) (faşîzm). * van mînakana ez sibê heya êvarê dikarin dirêj bikim, lê ne hewceye.



6-tiştekî jî bona peçandina jina bêjim. Kêmasiyên min biborînin lê ezê piçek zimanê xwe tûj bikim. Bi peçandina jina ve qontrol kirina kîrê mêra, encax karê civatên 1500 salî berê an jî karê civatên îroyîn yên paşdemayî û cahil in. mêrên camêr û modern, kîrê xwe bi rût bûna jina ve ra nakin. Mêrên camêr kîrê xwe bi mêjiyê xwe ve ra dikin. Û bîr nekin ku ger cîhekê tiştek bê qedexe kirin, ew qedexeyê herî zêde li wir bê xera kirin. Ango tu jina bi postê hirçan ve jî bipeçinî, dîsa herî zêde li wir kîrên ra bin.



7-min bi sêrî de jî got, ev mijara kêm zêde êdî gihîşte armanca xwe. Ezê êdî di vê mijarê de nenivîsim. Ji ber ku dûh ez îslamofobîst hatim îlan kirin, têrê nekir çav û dilê min weke mor kirî hate îlan kirin. Xuyaye ku sibê jî yê min weke ateîstan îlan bikin. ez vê yekê jî bêjim ku ez her çiqas dijî oldaran nînim, ew qasî dijî ateistan jî nînim. Lê tişteke weke bersivandina peyamên nepêwist û vikûvala bi zehmet tuneye…



18.06.2014 10:58 | nazim tolhildan

15. mijara ku li gorî min ji gihiştiye armanca ji ber ku tîrên min avêtî gihiştiye hedefa xwe lê ger armanca me nîqaşkirin be ez ji vir pirsekî ji nazim tolhildan bikim. ji kerema xwe re bersiva pirsa min bide.

jiyana ku qur'an tang dike yanî li gorî gotina te jiyana modern ji bo te çê îfade dike? ger tu li gorî xwe û zanyariya xwe îfade bikî emê ji bizanin ka raste qur'an li diji vê jiyanê ye an na?



18.06.2014 13:01 | karmatî

16. min di peyama xwe ya dawî de bersiva xala duyem a peyama kekê mazlum dabû lê nizanim an zehmet nekiriye nexwandiye yan jî bersivek peyda nekiriye. .

bila ji kerema xwe re bersiva peyama min bide ji ber ku gelek meraq dikim di derbarê wê de çi difikire? sedema paşdemayîn û badora ayetên ango zagonên quranê bi çi awayî bi he ve têkildar in? min raya xwe li jor nivîsand jixwe lê ya cenabê wî çi ye?



18.06.2014 15:47 | ferhenga şikestî

17. (bnr:jiyana modern/42884)



18.06.2014 15:57 | nazim tolhildan

18. hê jî bersivek nehatiye birêz tu behsa jiyana modern kiriye lê mebesta min ne ew bû yanî mesele pêşveçûn û paşvemayîn e. gelek xalên ecêb hene mesele di nava aborjîniyan de jî niximandin tune ye hemû tazî ne û kes jî tevlî kesê nake, ma ev tê wateya pêşvebûnê?

û ez cardî dipirsin kîjan ayet di hemberê pêşveçûna zanîstî de asteng e?



18.06.2014 16:21 | ferhenga şikestî

19. kekê serhat, welehî min peyama te xwand û heya ji destê min tê hemû peyamên te yên din jî dixwînim. û dîsa heya ji destê min tê dinivîsim. lê mixabin karê ku ez dikim pir girane û her dem fersanda min peyda nabe ku ez bersiva her kesî bidim û her saet di tirşikê de binivîsim. niha em werin li pirsa te. bi sêrî de vê yekê dubare bikim ku ev mijar mijareke hesas e û hez nakim zedê dirêj bikim. bi nêrîna min ve min bersiva te jî da. peyamên min ên li jor de gelek mînak jî da. qur'an ji bo civaka 1500 salî berê hat û qeîdêyên qur'anê we demê kêrî pêşve çûnê dihat, lê îro dibe sedema paşve mayînê û pêşdaçûyînê re astengîyê peyda dike. qeîdeyên qur'anê êdî nikare jiyana modern dizayn bike. tu dibêjî kîjan ayet.... ez dikarim nîvê ayetên qur'anê ji tera bêjim. zanistîyê bigre heya, mûsîkê, jiyana civakî bigre heya têkilîyên kesanî, qur'an bi ayetên xwe ve tev li her tiştî dibe. ezê çawa wêneyekî çê bikim? ezê çawa li ser laşê mirovekî xebatên zanistî bikim? ezê çawa mûsîka xwe îcra bikim? ezê çawa heval û hogir û hezkiriyê xwe têkilîyê bikim? ezê çawa jiyana xwe ya civakî berdewam bikim? û hwd. qur'an bi ayetên xwe û sinet û hedîsan ve tev li hemû van tiştan dibe. civakên ku qeîdeyên bi vî avayî va hatine girêdan mehkûmê paşdemayînê ye. divê mirov hemû di mijarên girîng de azad be. azadî tunebe, pêşdeçûyîn jî tuneye...



18.06.2014 17:48 | nazim tolhildan

20. li kurdistanê şîdeta li ser jinan heye lê ji bo çi ev heye? du sedemên vê yekê hene. ya yekê ola îslamê ye ya duda jî bindestî ye. dema gelek bindest be, serdestê wê naxwaze jiyana wî gelî xweş be û di refahê de be. ji ber vê nahêle ti fikrên nû têkeve hîşê wî gelî. ev jî bi astengkirina qenalên guherînê pêk tê. ev bindestî bi saya rêberatî hêdî hêdî ji holê radibe û gel bixwe xwe dikare bifikire êdî. lê dîsa jî bandoreke mezin a serdestê vî gelî heye û nahêle bilez ji holê rabe û gel zûzûka xwe nû bike. ger rêberatî bixwasta bi olî nêzî meseleyê bibe, kurd nedigihaştin vê astê. (ji ber ku ji sedî nodê kurdan misilman in, dikaribûya wiha nêz bibûya. lê wî jî dizanîbû ewê bi wî awayî nikaribûya kurdan xelas bike û wan nû bike). îcar em werin vê pirsê: rewşa gelê kurd ê bindest ji bo çi wisa bû? kurd misilman in û li gor zagonên kuranê dijiyan. ji ber hindê jixwe di jiyana kurdan de bindestiya jinan û serdestiya mêran hebû.

hevalê serhed li jor pirsek kiriye û gotiye "ger mêr jinan binpê bike ev -nemirovbûn- e?" ez dikarim bibêjim ev nîn-mirovbûn e lewra heqên wan kêm in. mesela heqê wan î 'li gora kêfa xwe' jiyîn tine ye(li gora kêfa xwe kes nikare bijê lê ne bi wê ecêba ku jin dijiyan, we ji min fêhm kir). Heval serhed min şaş fêhm kiriye. min gotibû rêberatî ji ber ku ew rewşeke wisa de bûn kî mere nikaribû ji wan re bigota mirov, ew gotinên xwe kirine. yanî 'jina kurd' ne 'jina ku li vir dijiya'. aniha em dikarin bibêjin jinên kurd serbilind in, heqên wan hene û mêr divê neheqiyê li wan neke. Em dikarin li rewşa aniha û ya 40-50 sal berê jî binêrin. mesele 40 sal berê meta min bi zorê dane mêrekî û hê jî meta min li ber xwe dikeve. lê aniha ji ber ku bi awayekî(saya rêberatî û saya guherînên jixwe wê pêk bihatana) tiştekî wisa li cem me ne gengaz e..



em werin paşdemayînê: li gor çi em dikarin fêhm bikin ka gelek an jî dewletek çawa paşdemaye? ezê bi zimanekî sivik li gorî xwe rave bikim:

ger dewletek bêyî ku ji dewletek din destûr bixwaze nikaribe tevbigere, ger dewletek çavkaniyên xwe yî xwezayî nikaribe bêyî destûra dewletek din bikar bîne, ger hemwelatiyên wê dewletê ne di refahê de bin û li gor çanda nikaribin bijên, ev paşdemayîn e. ji ber ku hemû faktorên diyarker xwe digihîne rewşa hemwelatiyên dewletê, em dikarin bi gelemperî wisa bibêjin: paşdemayîna dewletekê li gor rewşa hemwelatiyên wê tê diyar kirin. paşdemayina gelekî: ger di gelekî de wekhevî, azadî, hizûr tune bin; serdestî, bindestî, şîdet, kaos û hwd. hebin, ev paşdemayîn e. Em dikarin li gelên rojhilata navîn binêrin. em li îranê binêrin mesela; belkî dewleta îranê ji aliyê hêza eskerî xurt be lê qalîteya jiyana gelên wê kêm e. mesela ew kesên ku ji ber şerab, araq.. hwd. vedixwin tên cezakirin. û dewlet van mudaxaleyan jî li gor zagonên quranê dike. ka em werin paşdemayîna gelê kurd: weke ku min jor jî çend caran got bindestiya jinan û serdestiya mêran a li ser jinan, nahêle gel bi pêş ve here. Ger tiştekî wisa bê kirin nêviyê mejiyê wî gelî jî wenda dibe. û dibe gelekî xwedan-nîvmêjî. de îcar were û bi pêş ve here.. Ger xweha min nikaribe dibistanê bixwîne û kekê minî ji wê mezintir dikaribe bixwîne, ev neheqî ye û rê li ber fikarên xweha min girtin e. De îcar were û rewşa wê xweha min bifikire.. neyse ez pir dirêj nekim..

(di vê navberê de kesî negotiye pêşmergêyên jin ên ku aniha li hember daîşa bênamûs şer dikin, ne mirov in!)



herî dawî dixwazim vê yekê jî bibêjim: ji ber ku di quranê de gelek nakokî û tewşî hene, ez bawer nakim ku quran pirtûkeke pîroz e. bila kes nebêje vay di vê ayetê tiştekî bimentiq heye. bila ji min re wan ayetên bêmentiq rave bikin an jî ev pirsên ku min ji xwedê kirine, bila ew bibersivînin: qur'an zagona bingehîn e/42784



18.06.2014 17:59 | mergehez

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» qur'an zagona bingehîn e
» zagona
» bingehîn

Kategoriyên mijarê:: oldin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî