Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


18 mijar û 27 peyam
jiyana modern - tirşik
jiyana modern
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. têgîneke ku roj bi roj, gav bi gav diguhare. li gorî 7 milyar mirovan, 7 milyar wate ya wê heye. ango têgîneke ne statik e. heta têra xwe dînamîk e. 20 salî berê wate ya wê cuda bû, 500 salî berê jî cuda bû û îro jî li gorî şert, rewş, teknolojî, zanyarî ya rojane wate ya wê dîsa cuda ye.



ez dikarim şertên îroyî de li gorî xwe taybetmendîyên jiyana modern diyar bikim: li gorî min sinorên jiyana modern bi teknolojî, zanyarî, çanda rojane û cîhanî bûnê ve girêdayî ye. bi vî avayî jiyana modern demokrasî ye, azadî ye, humanîzm e, bi her celeb fikir re, her celeb û her reng mirov re, her celeb ol re, her celeb zayend re rêzdarî ye. tev li kar û barên kesên din nebûn e, tev li cilûbergên kesên din nebûn e, tev li fikir û ramanên kesên din nebûn e û hwd.



dîsa li gorî min misilmanTî bi sêrî de hemû olan, di pêşiya jiyana modern de asteng e. weke mînak misilmantî, şertên îroyîn de ji bo jinan qet demokratik nîne. ji bo zeyandan jî demokratîk nîne. tev li peçandina jina dibe û sedemên xwe yên bê bingeh jî diyar dikin. dibêje jin bila xwe bipeçînin ku kirê mêra ra nebe!!! lê bi rastî di jiyana modern de mêrên modern, rût bûna jinan bandor li wan nake. ev qeîde ne tenê tev li bûna cilûbergan e, di heman demê de tev li bûna fikirîna mirovane jî. xêncî wêdi jiyana modern de, bi alîyê zayend de divê mirov ne tenê jin û mêran re, di heman demê de hevzayendan re jî rêzdar be. lê di hemû olan de mirovên hevzayend weke rêşaş* tên îlan kirin. wekî din di misilmantîyê de şahidiya 2 jinan weke şahidiya mêrekî ye. destpêka van nakokan heye lê dawîya wan tuneye.



(bnr: qur'an zagona bingehîn e)



18.06.2014 15:55 | nazim tolhildan

2. XWEDÊ NAWÊNÊ SERÊ TU KESî.



18.06.2014 19:17 | temomîrxel

3. Jiyana ku qur’an ji bo mirovan pêşniyar dike ye. Yanî wek tê zanîn qanûnên xwedê ji jiyana modernê re ne asteng e.ezê mijarê zêde belav nakim li gor peyama nazim bibersivînim.

Ya yekem ev e ku xwedê ne ku ji bo kîrên zilama ranebe dibeje jinik bila xwe bipêçin.ev bi tevahî reşkirina islamê ye yanî tene kesên islamofobîk an ji kesên pêşdaraz dikarin idîayên bi vî şeklî bênin zîmen.

Xwedê di vê qanûnê de divê ku sadaqata jinên misilman bibîne û ji aliye din ve dixwaze ku di nav civatekî de jinên misilman pê cil û bergên xwe aşkere bin da ku tu bêheqî û destdirêjî li wan ne ye kirin.Di heman demê de ji dibeje mêran dema hûn bimeşin bila rûyê he we erdê be.di vê dê jî jînen xwenepêçayî diparêze.di jiyana modern de ji di jiyana kevnar de ji laşê jinan bûye sedemek ya niqaşê.di dîroka mirovatiyê de gelek carinan şerên mezin ji bo jinan derketiye.di hin şerran de dibe ku bi hezaran xort û law hatine kuştin.

yanî di vê meselê de jinik serbestin ger bixwazin xwe bigrin ger naxwazin xwe nagirin.tû sîzayek aşkere ji bo xwenepêçandinê re tûne ye.mesela li vir îtîqat û sadaqat e.

Dema ayetên bo xwepêçandina jinan tê îlankirin hin jinên misilman di mala cîranên xwe de ne û dema emrê xwedê seh dikin nizanin çawa xwe bipêçin hema kincikeke diavejin ser serê xwe û bazdidin diçin malên xwe.ev nîşaneyek ya îtîqatê ye.ji ber ku hûn qebûl bikin jî nekin jî sadaqat,îtiqat û teslimiyet bo ola islamê re pêwistiyek pirr girîng e.

Mesela xwepêçandinê li gorî qanûnên islamê bo jiyana modern re ne asteng e.Ev çû yeeeeeeeek!

Bo mesela şahidiyê quranê de dibeje;

“2 zilaman peyda bikin ger 2 zilam peyda ne be zilamek û 2 jinan pêyda bikin ku qene yek ji wan ji bîr bike ya dî mudaxale bike an ji hişyar bike.Deyn ger mezin be ger biçûk be ji xemsariya nivîsandina deynî nekin.bi vî şekli bizanin ku li cem xwedê şahidiya he we bi saxlemtirre.” (Baqara 2/282)

Di ayeta jor de mesele deyn e yanî ticaret e.Di wê deme ji tê zanîn ku jin ne ehlê ticaretê ne.ev nayê wateya ku jinek dibe nîv zilam.ev raman tevahî xelet e. hemû kes ji dizane ku di ola islamê (ji adem heya mihemed) de mesela şahidiyê pirr girînge.ji ber ku şahidiya derew dibe sedema fitnê,bêbextiyê û bêedaletiyê.

Di qur’anê de hin ayetên dîtir hene ku şertên şahidbûyîne aşkere dike.Ezê tenê navê wan ayetan bidim;

1-Maîde (5/106-107)

2-Nîsa (4/15)

3-Nur (24/6-9)

Di wan ayetên jor de xwedê ferqiye naêxe di nav zilam û jinan de.ev ispat dike ku di bûyerên rojane de şahidiya jin û meran yeke lê bûyerên aborî de (li gorî zeman dikare be guhertin) şahidiya du jinan û bedelê şahidiya zilamkê ye.Çima min got dikare be guhertin? Di hiqûqa islamî de sûnc û sîza li gorî zeman dikare be guhertin an ji şîrove kirin. Wekî nimûne recim di heyama pêxember de sîzayek zahf normal û popûler bû yanî li gorî wî zemanî recimkirin normalê lê gorî zemanê me ev sîza hatiye rakirin an ji sivikkirin.Ev ji çû dudoooo!

Ez mam ecêbmayî çawa nazim qala destjêkirinê nekir ? ji ber ku îddiayên kêsên ku li dijî ola islamê wek hevin.çimkî tevahî bêyî bingehin û cihde tên bersivandin û rizîkirin .exleb pirsgirêka jinan,sîzayên recim û destjêkirinê de dijberiya islamê dikin.ev hezar sale heman tiştan dibejin û hinde tên rizîkirin dîsajî wek teybên xirab bûyî xwe dubare dikin.

Hemû kes serbeste ku bawer bike an neke lê ev ol yanî ola xwedê bi izna xwedê ne bêyî xwediye! Bila ev ji bi vî şeklî be zanin.



18.06.2014 20:21 | karmatî

4. angore gelek zanyarên cîvakî ji bo pêşvaçûyînî hatiye gotin.lê ev pêşvaçûyîn hînga di kîjan aliyede da ye tu bersivekî sedî sed nehatiye dayîn.ger ku ev di aliyê teknîk û teknolojîde be erê, lê ger ku aliyê hişmendî û ramande bê nerastê .belê gelek aliyêde jiyanekî cûda û pirali bixwe ra aniyê lê pêşverû nîne.fuko dibêje. modernizm" mirina mîrov ê"



18.06.2014 21:42 | newenda

5. jiyana ku bi rizîkirina tirhêwên islamofobîkan deriyê xwe ji misilmanan re ji vekiriye. *



19.06.2014 14:20 | karmatî

6. jinên pêçayî an jî nepêçayî ferq nake, mirovê hişmend dikare hemû jinan binêre, lê ev yeka bondor li wî nake. lê mirovê ku mêjîyê xwe bi qeîdeyên qur'anê ve şûştine, divê jinên nepêçayî nenêre. ger binêre kîrê wî yê rabe. bi tirkî gotineke pêşîyan heye: "eşeğin aklına karpuz kabuğu sokmak". ango çi, ango li gorî min ev nêrîna li ser meseleya jinan a misilmanîyê de reşaşbûn e.... ev çû gooool, bibore yeeeeek.



ji bo şihadîya aborî 2 mêran peyda bikin. ger 2 mêr tunebe, mêrek û du jinan peyda bikin. ango 2 jin=1 mêr. lê, li gorî hevalê karmatî bersiva vê jî heye: jin ji têkilîyên aborî fêhm nakin. ango çi, ango cîhê jinan di civaka misilmanîyê de kifş bû. ev jî çû goooool, dîsa bibore dudooo.



"sadaqat, îtiqat û teslimiyet ji ola islamê re pêwistiyek pirr girîng e" raste. ez jî wisa difikirim. wiha biaxife, dilê min bixwe* cîhe ku teslimiyet hebe, cîhe ku Têkilîyên ji jinan re hatiye salix dan, nêrîna mirov a jinan re wek gotina karmatî be, cîhê ku 2 jin encax weke mêrekî be û cîhê ku qeîdeyan bikare bên guhertin li wê derê xêr nayê. û li wê derê emê çawa bêjin, tev li fikirînê bûn tuneye. qebûl bikin jî nekin jî, qur'an û hedîs û sinet tev li her tiştan dibe. tev li xewîn a min, tev li ji xewê rabûna min, tev li nêrîna min, tev li çawa jina xwe maç bikim, heta tev li tira min jî dibe. qur'an ev qasî tev li jiyana min dibe lê tev li fikirîna min nabe ne wisa. wey mala mine...ev jî çû, goooooool. (bnr: ev jî gol nîne)



19.06.2014 14:33 | nazim tolhildan

7. min li jor ji gotibû hinde tû tirhêwên kesên islamofobîk rizîbikî ji dîsa heman tiştan dibejin min çê nivîsandiye ewî çê fêm kiriye ev ji ispata ayeta qur'anêye yanî ispata çav û dilên wan hatiye muhrkirinê ye.elhamdûlîllah me dîsa zanî ku qur'an heq e



19.06.2014 14:39 | karmatî

8. tişta şaş ewe ku ol bibe asteng ji pêşketinê re heçî xweyê vê gotinê be ji nezanîna xwe pal dide vê gotine lê belê tişta astengîyê çidike mejîye paşdemayîye ger mûsilman be ger cihû be ger flah be ger xwedênenas be. ez dibêjim qay sedema vê fêkra xelet nêrînek ji çavtengîyê tê ji ber ku heçî nezanê dîroka sedsalan 7. a heta 15. a rojhilata navîn dikarê vê gotinê bilêv bîne ma gelo wî demî disa ola van mirovan ne îslam bû? belê ji ber çê ev mirov alê felsefê ve alê fîzîkÊ ve alê sîmya u kîmyayê ve alê tendurustîyê ve hev qas pêşketê bun ma çire ev ol wî demî jî nebî asteng da pêşbikevên. ger teşhîs xelet bê nexweşî jî baş nabe gora dilê min ev şunde mayîyan musilmanan ji ber jidevberdana zanîstên pozîtîfe ji ber wê yekê ne rexne man ne ramanên cûda man na pêşketin ma na Jî xwendin ma



19.06.2014 16:59 | birazî


dengdanên dawîn (yên din..)
şêx seîd [2]
Şêx Seîd, Şêx Muhemmed Seîdê Neqşîbendî an jî (stur: Ş...
kercews [1]
Ji midyadê veqetiyaye dûre jî búye Navçeya batmanê. Ne şaş bim Navê xw...
nexweşiya mirovê vî wextî [1]
Ji hal û rewşa xwe ne kêfxweş in. Berê hewqas nexweşî, şer, feqîrî, be...
dîsfajî [1]
Zehmetî ú zoriya qurpandinê a di Destpê kirin an domandina wê de. hest...
sallana sallana nietzsche ser avê [1]
Yekê din jî wiha nivîsiye:
(bnr: kurê min nietzsche ji derve sa...
belki ev jî bala te bikişînin
» jiyana sedanter
» modernîteya derengmayî

Kategoriyên mijarê:: jiyan
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî