Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 10 peyam
big chefs amed - tirşik
big chefs amed
(2) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. şaxa 23emîn û herî mezin a restorantên big chefsê ye.

di bin sûlava fîskayayê de, li ew avahiya nû a ku zû de ye dihata çêkirin, vebûye.

wê tê de xwarinên welatên biyanî û monûya mezopotamyayê hebe.

lê dibêjin gelek bûha ye xwarinên vê restorantê *.

ser xêrê be .



20.06.2014 15:36 | brusk56

2. restoranta ku bûye sedema gelek rexneyan. çi ye dibêjin çima li fîskayayê tiştek wisa vedibe, çima şaredarî destûr dide felan.

ez van mirovan fêm nakim. fikrên xwe bi peyvên wisa tînin ziman ; "kültürel hegemonya, rant sermayesi ve neoliberal dayatmaların kıskaci ... "

yê nezan e wê bêje qey dinya xera bûye. çi ye, şaredarî meskenekî ku aîdê wî ye, ji restorantekê re daye kirê ..



25.06.2014 00:34 | brusk56

3. ya ecêb yên ku heta êvarî ji deverên wek kahve dünyası û mado û xana zêlûyan dernakevin piştî nivîsa özgür amed ya derheqê vê cafeyê de, li vê derê hatine xezebê.. kurdên bakur êdî bûne paranoyak, bi siyasetên çewt û çelexwehrî kutane kod û karakterê kurdên bakur.. tu herî li ser flash tvyê heta êvarî kolbastiyê bileyîzî,kes dengê xwe nake lê tu herî li ser dünya tvyê behsa zimanê kurdî bikî tu dibî xayîn û cemaatçî, çima ji ber ku partiyê gotiye heçiyê derkeve ser dünya tvyê xayîn û cemaatçî ye, dîsa li gorî heman mantiqê tu herî heta êvarî li xana zêlûyan, li madoyê, li kahve dünyasıyê bixwî û vexwî kes dengê xwe nake, lê tu herî big chefs amedê avekî vexwî wê li te bên lînc û xezebê, çima ji ber ku yek ji qelemşorên ciwan ên partiyê özgür amed di nivîseka xwe de gotiye, ev der ji bo ruh û demografiya fîsqayayê ya kurd û serhildêr bişikîne hatiye vekirin.. ê ka hûn bêjin ev ne mûrîdî ye lê nexwe çi ye?



25.06.2014 02:47 | endazer

4. yekî li ser facebookê hevala min ku di şaredariya amedê de dişixule, ewil li ser hesabê xwe yê facebookê nûçeya vekirina vê cafeyê parve kiribû, paşê çawa nvîsa özgür amed ya derheqê vê cafeyê de, li ser netê belav û popûler bû û wek nêrîna resmî ya partiyê derheqê vê cafeyê de hat qebûlkirin, min dît yê nûçeya berê parve kirî jê biriye û ev nivîs parve kiriye, û ser lînka nivîsê jî tişteke wiha nivîsîbû; ''nihayet amedin sosyo-politik habitatına bir hançer gibi saplanan.. '' filan.. *



25.06.2014 02:58 | endazer

5. dema herim amedê, karê min ê ewilîn, çûyîna big chefsê ye:-)

min jî li ser feysbûkê vê meseleyê şopand, bi rastî jî mirov ecêbmayî namîne( ji ber ku êdî ez ecêbmayî namînim, hîn bûm, heke beravajiya vê biba, wê demê ecêbmayî dimam)

ozgur efendî ji siharê heya êvarê bi tirkiya xwe ya qirix û genî, kutaya mejiyê ciwanan lê li xwe nanêre dev diavêje û behsa niza, nasname û ruhiyet û çanda amed û kurdan dike. ez pirr meraq dikim yekê/a aqilmend tune ye ku li ser devê wî biçalpîne û bêje tir li kû das li kû qeşmer!?

ozgur amed û wek ên din, heta gewriya xwe ketine nava paradoks û nakokiyan, bi helwest û pratîkên xwe yên lewitî êdî bi tenê ji bo dîkê cihê qûna xwe germ dikin bo ku fisa wan sar nebe. eger keys û derfet bibîne beriya me ew dibeze



25.06.2014 13:59 | ferhenga şikestî

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» big brother
» amed tigrîs

Kategoriyên mijarê:: xwarinvexwarin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî