Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
peyamên çeppikkirî yên di vê mijarê de; îbnul esîr
peyamên çepikkirî

42950. dîroknasek xwey nav u denge sala 1160 ê lê cizîrê xwedê da u sala 1233 an de lê mûsil emrê xwedê kirîye u wekê dî navê îzeddîn jî tê naskirin.

berhemên îbnul esîr :

(bnr: târîh-ud-devlet-îl-atabekîyye) li vê berhema xwe de dîroknas derbarê dîroka xanedana zengîyan de qeydan digre.

(bnr: el-lûbâb fî tehzîb-îl-ensâb)

(bnr: Âdâb-ûs-siyâde)

(bnr: tuhfet-ûl-acâîb ve tarfet-ûl-garâîb)

(bnr: kitâb-ûl-cîhâd)

(bnr: târîx-ûl-mûsil)

(bnr: usud-ûl-gâbe fî ma’rîfet-îs-sahâbe)

(bnr: el-kâmil fît-târîx)



17.06.2013 21:46 | simurg56

46418. ji wan sê birayan yê herî bi nav û deng: ÎzzedÎn ÎbnÛl esÎr (1160 – 1233)

Di sedsalên 12. û 13. de jiyaye; alimê fiqih, hedîs û dîrokê ye. Perwerdehiya xwe ya pêşîn li Cizîra Botan kiriye. Ji bo ku ilmê xwe mezin bike bi her sê bira û bavê xwe re derbasî Misûlê bûye. Dûvre çûye Şam, Bexda û Qidûsê. Ber destê gelek aliman xwandiye. Dûvre dîsa derbasî Misûlê bûye û li wir demê xwe bi xwandinê, nivîsandinê bûrandiye û ilim nîşanî mêhvanê xwe kiriye. Di mala wî de rê ji feqehan nebû. Kesên weke Îbnû-d Dûbeysî, Eş-Şehab el Kûsî, Şerefeddîn Îbnî Asakîr û gelek kesên din jî li ber destê wî rabûne û hedîsên pîroz riwayet kirine.

Di jiberkirina hedîsan de, di naskirina hedîsan de, di zanîna hedîsan de melayekê gelekî pêşketibû. Dîrokzanînê de pêşeng û rêberê milet bû.





Berhemên Wî:



1. Tarîx-ûd-Dewlet-îl-Atabekiyye: Di vê behremê de qala Xanedaniya Zengiyan dike. Ev pîrtûk çavkaniya dîroka Zengî-ya sereke ye û di derheqê jiyana Îmadeddîn Zengî de gelek tiştan dide, jiyana wî ji her alî ve radixe berçavan. Îzzeddîn ev zanînên xwe ji bavê xwe yê ku parastina Îmadeddîn Zengî de bû neql dike.



2. El-Lûbab fî Tehzîb-il-Ensab: Kurtkirin û rastkirina pirtûka Ensab a Abdûlkerîm Sem’ânî’ ye, sê cild e.



3. El-Camî-ûl-kebîr fî Ilm-il-Beyan



4. Adab-ûs-Siyade



5. Tuhfet-ûl-Acâîb ve Tarfet-ûl-Garâîb,



6. Kitab-ûl-Cîhad,



7. Tarîx-ûl-Misûl.



8. Ûsûd-ûl-Gabe fî Ma’rîfet-îs-Sahabe: Ev berhema ku ji 5 cildan pêk tê wergera rewşa 7.500 sehebayan e. Ew bixwe dibêje ku bêyî ku serî li tu pirtûkên din bidim min ev pirtûk nivîsandiye. Ev behrem sala 1863an de hatiye weşandin.



9. el-kamil fît-tarîx: Ev berhema ku ji dozdeh(12) cildan pêk tê, pirtûkeke mezin a dîrokê ye. Pirtûka dîrokê ya herî biewle ya wê sedsalê ye. Berhema wî ya herî bi nav û deng jî ev e.



07.06.2013 18:27 | brusk56